3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Serkeftin di yekitiya neteweyî de ye’

Serokê Giştî Partiya Azadî Ayetûllah Aştî û Serokê PSK’ê Bayram Bozyel, der barê peymana Lozanê de aixivîn û destnîşan kir ku derfetên kurdan ji sed saliya beriya baştir in û xwestin ku kurd tifaq û yekitiya xwe saz bikin.

Bi munasebata 100’emîn salvegera Peymana Lozanê ku Kurdistan kir çar parçe partî û tevgerên kurdan ên mîna DBP, HDP, Partiya Çepên Kesk, KKP, PÎA, PSK, PDK-T, Partiya Azadî, Hereketa Azadî, DDKD, Komela Şêx Seîd û Platforma Yekitiya Jinên Kurd li Cemiyeta Rojnamevanan a Başûrê Rojhilat a li navçeya Yenîşehîrê ya Amedê li hev civiyan û daxuyaniyek dan çapameniyê. Bi daxuyaniya ku dan partî û tevgeran destnîşan kir ku ew Peymana Lozanê qebûl nakin û xelasî di yekitiya neteweyî de ye.

Serokê Giştî yê Partiya Azadî Ayetûllah Aştî û Serokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Bayram Bozyel kut ev li vê daxuyaniyê bûbûn, der barê Peymana Lozanê de ji rojnameya me re axivîn û nirxandin kirin.

‘Kurd ji sed sal berê çêtir in’

Serokê PSK’ê Bayram Bozyel, destnîşan kir kurd êdî ne kurdên sed sal berê ne wan bi her awayî derfetên xwe dane avakirin û wiha got: “Kurd îro li gora sed sal berê gelek li pêş in. Şert û mercên wan baştir in, bi avakirina Herêma Federal a Kurdistanê piyekî Peymana Lozanê hatiye şikandin. Perçeyekê Kurdistanê weke defakto weke nîv dewlet hebûna xwe didomîne. Her wiha li Rojava jî kurd li ber derfetên dîrokî ne. Li Tirkiyeyê jî li gor ku ew qas êrîş li ser kurdan tên meşandin jî weke sed sal berê meseleya kurd bi tevahî nehatiye windakirin. Bi giştî cihan ji kurdan re ji sed sal berê çêtir e ji bo azadiya Kurdistanê. Li gora sed sal beriya niha ku Peymana Lozanê pêk hatibû armanca desthilatan di vir de ew e ku dîsa ev bê dubarekirin. Kurd îro xebatên xwe yên ji bo azadiyê didomînin û ew ê van derfetan jî bidin avakirin.”

Di dawiya axaftina xwe de Bozyel, ev tişt anî ziman: “Du faktorên girîng hene; yek jê divê kurd xwediyê siyaseteke hevpar bin. Carinan em dibêjin tifaq û yekitî lê divê ku siyaseteke kurdan a muşterek hebe. Ya duyemîn jî em dikarin bibêjin ên ku bûn sedemên Peymana Lozanê, hêzên emperyal in ên ewropayî ne. Yanî Îngilistan, Fransa, Amerîka û Îtalya bûn. Di roja me ya îro de jî em dizanin ku bi dehemîn meseleyên herêmî rola van dewletan gelek girîng e. Yanî dema ku mirov piştgiriya wan bike dê mirov bikaribe doza xwe li pêş bixe. Li gora van hemû kiryaran jî divê ku kurd bêhtir girîngiyê bidin karê dîplomasiyê û bikaribin piştgirya hêzên navdewletî bigirin. Ji ber ku azadiya kurdan berjewendiya hemû cîhanê ye. Ger ku em siyaseteke bi vî awayî bidin meşandin em bawerin ku dê sed sala pêşiya me rohnîtir be.”

‘Kurd xwe nû dikin’

Serokê Giştî yê Partiya Azadî Ayetûllah Aştî jî diyar kir ku derfetên kurdan ên niha ji sed sal beriya niha gelek baştir in û wiha axivî: “Kurd her ku diçe xwe nû dikin, ne weke berê ne. Sed sal beriya niha bi tu awayî derfetên kurdan tunebûn. Bêxwedî û bêxwedan bûn, îro li gora cihana nûjen kurdan jî xwe nûjen kiriye. Hinek derfet û destkeftiyên kurdan hatine avakirin. Tişta herî xweş hêviyek û baweriyek ji kurdan re jî çêbûye. Tu ji şivan, gavan, siyasetmedar, ciwan û xanimên kurdan bipirsî ew ê hemû jî yekitiya neteweyî pêşniyarî kurdan bikin. Heta ku yekitiya neteweyî tune be Kurdistan ava nabe û kurd bi ser nakevin. Ev tişteke geleke pîroz û baş e. Lê ev yekitiya neteweyî çawa çêbibe, bi ser çi asasî nîqaş li ser bên kirin? Weke Partiya Azadî em di her platformî de her car vekirî dibêjin, pêwîst e hemû sazî û aligirên kurdan bi tabîra teknîkî mêjiyê xwe format bikin û werin li ser masê li hev bicivin. Bi vî awayî be ne mumkun e ku çênebe.”

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê