3 Temmuz, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Şaredarî bi gel re “Plana Stratejîk” a 5 salan amade dike

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê di çarçoveya amadekariyên “Plana Stratejîk” a 5 salan de li kolanan stand danî û li daxwaz û pêşniyarên xelkê Amedê guhdarî dike

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ji bo amadekirina Plana Stratejîk a salên 2025-2029’an, dest bi xebatan kir. Şaredarî, gel, keya, saziyên sivîl, hevşaredar, endamên meclisan, sazî û dezgehên cemaweriyê yên li 17 navçeyan jî tev li xebatan dike. Dê di çarçoveya xebatan de li daxwaz û pêşniyaran were guhdarîkirin û Plana Stratejîk a ji bo 5 salan were amadekirin.

Di çarçoveya van xebatan de Midûriyeta Şaxa Pêşxistina Stratejiyê ya Serokatiya Daîreya Xizmetên Darayî li gelek noqteyên bajêr standan vedike û hêviyên gel dipirse. Di vê çarçoveyê de ev 4 roj in di danên roj û êvarê de li navçeyên Sûr, Peyas, Rezan û Bajarê Nû stand hatine danîn û li daxwazên gel tê guhdarîkirin. Noqteyên standên ji bo dagirtina forma daxwaz û xwestekan lê hatine danîn wiha ne: “Parka Koşuyoluyê, pêşiya Mizgefta Mezin, Parkorman, Kolana Hunerê, Parka Newrozê, Cadeya Gaziyê, Parka 75’ê, AVM ya Nînovayê, Kuçeya Deriyê Nû, AVM ya Winstonê, Kolana Ekîncîler, Parka Goletliyê, Pira Dehderî, AVM’a Ceylanê û AVM’a Forumê.”

Welatî ji xebatê kêfxweşin

Welatiyên ku di forma daxwaznameyê de nêrîn, pêşniyar û daxwazên xwe nivîsandin diyar kirin ku ew ji ber xebatê keyfxweş in û spasiya şaredariyê kirin. Ji welatiyan Meltem Sencan ji ber vê derfetê spasiya Şaredariya Bajarê Mezin kir û wiha got: “Dema min stand dîtî keyfxweş bûm. Min daxwaz û pêşniyarên xwe kirin. Hêvîdar im ev daxwazên min pêk bên.”

Baran Balkaya jî diyar kir ku ew keyfxweş e ku şaredariyê li daxwaz û pêşniyarên wî guhdarî kiriye. Yûsûf Bayrak jî ev tişt anî ziman: “Beriya vê şaredariyê qeyûm hebû. Em diçûn wir û lê tu kes eleqedar nedibû. Niha pir baş e. Me gazincên xwe ragihandin. Hêvîdarim pêk bên.”

Şaredariyê anket da destpêkirin

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê jî di çarçoveya Plana Stratejîk a 2025-2029’an de lêkolîneke anketê ya bi navê “Bandor û feraseta xizmetên li ser civakê” amade kir. her kes dikare li ser malper û hesabên medyaya dijîtal ên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê xwe bigihîne anketê.

Welatî dikarin li ser vê lînkê xwe bigihînin anketê:

https://www.diyarbakir.bel.tr/anket