3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Serokê berê yê Katalonyayê serdana KNK’ê kir

Serokê berê yê herêma Xweser a Katalonyayê Carles Puigdemont li gel şandeyekî payebilind a Katalonyayê (Konseya Katalonya), serdana navenda sereke ya Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) ya li paytexta Belçîka Brûkselê kir.

Şande ji aliyê hevserokê KNK’ê Ehmed Karamûs, Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zûbeyr Aydar, hevseroka berê ya KNK’ê Nilûfer Koç û endamên rêveberiyê ve hate pêşwazîkirin.

Armanca sereke ya ji serdanê bihêzkirina peywendiyên dostaniyê di navbera gelê Kurd û gelê Katalonyayê de bûye.

Herdû alî jî di hevdîtinê de behsa girîngiya xebat û têkoşîna hevpar ya di her qadê de kirin.

Parlementoya Katalonyayê bi awayeke fermî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê naskiribû.