26 Haziran, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Sedemê ketina helîkoptera serokkomarê Îranê çi ye?

Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Îranê rapora der barê sedema ketina helîkoptera serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî de belav kir û sedem wekî teknîkî nîşan da

Li gorî rapora fermandariyê, piraniya agahiyên derbarê sedema ketina helîkoptera serokkmarê Îranê de hatine komkirin, li gorî lêkolînên destpêkê jî sedema ketina helîkopterê teknikiye, lê ji bo hemû agahiyan jî pêwîstî bi demek din heye.

Di heman raporê de hate gotin ku ti cihê gule yan jî tiştek din li ser helîkopterê nehatiye dîtin, helîkopter ji ber bi çiya ketiye, şewitiye.

Hêjayî gotinê ye di 19’ê Gulanê de serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî û Serokkomarê Azerbaycanê Îlham Aliyev li ser sînorê Îran û Azerbeycanê bi merasîmeke fermî bendavek vekiribû.

Piştî wê serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî bi helîkopterê vegeriya û helîkopter li herêma Culfayê ya Tewrêzê kete xwarê.

Helîkoptera Reîsî piştî demek dirêj hat dîtin, medya Îranê ragihand ku ji helîkopterê kes sax rizgar nebûye.

Di helîkopterê de kî hebûn?

Di helîkoptera ketî xwarê de tevî serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî, Wezîrê Karên Derve yê Îranê Husên Emîr Abdulahiyan, Melayê Înê yê Tewrêzê Ayetulah El Haşim û Parêzgarê Azerbeycana Rojhilat Melîk Rehmetî jî hebûn. Herwiha hate gotin ku 2 rayedarên leşkerî yên Supaya Pasdaran û 3 muretebat jî di heman helîkopterê de bûn.