4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Selma Gurkan ji bo serokatiya EMEP’ê hat hilbijartin

Piştî îstifakirina Ercument Akdenîz ji bo serokatiya EMEP’ê Selma Gurkan hat hilbijartin.

Serokê Giştî yê Partiya Kedê (EMEP) Ercument Akdenîz du roj berê ji serokatî û endamtiya partiya xwe îstifa kir. Piştî îstifakirina Akdenîz duh Lijneya Giştî ya Birevebirina partiyê ji bo diyarkirina serokatiya giştî ya partiyê li hev civiya. Lijneya Giştî ya Birêvebirina EMEP, ji bo serokatiya partiyê Selma Gurkan hilbijart.

Selma Gurkan kî ye?

Selma Gurkan, di sala 1961’an de li Enqerê ji dayik bû. Gurkan, piştî ku demeke dirêj di Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) de karên sendîkayî kir, di sala 2011’an de ji bo serokatiya EMEP’ê hat hilbijartin. Ji sala 2011’an heta meha mijdarê ya 2020’an Gurkan serokatiya EMEP’ê kir.