18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Şaredarê AKP’yî bi parêzvanên xwe li dibistanan geriya

Şaredarê AKP’yî yê Adenîzê Mehmet Mustafa Gultak li gel parêzvanên xwe bi çekan li ser sindoqan digere. Namzetê Partiya Çepên Kesk Alî Bozan bertek nîşan da û xwest girtek bê girtin.

Li Mêrsînê hê jî dendgayîn didome. Şaredarê Navçeya Akdenîzê yê AKP’yî Mustafa Muhammed Gultak tevî ku tu rayeya wî nîne jî bi parêzvanên xwe yên çekdar re li gelek dibistanên navçeyêgeriya. Namzetê Parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk ê Mêrsînê Alî Bozan kêliya ku li dibistanên Mîmar Sînan û Hatîce Ulu yên navçeyê digeriya, bi Gultak ê AKP’yî û parêzvanên wî re rûbirû ma. Bozan diyar kir ku serdanên Gultak bêraye ye û nehiqûqî ye û divê şaredar li ser sindoqan negerin û giliyê Gultak ji serokên sindoqan re kir.

Di vê kêliyê de rojnamevanên xwestin dîmenan û wêneyan bigirin, ji aliyê parêzvanên Gultak ve hatin astengkirin. Gultak têkildarî rexneyên li xwe wiha bersiv da: “Ez karmendê dewletê me.” Alî Bozan serokên sindoqan hişyar kir û xwest derbarê Gultak de girtek amade bikin. Bozan got ev hewldanên Gultak provokasyon in.