3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Serhildana gelê Îranê serî li rejîmê gerandiye

vê carê nikaribû wê behaneya dixwazin welat parçe bikin, bikar bîne, ji ber ji kurdan bigire heta bi farisan, ji Belucan bigire heta bi Azeriyan her kes tev li vê serhildanê bû û daxwaza azadî û guhertina rejîmê bû daxwaza sereke ya hemû gelên Îranê

Serhildana gelê Îranê ku ji 16 meha îlonê de bê navber bi şêwe û awayên cuda berdewam dike serê rejîma Îranê zistiye belayê de û rejîm jî bi rê û rêbazên cuda dixwaze pêşiya vê serhildanê bigire.

Serhildana gelên Îranê ku li rojhilatê Kurdistanê gur bû di demeke kin de li seranserê Îranê belav bû.  Lewre rejîma Îranê bi gelek rê û rêbazan xwest ku pêşiya vê serhildanê bigire lê serhildana gel di meha xwe ya çaremîn de bi vîn û îradeyeke mezin berdewam dike.

Rejîmê xwest ku bi gefa darvekirinê çavên gel bitirsîne lê gel gav bi paş de neavêt, xwest ku bi gef û tundiya hêzên ewlekariyê û pasdaran pêşiya gel bigire lê bi ser neket.

Lewre jî em dibînin ku rejîm neçar maye ku gavan bi paş de bavêje. Beriya çend rojan rejîmê da xuyakirin ku êdî ew ê leşkerên Exlaqê ji pergala xwe derxînin. Niha jî lîderê olî yê Îranê Elî Xameneyî dibêje ku ew dê hin guhertinan di warê pergala xwe ya çandê de bikin.

Xameneyî bi daxuyaniyekê bang li rayedarên dewleta xwe kir ku guhertinan di warê pergala çandê de bikin. Xameneyî di vê der barê de wiha gotiye: “ Divê pergala çandê ya Îranê ji nû ve were avakirin” Xameneyî di hevdîtina xwe ya Konseya çandê ya dewletê de wiha gotiye: “ Pêwîste ku şoreş di bingeha çandê de were kirin û divê konseya çandê vê lewaziya di çandê de li ber çavan bigire.”

Hewldanên xapandinê ne

Li gorî şîrovekarên siyasî yên ku rewşa Îranê ji nêz ve dişopînin dê rejîma Îranê bi hin gavên wiha lewaz û ji bo xapandinê nikaribe pêşiya serhildana gel bigire. Her wiha ev gavên wiha dê nebin bersiv ji bo daxwazên gel û rê li ber jiyaneke azad û wekhev li vî welatî veneke.

Gelek daxuyaniyên ku vê nêrînê piştrast dikin ji gelek aliyên cuda jî hatin kirin.  Wekî mînak ‘Polîsên Exlaqê’ yên ku Jîna Emînî kuştibûn bûbûn sedema raste rast a serhildana gelê Îranê lê ew bûyer tenê wekî çirûskekê bû ku derî ji nerazîbûnan re vekir.

Beriya wê rewşa gelê Îranê ya aborî, buhabûna zêde, bisînorkirina hemû rengên azadiyan û pêşîgirtina li azadiya fikir û ramanê, ev tev berê hebûn.  Bi gotineke din di hiş û dilê gelên Îranê de daxwaza guhertina vê sîstemê hebû ji ber ku ev sîstem êdî nema dibû bersiv ji jiyana gelên vî welatî re.

Vê carê ne tenê kurd li ser piyane

Tiştê ku niha gelê Îranê dixwaze guhertina wê sîstema rizyayî ye guhertineke cewherî û ji kokê ve dixwaze.  Lewre bi van gavên wiha biçûk wê nikaribin pêşiya serhildana gel bigirin, ev serhildana ku roj bi roj bi şêwe û rêbazên nû derdikeve pêş. Gelê Îranê êdî dîwarên tirsê herifandiye û serhildana xwe her roj bi rengekî cuda berdewam dike. Her wiha ne tenê kurd lê vê carê hemû gelên li Îranê dijîn tev li vê serhildanê bûne.

Di hemû serhildanên kurdan de rejîmê ew wekî cudaxwaz û hewldana veqetandina parçeyekê ji Îranê, hewldana parçekirina axa Îranê binav dikirin û bi rêbazên hovanê li dijî wan destwerdan dikir. Lê vê carê nikaribû wê behaneya xwe jî bikar bîne, ji ber ji kurdan bigire heta bi farisan, ji Belucan bigire heta bi Azeriyan her kes tev li vê serhildanê bû û daxwaza azadî û guhertina rejîmê bû daxwaza sereke ya hemû gelên Îranê. Vê carê nerazîbûn giha heta nava malbatên rayedarên rejîmê jî. Beriya çend rojan xuşka Elî Xameneyî jî bi daxuyaniyekê xwe ji birayê xwe û desthilata wî bêrî kir.