3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Şêniyên Reqa, Tebga û Minbicê jî komplo şermezar kirin

Bi hezaran şêniyên kantonên Reqa, Minbic û Tebqayê bi meşeke navendî ya girseyî Komploya 15’ê Sibatê şermezar kirin. Meşê ji Qada Jina Azad a li bajarê Reqayê dest pê kir.

Şêniyên kantonên Reqa, Minbic û Tebqayê bi meşeke navendî Komploya 15’ê Sibatê ya lşi dijî rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan şermezar kirin.

Di meşê de posterên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, alên HSD’ê û pankartên “Bi fikrê neteweya demokratîk em ê hilweşînin Komploya Navneteweyî û “Bi îradeya gelan em ê dîwarên Îmraliyê hilweşînin” hatin hildan.

Li Çerxerêya El Neîm endama Rêveberiya Meclisa Gelan a Demokratîk a Kantona Reqayê Laşîn Ebdullah axivî û got: “Dewletên kapîtalîst komplo li dijî Rêber Abdullah Ocalan li dar xist. Em ê tê bikoşîn heta ku azadiya fîzîkî ya rêberê xwe bi dest bixin. Em ê li ser şopa fikrên wî bin ku ji gelan re ronahî ne.”

Cîgirê hevserokatiya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hemdan El Ebid jî got: “Ji axa Firatê, ji bajarê Ebdulselam El Icêlî em Rêber Abdullah Ocalan silav dikin. 25 sal e komplo berdewam e. Ev roj, roja reş e ku hêzên li ser hesabê gelan projeya xwe ava kirin, li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk anîn.”

El Ebid bang li gelên herêmê kir ku hevgirtî bin, li ser şopa Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bin ji bo ku azadiya wî ya fîzîkî pêk bînin.