22 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Serhildana gelên Îranê bi şêwe û rêbazên cuda berdewam dike

Di van 5 mehên dawî de bê navber xwepêşandan û serhildana gelên Îranê bi şêwe û rêbazên cuda û bi daxwaza azadiyê, bi dirûşma Jin Jiyan Aazadî berdewam dike

Pêleke nû ya xwepêşandanan dest pê kir û pê re li Îranê; gelek karkeran dest bi grevê kir. Karkerên kargeha çîkolata “Fermand” jî yek ji wan kargehan ku ji ber şert û mercên xirab ên karê xwe dest bi grevê kirin. Her wiha ji ber tevlêbûna grevê, rayedarên Îranê bang li hejmarek ji karkerên kargeha Çimento ya Bakur kirin. Li gorî agahiyan, hejmarek karkerên Kargeha Çimento ya Bakur ji ber gotinên xwe yên li ser malperên dijîtal hatine gazîkirin û girtin.

Komîteya şopandina şert û mercên girtiyan di dema xwepêşandanan de, di raporekê de, zextên saziyên ewlehiyê li ser karkeran ragihand û da xuyakirin ku hejmarek ji wan hatine gazîkirin û girtin.

Li gorî dîmenên ku malpera Îran Internationalê weşandine, nîşan didin ku karkerên kargeha çîkolata “Fermand” a Kerecê roja pênşemê bi qîrîna dirûşma “Karker, biqîrin û daxwaza mafên xwe bikin” dest bi grevê kirin.

Karkerên xwepêşandêr di kombûn û greva xwe de daxwaza zêdekirina mûçe û teşwîqên xwe kirin. Hêjayî gotinê ye ku pîşesaziya xwarinê ya fermand” di sala 1995’an de hatiye damezrandin û niha zêdetirî 1500 karker û karmend lê dixebitin.

Bi gotina berpirsên Îranê, enflasyon li Îranê gihîştiye zêdetir ji %50 û hêza kirînê ya beşeke mezin ji xelkê bi awayekî berbiçav kêm bûye.

Hêjayî gotinê ye ku zehmetiyên jiyanê, buhabûn, hejarî û gendelî di Îranê de yek ji sedemên berdewamiya nerazîbûnên xelkê di salên borî de ye.

Her wiha di van 5 mehên dawî de bê navber xwepêşandan û serhildana gelên Îranê bi şêwe û rêbazên cuda û bi daxwaza azadiyê, bi dirûşma Jin Jiyan Aazadî berdewam dike.