19 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Şandeya sîxurên MÎT’ê li Mûsilê çi dike?

Cîgirê Berpirsê Malbenda 3'yan a YNK’ê ya Hewlêrê û Çavdêrê Siyasî Reşad Gelalî, da zanîn ku nêzî mehekê ye şandeyeke MÎT'ê hatiye Mûsilê û li ser herêma Şengal û derdora wê karê îstixbaratî dike.

Demek dirêje Tirkiye li başûrê Kurdistanê bi hevkariya Eniya Tirkmen û Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li  başûrê Kurdistanê dest bi xebatên îstixbaratî kiriye.  Di vê çarçoveyê de herî dawî Musteşarê Rêxistina Îstîxbaratê ya Tirkiyeyê (MÎT) Hakan Fîdan di 4’ê cotmeha 2022’yan de serdana serokatiya bajarê Hewlêrê ya Eniya Tirkmen a Iraqê (ITC) kiribû.

Cîgirê Berpirsê Malbenda 3’yan a YNK’ê ya Hewlêrê û Çavdêrê Siyasî Reşad Gelalî tevlî bernameya Tewerî Roj a Aryen TV’yê bû bersiva pirsên rojnamevan Aras Îbrahîm ên der barê MÎT’ê de da. Gelalî, di bersivên xwe de der barê “xebatên” MÎT’ê yên Başûr de agahiyên balkêş parve kirin.

‘Şandeya MÎT’ê ya ji 30 kesan pêk tê li Mûsilê ye’

Gelalî, der barê liv û tevgera MÎT’ê ya li Mûsilê de ev tişt got, “Ez ê agahiyek bidim heta niha nehatiye parvekirin. Li Mûsilê şandeyeke ya MÎT’ê ya 30 kesî heye. Armanca vê komê diyare li herêmê. Nêzî mehekê ye ku kar dikin, armanca wan zêdetir bandorê li ser pêkhateyên herêmê bike. Desthilata xwe li ser Şengal û derdorê wê ferz bike. Li gorî min dixwazin hebûna êzidiyan tune bike. Wisa biçe bandorê wê li ser erebên koçber ên hatine herêmê jî bike. Li gorî min wê siberojê metirsiyek mezin li ser xwişk û birayên me yên êzidî bike. Ev demeke karê wiha tê kirin, lê kêmtirîn mehekê ye ev şande hatiye Mûsilê. Ez weke dilsoz û çavdêrek ji bo welat û neteweya xwe qala vê yek dikim. Hêvî dikim hemû alî bi kêmtirîn ziyat ji êrîş û dagirkeriya Tirkiye, Sûriye, Îran derkevin. Hêvî dikim lihevkirinek nava aliyên siyasî yên her çar parçeyan bibe.”

Fîdan serdana Bexdayê kiribû

Hêjayî bibîrxistinê ye Serokê Îstixbarata Tirk Hakan Fîdan 11’ê Îlonê serdana Bexdayê kiribû û bi rayedaran re bi taybetî bi Serokkomarê Iraqê Berhem Salih, Serokwezîr Mustefa El-Kazimî û Serokê Sunniyan Hamîs Hançer re gelek hevdîtinên veşartî û aşkera kiribû.

Tevgera MÎT’ê ya li Kerkûkê

Li gorî belgeya ku ji aliyê Dezgeya Îstixbaratê ya Iraqê ku li Kerkûkê hatiye amadekirin û li ser tevnên dijîtal ên girêdayî Heşdî Şebî belav bûye, bi îmzeya Rêveberiya Îstixbarata Iraqê ya Kerkûkê li ser e û dîroka 28’ê hezîrana 2022’an li ser e, hefteya borî 10 wesayîtên ji wana 5 cûrê bi Toyota, 4 bi cûra Taho û 1 jî bi cûra Ram ku li ser navnîşanên MÎT’ê hebûn ji Hewlêrê ber bi Kerkûkê ve çûne. Li gorî heman belgeyê ew wesayîtên MÎT’ê li nêzî balafirgeha Kerkûkê hatine dîtin. Li gorî vê belgeyê Saziya Îstixbarata Iraqê kariye cihê MÎT’ê yê li Kerkûkê aşkera bike, lê heta niha tu helwestek li ber vê nehatiye nîşandan.

Kesên ku bixwazin axaftina Gelalî guhdar bikin dikarin ji vê lînkê temaşe bikin:

Aryen TV – بەرنامەی تەوەری ڕۆژ – پیلانێکى نوێی هەرێمی و ناوچەیی دژ بە گەلی کورد | Facebook