4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Serdema 28’emîn a Meclisê bi torena sondxwarinê ya parlamenteran re dest pê kir

Serdema 28’emîn a Meclisê bi torena sondxwarinê ya parlamenteran dest pê kir. Piştî sondxwarinê, parlamenter dê bi awayekî fermî dest bi peywira xwe bikin

Li gorî rêziknameya navxweyî, şeş parlamenterên herî ciwan ên meclisê dê katîbiya demkî bikin. Di vê çarçoveyê de parlamentera herî ciwan Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Mêrdînê Bêrîtan Guneş Altin, Parlamentera AKP’ê ya Enqereyê Zehranûr Aydemîr, Parlamentera AKP’ê ya Stenbolê Rumeysa Kadak, Parlamentera AKP’ê ya Enqereyê Zeynep Yildiz, Parlamenterê AKP’ê yê Îzmîrê Eyyûp Kadîr Înan dê peywirê li xwe bigirin. Dîwana Serokatiyê ya Demkî dê heta hilbijartina Serokê Meclisê û Dîwana Serokatiyê peywirê li xwe bigirin.

Bi torena sondxwarinê re dê pêvajoya hilbijartina Serokê Meclisê dest pê bike. Piştî ku Serokê Meclisê hate hilbijartin, dê Dîwana Serokatiyê û komîsyon bên avakirin.

Parlamenterên ku ji ber sedemekê nekarîn tev li rûniştina ewil bibin dê bikarin piştre sondê bixwin. Parlamenterê Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP) ê Hatayê Can Atalay ku niha girtî ye, ji ber ku dosyaya wî ya tehliyekirinê ji Dadgeha Bilind re nehatiye şandin, nekarî tev li torena sondxwarinê ya îro bibe.

Tê payîn ku torena sondxwarinê heta derengiya şevê bidome. Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan jî dê piştî daxuyaniya kabîneyê biçe Lijneya Giştî û di roja şemiyê de sondê bixwe.