26 Haziran, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Şaredariya Êlihê bîlançoya talana qeyûm aşkera kir

Hevşaredara Êlihê Gulistan Sonuk diyar kir ku qeyûm mal û milk û budçeya şaredariyê pêşkêşî saziyên dewletê kiriye û got: “Em ê li pêşberî darazê hesab bixwazin.”

Şaredariya Êlihê ya DEM Partiyê ji bo balê bikişîne ser bêmetodiyên di dema qeyûm de pêk hatin, li hotêlek bajêr civîna çapemeniyê li dar xist. Hevseroka Şaredariya Êlihê Gulistan Sonuk û encumenên şaredariyê û rêveberên DEM Partiyê ya Êlihê beşdarî civînê bûn.

‘Em ê hesabê her qurûşekî ji wan bixwazin’

Gulistan Sonuk diyar kir ku talan û rûxandina ku qeyûm pêk aniye gelek zêde ye û got: “Li şûna ku xizmet ji gel re bê kirin, lê pereyên budçeya şaredariyê, mal û milkên şaredariyê li alîgiran û saziyên dewletê hatiye belavkirin. Deynê qeyûmê serdema çûyî li ser deynên qeyûmê serdama 2016’an zêde bûye. Şaredariya me hatibû destserkirin û xistine bin deynan. Em ê li hesabê her qirûşek şaredariyê bipirsin. Em ê tişta ku aydî gel e, bidin gel. Em ê hesabê hemû dizî û talana ku hatiye kirin li pêşberî darazê ji wan bixwazin.”

3 milyar Û 53 Milyon û 977 hezar deyn

Sonuk mal û milkê şaredariyê ku li saziyên dewletê hatiye belavkirin û budçeya ku ji alîgir û saziyên dewletê re hatiye veqetandin yek bi yek rêz kir û wiha got: “Qeyûm, şaredariya me 3 milyar û 53 milyon û 977 hezar lîre di bin deyn de hiştiye. Mal û milkê cemaweriyê û budçeya şaredariyê ne di çarçoveya qanûnî de û ji bo xizmeta gel hatiye bikaranîn. Dahat û çavkaniyên şaredariya Êlihê bi armancên cuda ji bo saziyên din ê dewletê hatiye xerckirin. Em ê li hesabê vê rûxandina giran bipirsin.”