18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Selahattîn Demîrtaş: Di vê qonaxê de dest ji polîtîkaya çalak berd didim

Siyasetmedarê girtî Selahattîn Demîrtaş wiha got: “Mîna her rêhevalê xwe yê di girtîgehê de ez jî têkoşîna xwe didomînin. Di vê qonaxê de ez dev ji polîtîkaya çalak ber didim.” 

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê berê Selahattîn Demîrtaş ku li Girtîgeha Tîpa F ya Edîrneyê tê ragirtin, da zanîn ku dev ji polîtîkaya çalak ber dide. Demîrtaş, li ser hesaba xwe ya twîtterê ev peyam parve kir: “Merhaba. Ez, du paragrafên hevpeyvîna xwe ya dê sibe di Arti Gerçekê de bê weşandin bi we re parve dikim: Ez li ser navê xwe, ji ber ku me polîtîkayeke hêjayî gelê xwe nemeşand ji dil lêborîna xwe dixwazim. Ez soz didim ku dê bi hewldanên xwe yên pratîkî van kêmasiyan derbas bikim. Her wiha, ji bo rexneyên çêker ên li dijî min tên kirin jî spas dikim. Ez ê hewl bidim ji rexneyên tên kirin sûdê bigirim. Mîna her rêhevalê xwe yê di girtîgehê de ez jî têkoşîna xwe didomînin. Di vê qonaxê de ez dev ji polîtîkaya çalak ber didim. Silav û hezkirinên xwe ji bo we tevan dişînim û we bi hesret hembêz dikim. Bi hêviya ku di rojên azad de hev bibînin.”