2 Temmuz, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Serokwezîrê Hollandayê bû Sekreterê NATO’yê

NATO’yê serokê xwe yê nû aşkera kir û Serokwezîrê Hollandayê Mark Rutte bû Sekreterê NATO’yê yê nû û çav li rê ye ku di 1’ê cotmehê de bi fermî dest bi karê xwe yê nû bike

Endamên Rêxistina Peymana Atlantîkê Bakur (NATO), Serokwezîrê Hollandayê Mark Rutte weke Sekreterê Giştî yê nû hilbijartin.

Hêjayê gotinê ye ku Mark Rutte wê di 1’ê cotmehê de bi fermî dest bi karê xwe yê nû bike.

Doh Hûngarya vetoya xwe ya li hember namzetîya Rutte vekişandibû. Di berdêla vê de Rutte soza nivîskî dabû ku wê ji bo destekê bide Ukraynayê zorê li Hûngaryayê neke.

Mark Rutte bi mehane xwe ji bo sekreterîya-giştî ya NATOyê amade dikir û gelek endamên rêxistinê ku di nava wan de Amerîka û Almanya jî hene, destek didan namzetiya Rutte.