15 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Şer dê dijwartir bibe

Berpirsê Navenda Kurdî ya Lêkolînan Newaf Xelîl têkildarî şerê Hamas û Îsraîlê anî ziman ku xuya dike ku dê şer mezintir bibe û xwest kurd li çar parçeyan amadekariyên xwe bikin

Hamasê di 7’ê cotmehê de li dijî Îsraîlê êrîşek pêk anî û şerê di navbera 2 eniyan de dest pê kir. Heta niha di encama şerê di navbera Hamas û Îsraîlê de bi hezaran kesan jiyana xwe ji dest dan û bi hezaran kes jî birîndar bûn. Herî dawî Îsraîlê êrîşî nexweşxaneyekê kir û zedeyi 500 kes hatin kuştin. Xuya dike ku şer dê demekê bidome. Têkildarî geşedanên di navbera Hamas, Îsraîlê û polîtîkayên dewleta tirk a li dijî kurdan û Rojava Berpirsê Navenda Kurdî ya Lêkolînan Newaf Xelîl nirxandinên fireh kir.

Newaf Xelîl anî ziman ku têkoşîna filistiniyan bêtir di sala 1969’an de dest pê kir û wiha got: “Piştî dewleta Îsraîlê di sala 1948’an de ava bû, gelek tevger hatin avakirin. Tevgerek jêre digotin Netewperwerên Ereb. Ev tevger bêtir neteweyî bûn. Tevgera Rizgariya Filistinê ku serokê yê Yasar Erefat bû. Bêtir dewletên ereb piştgiriya wan dikir. Piştî qonaxeke cuda dest pê kir, tevgera Hamasê di sala 1987’an de hat avakirin. Ev tevger yek ji baskê Birayên Muslimîn ê Filistînê ye.”

Hamasê salek bû amadekarî dikir

Newaf Xelîl diyar kir ku tişta aşkera Hamasê gelek amadekariyên xwe kirin û wiha axivî: “Herî kêm nêzî salekê ji bo vî şerî amadekariyên xwe kir. Gelek tatbîqat kirin. Me wêneyê gelek tatbîqatan dît. Ev tatbîqat li ber çav in. Îstîxbarata Îsraîl û saziyên wan bi taybetî Netenyahû li beramberî têkçûnek mezin e. Ji ber ku digotin Hamas bi desthilatdariyê mijûl bûye. Îspata wan a vê yekê jî digotin; ‘Par dema şer çêbû, beriya çend meha dema cîhada îslamî êrîşî me kir, têkiliyê wan jî bi Îranê re pir xurt e. Bi kêmanî wekî Hamas xurt in.’ Digotin wê demê Hamasê dengê xwe nekir. Wê demê diyar bû ku Hamasê amadekariyên gelek mezin dikir.”

Dixwazin girtiyên xwe rizgar bikin

Newaf Xelîl bal kişand ser armanca êrîşên Hamasê û wiha berdewam kir: “Hamas bi vê êrîşê çi dixwaze. Yek dibêje em ê difinê îsraîliyan bişkînin. Ya duyemîn dibêjin em ê girtiyên xwe tevan berdin. Di ser 5 hezar girtî hene. Wê çawa berdin. Berê jî tiştên wisa çêbûn. Di 2011’an de yek leşkerê Îsraîlê hatibû girtin. Îsraîlê hezar û 320 kes li hemberî leşkerekî xwe berdan. Vê carê armanc dikin ku bi sedan leşkerên îsraîlê bigirin û zindanan bi temamî vala bikin. Piştre li hemû derê bibin desthilatê. Tevgerên din qels bûne. Îsraîl jî qels bûye. Hamasê dîsa dest bi êrîşan kir. Êrîşî Mihricana Muzîkê kirin. Bi sedan kes kuştin. Hejmarek mezin mirov hatin kuştin û hatin revandin. Ji aliyekî ve plana wê pêk hat. Lê bertek pir zêde pêş ketin. Ne li benda bertekên wisa zêde bû. Berê jî şer çêdibû. Êrîş çêdibû. Lê bi sînor bûn. Lê vê carê xuya ye dê berteka îsraîliyan pir dijwar be. Hamas dubare dibêje, dibêje pêwiste hemû axa Filistinê rizgar bikin û li vir dewleta serbixwe îlan bikin.”

Îran alîkariyê dide Hamasê

Newaf Xelil li ser armanca Tirkiye û Qatare jî rawestiya û ev agahî dan: “Li vir rola Tirkiyeyê û Qatarê zêde ye. Ji aliyekî ve têkiliya Hamas û Cîhadê bi Îranê re heye. Îran alîkariya madî bi wan re dike. Perwerdehiyê dide wan. Ji aliye teknîkê dê de pêş ketine. Bi hezaran fuzeyan bi yek çarê berdidin. Di navbera Qatar û Tirkiyeyê de jî kordîneyek mezin heye. Hemû rayedarên bilind ên Hamasê li Qatarê bûn. Berê dema şer gur dibû, rola sereke ya Qatarê bû. Piştre ya Tirkiyeyê û herî dawî ya Misirê bû. Lê vê carê Tirkiye baş dizane ku dê Îsraîl nêzîkatiyek wekî berê nişan nede.”

