3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Sendîkaya Basin Îş’ê daxwaza berdana rojnamegerên binçavkirî kir

Sendîkaya DÎSK Basin Îş’ê xwest ku rojnamegerên li Îzmîrê hatin binçavkirin tavilê bên bedan û wiha got: “Dê têkoşîna me ya ji bo azadiya çapemeniyê bidome. Dê rojnameger gav bipaş de navêjin.”

Sendîkaya Karkerên Çapemenî, Weşan, Rojnamegerî, Grafîk-Tasarim-Çap û Ambalaj Pîşesaziyê ya Tirkiyeyê (Sendîkaya Basin Îş’ê) ya girêdayî Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) têkildarî nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (Ma) Semta Turan, Delal Akyuz û Tolga Guney, nûçegihana JINNEWS’ê Melîke Aydin û nûçegihanê Gazete Duvarê Cîhan Başakçioglû ku di 13’ê sibatê de li Îzmîrê hatin binpçavkirin û hêj di bin çavan de ne daxuyanî da û xwest ku tavilê bên bedan.

Daxuyanî, li pêşiya avahiya sendîkayê ya li Beyoglû ya Stenbolê hate dayîn û endamên Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG), Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG), Sosyal-Îş’ê û gelek rojnameger tev li daxuyaniyê bûn.  Di daxuyaniyê de pankarta “Rojnamegerî sûc nîne” hate vekirin.

‘Kes nikare çapemeniya azad bêdeng bike’

Endama Lijneya Disiplînê ya DÎSK Basin-Îş’ê Dîren Yurtseven di daxuyaniyê de axivî. Yurtsever got ku ji bo hilbijartinên rêveberiyên herêmî demekî kin ma ye û di serdemeke wiha de hedefgirtina xebatkarên Çapemeniya Azad nayê qebûlkirin. Yurtseven wiha domand: “Em ji bo teşhîrkirina zextên li ser rojnamegeran û piştevaniya bi hempîşeyên xwe yên di bin çavan de hatin vê derê. Kesek nikare Çapemeniya Azad bêdeng bike û rojnamegerî nayê darizandin.”

5 rojameger 3 rojin ku binçavkirî ne

Endamê Lijneya Rêveber a DÎSK Basin-Îş’ê Îzel Sezer metna daxuyaniyê xwend. Sezer, got ku zext, binçavkirin û girtinên li dijî rojnamegeran li Tirkiyeyê êdî bi awayeke sîstematîk tên kirin û wiha domand: “Bi taybet jî di serdemên hilbijartinan de ev zext zêdetir dibin. Ev rêbaz, êdî veguheriye sepaneke asayî yê îktîdarê. Hevalên me yên rojnameger di 13’e sibatê de ji pişt ve hatin kelemçekirin û binçavkirin. Di heman demê de dest danîn ser kamera û wênekêşên wan.”

‘Dixwazin rojnamegeriyê krîmînalîze bikin’

Bi domdarî Sezer anî ziman ku rojnameger ji ber xebatên xwe yên pîşeyî di hedefa îktîdarê de ne û axaftina xwe weiha bi dawî kir: “Rojnameger ji pişt ve hatin kelemçekirin, bi ser malên wan de girtin, ji bo dosyaya wan biryara nepeniyê hate dayîn û heta 24 saetan jî hevdîtina bi parêzeran re asteng kirin. Bi van sepanan hewl didin rojnamegeriyê krîmînalîze bikin. Îktîdar, darazê li dijî rojnamegeran weke amûra zextê bi kar tîne. Em van girtin û binçavkirinan qebûl nakin. Azadiya çapemeniyê yek ji rêgezên sereke yên demokrasiyê ne lê li Tirkiyeyê di bin xetereyeke mezin de ye. Banga piştevaniyê li her kesî dikin. Parastina çapemeniya azad û mafê agahîgirtinê yê civakê ne tenê peywira rojnamegeran e. Divê li dijî hewldanên krîmînalîzekirinê û parastina mafê agahîgirtinê, divê her kes li dijî van zextan dengê xwe bilind bike û piştevaniyê xurtir bikin. Em dê têkoşîna xwe ya ji bo azadiya çapemeniyê bidomînin û dê ev zext nekarin bi rojnamegeran paşvegav bidin avêtin. Banga me ew e ku hevalên me yên di bin çavan de tavilê bên berdan.”