3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Senatoya Berlînê nivîskar Çakar xelat kir

Jûriya Çandê ya Senatoya Berlînê nivîskara kurd Yildiz Çakar hêjayî xelatê dît. Jûriyê bi Çakar re 20 nivîskarên din jî xelat kir.

Jûriya Çandê ya Senatoya Berlînê ku ji sala 2018’an ve xelat dide berhemên nivîskarên navneteweyî yên bi almanî nanivisînin, encamên 194 serlêdanên ku lê hatibûn kirin, aşkera kir. Jûriyê, nivîskara kurd Yildiz Çakar jî di nav de berhemên 21 kesan hêjayî xelatê dît.

Jûriyê, romana ‘Xeyalfiroş’ a Çakar ji bo sala 2023’yan hêjayî xelatê dît. Çakar di sala 2020’an de jî bi romana xwe ya “Hangar Fünf” hejayî hemman xelatî hatibû dîtin. Çakar, der barê mijarê de li ser hesabê xwe yê medya sanal agahî parve kirin. Çakar, di parvekirina xwe de ji ber xelatkirinê kêfxweşiya xwe anî ziman û got ku wê di havînê de beşek ji romana xwe bi wergera elmanî li mala wêjeyê bixwîne.

Yildiz Çakar kê ye?

Yildiz Çakar, di sala 1978’an de li Amedê ji dayik bûye û helbest, şano, roman dinivisîne. Di ciwaniya xwe de di rojnameyên kurdî û tirkî de nûçegihanî û edîtorî kiriye. Di sala 2004’an de pirtûka xwe ya helbestan a bi navê “Goristana Stêrkan” çap kiriye û heta niha heft pirtûkên wê hatine weşandin. Gelek helbest, şano û çîrokên Çakar ji bo zimanê tirkî, erebî, elmanî û îngîlîzî hatine wergandin.