Xwestin kes nebêje ‘Ez kurd im’

Xelîl li ser armanca dewleta tirk a li ser Rojava jî rawestiya û wiha dirêjî da axaftina xwe. “Armanca siyaseta Serokê Tirkiyeyê berdewamkirina projeya belavkirina li li Rojhilata Navîn e. Ev rapora projeye di sala 1920-25’an de li Meclisa Tirkiyeyê hat qebûlkirin. Bi vê projeyê dihat plankirin ku di sala 1950’î de êdî li Amedê kesek nebêje ‘Ez kurd im’. Niha beşek vê planê wekî li Mereş û Meletiyê pêk hat. Lê bi giştî ev proje pêk nehat. Bes ev projeya wan hêj didome. Yek cihê ku di vê projeyê de bi ser ketine Efrîn û Serêkaniyê ye. Li Efrînê bi sed hezaran kurd koçber kirine. Li Serêkaniyê jî kesên kurd, suryan asûrî koç kirin. Siyaseta sereke ya Tirkiyeyê kurdan tune dihesibînin. Pirsgirêk ne di feraseta Erdogan û Tirkiyeyê de ye. Pirsgirêk ew e ku gelê kurd vê rastiyê çawa dibînin.

Divê dinya rastiya li Rojava zanibe

Ev ne tenê siyasetek durû û dijminanî ye. Em tev dizanin ku ev siyaseta li dijî gelê kurd e. Ya muhîm çawa cîhan bi vê rastiyê zane. Wê çawa zanibin ku kesên 300 hezar efrînî koçber kirine û yek kurd li Serêkaniyê nehiştine, radibe dibêje ‘Nabe ku li Filistinê bi cih bibin’. Dîsa wezîrê derve ku wekî wezîrê şer Hakan Fîdan dibêje ‘Vaya dizî ye’. Gelo tişta li Efrîn û Serêkaniyê pêk tê çi ye? Pêwîst e dinya zanibe ku dewleta tirk dagirkerî û kolonyalîzmek çawa li herêmê pêş xistiye.”

Dîplomasiya kurdan qels e

Xelîl li ser sedema bêdengiyê jî rawestiya û wiha pêde çû: “Çima deng zêde bilind nabe. Ji ber ku dîplomasiya kurdan qels e. Ragihandina wan qels e. Helwesteke wekî ya li Kobanê derneketiye holê. Li bakurê Kurdistanê siyaseta HEDEP’ê qels e. Eger meş û mîtîngên ku bi sed hezaran kes beşdar dibin pêk neyên, dê bandor li dewletê neye kirin. Hêza ku civînên bi deh hezaran pêk bê heye.”

Dê şer mezintir bibe

Xelîl li ser siberoja şer jî rawestiya û wiha axivî: “Ev şer dê bi ku ve here. Netenyahû bi 10’an sal in rêveberiya Îsraîlê dike. Bûye sedem ku Îsraîl qels bibe. Bûye sedem ku Hamas ew qas bi hêz bibe. Ji ber vê yekê Netenyahû dê her tiştî bike ku vê carê şerekî cuda pêş bixe. Xuya ye ku ev şer heta hemû binesaziya Hamasê hilweşîne dê bidome. Serokê DYA’yê piştgiriyek taybet dide Îsraîlê. Ji ber ku di civata şer de amade bû. Dîsa Brîtanya alîkariyek bêhempa pêşkêşî wan dike. Netenyahû dibîne ku şensek wan a pir mezin heye ku darbeyek pir mezin li Hamasê bixin. Xuya ye ku dê şer pir dijwar bibe. Ku Hizbûllah ji Sûriyeyê yan jî ji Lubnanê destwerdanê bike, dê bertekên Îsraîliyan gelek tund be. Êdî her kes bawer dike ku dê bersiva wan xurt be.”

DYA xwe li Kurdistanê mayînde dike

Xelîl herî dawî li ser pêşeroja Rojhilata Navîn jî rawestiya û wiha got: “Dewletên Rojhilata Navîn, dewletên Ewropa û Amarîkayê dê êdî wekî berê nêzî hêzên wekî Hamas, Cîhad û Birayê Muslimîn nebin. Wê êdî rê nedin van hêz û rêxistinan. Ev jî dê bibe sedem ku hêzên sivîl û demokratik ên filistinî rewşa xwe bêtir baştir bikin. Wê demê dê li Rojhilata Navîn pêvajoyek nû derkeve holê.

DYA dê hebûna xwe li başûrê Kurdistanê jî û li bakur û rojhilatê Sûriyeyê jî xurttir û mayîndetir bike. Ji ber vê yekê divê li çar parçeyên Kurdistanê û hêzên siyasî li gorî wê amadekariyên xwe bike.“