22 Haziran, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Şengalî vedigerin ser cih û warê xwe

Şengaliyên li kampên Başûrê Kurdistanê pêl bi pêl li warê xwe vedigerin. Doh 70 malbat vegeriyan Şengalê û çav li rê ye ku îro jî 79 malbat vegerin Şengalê

Ji kampên Mam Reşan û Êsiya yên Dihokê 70 malbatên şengalî vegeriyan ser cih û warên xwe. Şengalî li gund û komelgehên Şengalê belav bûn û bi cih bûn.

Koçberên ji Şengalê doh êvarê gihîştin Şengalê û bi kêfxweşî hatin pêşwazîkirin.Tê payin ku îro jî 79 malbatên Şengalî yên li kampa Mam Reşan vegerin cih û warên xwe.Li gorî biryara hikumeta Iraqê heta 30’ê Tîrmehê kampên li Başûrê Kurdistanê wê bêne girtin.

Lewma vegera li Şengalê vê dema dawiyê zêde bûye.Li gel astengiya PDK’ê jî şengaliyên li kampan dema ku firsendê dibînin li warê xwe vedigerin.Rêveberiya Xweser a Şengalê jî koçberan pêşwazî dike û ji bo bicihbûna wan dibe alîkar.