22 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Serokê MHP’yî xwest dubare deng bide lê hat zeftkirin

Belavbûna dîmenên rayên komî ku ji bo Erdogan tên dayîn berdewam dike. Serokê MHP’yî ku dubare ray bikar anî, hat zeftkirin.

Dengdayîna ji bo tûra duyemîn a hilbijartina serokkomariyê berdewam dike. Ji her deveran agahiyên binpêkirin û bêrêbaziya hilbijartinê tên.

Êlih

Li gundê Aşagifirtli yê bi ser navçeya Hezoya Êlihê keyayê gund bi rozeta AKP’ê çû ser sindoqan û geriya. Li ser nerazîbûnê keya ji dibistanê hat dûrkirin.

Li Lîsteya Anadolû ya Turk Telekomê ya navenda Êlihê jî girtekên bi îmzekirî yên vala hatin tespîtkirin. Li ser nerazîbûnê girtek hatin şewitandin. Li heman dibistanê di sindoqa jimara 1314’an de hilbijêrek bênasname ray bikar anî. Endam û rêveberên partiyan nerazîbûn nîşanî vê dan û di navbera wan û muşahîdan de şer derket.

Serokê MHP’yê du caran deng da

Cîgirê Serokê MHP’a Navçeya Dîlovasiya Edeneyê Yucetan Dîlmaç ewilî li Dibistana Seretayî ya Can Gulmen raya xwe bikar anî. Paşê jî cara duyemîn ray bikar anî. Wezîfedarên li ser sindoqê îtîrazî Dîlmaç ê nijadperest kirin û bikaranîna rayê hat astengkirin. Derbarê Dîlmaç de gilî hat kirin.

Li Stenbolê binpêkirin didomin

Hat zanîn ku li baxçeyên dibistanên taxên Bostanci û Suadiye yên Kadikoya Stenbolê grûbên ulkucu xwestin provokasyonan bikin.

Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Kadikoyê têkildarî mijara navborî li ser hesabê xwe yê Twitterê twît parve kir û destnîşan kir ku wê kes neyê provokasyonan û xwedî li sindoqan derkeve.

Destûr nedan parêzeran

Li Lîseya Mucella Selcanoglû ya li taxa Bostanciya Kadikoyê welatiyên xwe xwestin di sindoqên ku rayên xwe bikaranîn de bişopînin, lê endamên AKP’ê êrişî wan kirin. Her wiha li Dibistana Seretayî ya Îstoça navçeya Bagcilarê jî destûr nehat dayîn ku parêzer biçin odeyên sindoqan û gelek kesên li parêzeran da.