22 Haziran, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Şehîdên Gulanê li Şirnex û Amedê bi bîr anîn

TJA, DBP û DEM Partiyê li Şirnex û Amedê ji bo “Şehîdên Meha Gulanê” merasîmên bîranînê li dar xistin û peyamên domandina têkoşînê dan.

Rêveber û aktîvîstên TJA, DEM Partî û DBP’ê li Şirnex û Amedê ji bo bîranîna Ferhat Kurtay, Necmî Oner, Eşref Anik û Mahmût Zengîn ên di 17’ê Gulana 1982’yan de li Girtîgeha Hejmar 5 a Amedê xwe şewitandin û kesên di meha Gulanê di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dayîn merasîma bîranînê li dar xistin.

Şirnex

Endam û rêveberên DBP, TJA û DEM Partiyê li Şirnexê li avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ji bo çaran bernameya bîranîne pêk anî. Parlamenterê DEM Partiyê yê Şirnexê Mehmet Zekî Îrmez, endam û rêveberên DBP rêxistinên DEM Partiyê, Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê û aktîvîstên TJA’yê beşdarî bîrarînê bûn. Bîranîn bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Di bîranînê de Hevserokê DBP’ê yê Qilebanê Abdullah Yaman axivî. Yaman, diyar kir ku têkoşîna ku di wan salan de hatiye dayin pêşeroja wan ronî kiriye û wan bihêz dike. Yaman, wiha domand: “Her tim xwe deyndarê gelê xwe hîs kirine. Tevî vê jî di oxira jiyaneke azad û rûmet de ketin ser vê riyê û riya têkoşînê diyar kirin. Me hêz û îradeya xwe ya ev 50’î sal in mezin dibe ji van hevreyên qehreman wergirtiye.”

Piştî axaftinan, sînevîzyona ku jiyan û tekoşîna lehengên Meha Gulanê vedibêje hate temaşekirin. Bîranîn bi dirûşma “Şehîd namirin” bi dawî bû.

Amed

Komeleya Yekitî, Çand û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Windakirin (MEBYA-DER), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Komeleya 78’an, Federasyona Komeleyên Hiqûqî û Piştevaniyê yên bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Medê (MED TUHAD-FED), Komeleya Mafên Penaberan û Civakî (GOÇ-DER) û Meclisa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) jî ji bo “Şehîdên Meha Adarê” li hotêleke navçeya Sûrê bîranîn li dar xist. Gelek welatî tev li merasîma bîranînê bûn. Li eywanê pankarta “Nirxên me di pira di navbera tarîtî û ronahiyê de ne” hate daliqandin. Bîranîn bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir û piştre jî dirûşma “Şehîd namirin” hate berzkirin. Piştre jî kurtefîlmeke têkildarî kesên jiyana xwe ji dest dayîn hate pêşandan.

Hevserokê MEBYA-DER’ê Mehmet Emîn Kiliç diyar kir ku meha gulanê meha lehengiyê e û bal kişand ser têkoşîna gelê kurd. Kiliç, da zanîn ku ji Hakî Karer heta Çaran û Mazlum Dogan têkoşîn domiyaye û wiha got: “Em xwedî li nirx û têkoşîna xwe derkevin.”