17 Eylül, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Şedal: Emê têkoşîna xwe mezin bikin

Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslihan Şedal anî ziman ku bi awayekî hovane nivîsên kurdî jê dibin û ew ê têkoşîna li dijî vê yekê bidomînin.

Lijneya Rêveberiyên Herêmî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), “Komxebata Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk” li dar xist. Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan, Hevserokên Giştî yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar û Keskîn Bayindir, siyasetmedar Sebahat Tuncel û hevşaredarên DEM Partiyî tev li bûn.

Di komxebatê de ewil Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal axivî. Şedal, qurbaniyên Komkujiya Şengalê ya 3’yê Tebaxa 2014’an bi bîr anî. Şedal da zanîn ku êrişên li dijî şaredariyan didomin û got: “Niha jî di rêveberiyên xwecihî de têkoşîna me ya pirzimanî, pirçandî, pirbawerî heye. Li ser tabelayeke me nivîsên kurdî bibînin êriş dikin. Nivîsên “Pêşî Peya” ku şaredariyên me li ser kolanan dinivîsin, bi awayekî hovane jêbirin. Dîsa di têkoşîna me ya rêveberiyên xwecihî de xwedîderketina li zimanê me, xwedîderketina li çanda me dê bidome. Em ê têkoşîna xwe mezin bikin. Em ê Rêya 3yemîn di rêveberiyên xwecihî de bidin avakirin. Partiya me di rêveberiyên xwecihî de ji bo civakeke demokratîk têkoşîna xwe mezin dike.”

‘Em ê we peya bişînin’

Piştre jî Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan axivî. Bakirhan, komkujiya ezidiyan şermezar kir û got: “Me di hilbijartinên 31’ê Adarê de serkeftineke mezin bi dest xist. Em niha bi îktîdareke kêmînan re rû bi rû ne. Vê îktîdara kêmînê xwest heman rêbazê li Wanê biceribîne lê gel destûr neda. Lê bo xwe ders negirtin û îcar li Colemêrgê kêmîn danîn. Ev hiqûqeke çawa ye ku beriya ragihandina biryara dadgehê qeyûm tê tayînkirin? Hiqûq, edalet û dijminatiya we ya li hemberî kurdan wêran bibe. Em ji bo Colemêrgê nesekinîn û dê qet nesekinin. Her cureyên xerabiyê kirin û dikin. Niha jî nivîsên hişyariyê yên bi kurdî hedef digirin. Vê dijminatiya xwe ya li dijî kurdan bi dawî bikin. Hûn sûwar hatin em ê we peya bişînin. Bila li şûna wan nivîsan nivîsa ‘Ji ewil bibin mirov’ bê nivîsandin.

Kurd ji ber govendên xwe tên girtin, îşkencekirin û lê tê xistin. Tişta ev dikin faşîzm e, nîjadperestî ye. Peywireke mezin dikeve ser milê hevşaredarên me. Li dijî van qedexeyan, em ê xwedî li govend, ziman û çanda xwe derkevin. Ji bo parastin û mezinkirina van dê şaredariyên me hêj bêhtir bixebitin. Banga min a ji bo gelê me jî ev e; li her cihê hûn daholê dibînin bi girseyî govendê bigerînin. Li cihê dahol nebe jî li deriyan, li tenekeyan bixin lê dîsa jî govendê bigerînin.

Ne tenê dijminê kurdan e, dijminê xwezayê ne. Govend, du peyvên kurdî û sembolên me ne. Ev besî wan nekir ku îcar dijminatiyê li heywanan dikin. Qanûna qetilkirina heywanan bi şer û aloziyê ji Meclisê derbas kirin. Banga min ji bo we ev e; em ê vê qanûnê nas nekin û cîbicî nekin.

Di 2016’an de 380 milyon lîre deynê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hebû lê niha bûye 9 milyar lîre. Yê Amedê bûye 3,5 milyon. Hêj gelek mînakênd in hene. Tevî ewqas deynî jî tu xizmet ji gel re nekirine.

Di tevahiya pergalên navendparêz de dizî, nelirêtî, îsraf û hwd. hene. Li her dera cîhanê wiha ye. Lê li hemû welatên bi rêbaza rêveberiyên nenavendî tên birêvebirin, hiqûq, edalet û demokrasî heye. Lê Tirkiye ji hêla rejîma yekzilamî ve tê birêvebirin lewma dizî, nelirêtî zêde ye, demokrasî, azadî û hwd. tune ne. Em demokrasiya herêmî diparêzin û dixwazin rayeyên rêveberiyên herêmî bên zêdekirin.

Li cihên navendîparêzî lê heye yekperestî heye, dijberiya ‘pêşî peya’yê heye. Înkarkirina govendê, girtin, binçavkirin û astengkirina nasname, ziman û baweriyên cuda heye. Di vê sedsalê de pêdiviya Tirkiyeyê bi pergaleke demokratîk heye. Pêdivî bi xurtkirina demokrasiya herêmî û zêdetkirina rayeyên wan heye. Em ji bo vê têdikoşin. Heta statûya kurdan neyê qebûlkirin û mafê hemwelatiya wekhev nekeve meriyetê, dê li Tirkiyeyê tu hikûmet nekarin bi ser kevin. Rêya xelasiyê, Tirkiyeyeke ku statûya kurdan nas dike, hemwelatiya wekhev qebûl dike ye.”