4 Temmuz, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Serdozger 551 car in serlêdana parêzeran bêbersîv dihêle

Ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û girtiyên li gel wî 39 meh in bi tu awayî agahî nayê girtin. Parêzer ji bo hevdîtinê bi Ocalan re bikin, 551 car in serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê didin. Lê serdozger hemû serlêdan bêbersîv hiştin.

39 meh in bi tu awayî ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Girtî ya Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê girtî, agahî tune ye. Abdullah Ocalan di sala 2019’an de 5 caran bi parêzerên xwe re hevdîtin pêk anî. Hevdîtina dawî 7’ê Tebaxa 2019’an bû. Herî dawî di 3’yê Adara 2020’an de hevdîtina malbatê pêk hatibû. Piştî vê carekê jî di di 25’ê Adara 2021’ê de bi telefonê hevdîtin bi birayê xwe Mehmet Ocalan re kiribû. Piştî vê tu xeber ji Abdullah Ocalan nehatiye girtin.

Serdozger 551 car in ker, lal

Li Îmraliyê tecrîda mutleq ku di lîteratûra hiqûqa navneteweyî de wekî ““încommunicado” tê binavkirin, didome. Li gel vê, hewldanên hevdîtinê yên parêzer û malbatan jî didomin. Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê û malbat her hefte serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê didin û daxwaza hevdîtinê dikin. Ji 25’ê Adara 2021’ê û vir ve, ji bo hevdîtina bi parêzeran re 381 û ji bo hevdîtina bi malbatê re 170 caran bi giştî 551 carî serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Girtîgeha Îmraliyê hatiye dayîn. Lê belê ev serlêdan an bêbersiv hatine hiştin an jî belesebeb bi “cezayên dîsîplînê” hatine redkirin.

Careke din serî li CPT dan

Li Îmraliyê rewşa bêpwendîdanînê didome, lê li gel vê Buroya Hiqûqê ya Asrinê ji bo muwekîlê xwe Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan careke din serî li Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) da. Di raporê de ku geşedanên di navbera 1’ê Sibat û 30’yê Nîsana 2024’an de cih digirin, parêzeran daxwaz kir ku ji bo rakirina şert û mercên muameleya xerab û jiholrakirina bêwendiyê prosedur pêk bê.

 Wezîr: tecrîd tune ye

Dîsa parlementerên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û hevdîtina malbat û parêzeran di 7’ê Kanûna 2023’yan de serî li Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan a Meclisê (ÎHÎK) dabûn. Midûriyeta Giştî ya Girtîgehan  a girêdayî Wezareta Dadê bersiva serlêdanê da. Wezaretê îdia kir ku Abdullah Ocalan ê 38 meh in agahî jê nayê girtin, ji mafên xwe sûd werdigire û tecrîd tune ye.

 Çalakî didomin

Çalakiyên “Nobeda Edaletê” ya di dema greva birçîbûnê de bi pêşengiya malbatên girtiyan hatibûn destpêkirin ber bi asteke din ve çûn. Xizmên girtiyan biryar dan ku her roja duşemê li ber girtîgehên 6 bajaran daxuyaniyê bidin. Di çarçoveya çalakiya “Bibe dengê azadiyê” de malbat li ber avahiyên AKP’ê û girtîgehan tên cem hev û doza azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dikin.

Parlementer, nivîskar, sendîkavan, rojnamevan û akademîsyen jî di nav de ji bo dawî li tecrîda li ser Abdullah Ocalan bê û şandeyek be rbi Îmraliyê ve biçe, name ji CPT’yê re şandin.

 ÇAVKANÎ: MA / Îbrahîm Irmak