3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Serweriya Iraqê di bin piyan de ye

Hema bêje ku rojek derbas nabe bêyî ku serweriya Iraqê binpê dibe. Çi ji alî milîsên Îranê ve be, çi ji alî artêşa dewleta tirk ve be.

Milîsên girêdayî Îranê yên ku li Iraqê xwedî hêz û çekdar in, bi wan çek û fûzeyên xwe gelek caran serweriya vî welatê binpê dikin.

Ji aliyekî din ve dewleta tirk bi dehan bargehên xwe li ser axa Iraq û başûrê Kurdistanê bicih kiriye û wekî ku parçeyek ji axa Tirkiyeyê be wiha bi rihetî tevdigere. Ji bilî wê kengî dilê wan bixwaze operasyonên leşkerî jî pêk tînin û bi hezaran leşkerên xwe derbasî nava axa wî welatî dikin.

Bênavber êrîşên xwe yên bi balafirên şer û top û tankan li ser axa Iraq û başûrê Kurdistanê berdewam dike.

Rayedarên Iraqê li hember van binpêkirinan qet dengê xwe nake ku dengê xwe dike jî di asteke pir şermok û lawaz de ye.

Ew nerazîbûnên wan jî piranî li ser kiryarên milîs û çekdarên alîgirên Îranê ne lê tu rayedarekî Iraq û başûrê Kurdistanê dengê xwe li ser binpêkirinên dewleta tirk nakin.

Beriya demekê dema ku balyozxaneya Amerîkayê rastî êrîşên bi fûzeyan hat, Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî bi daxuyaniyekê ew yek şermezar kir û wekî binpêkirina serweriya Iraqê binav kir. Her wiha rayedarên Amerîkayê jî ew êrîş ku serweriya Iraqê ji aliyê hin kesan ve bi zanebûn tê binpêkirin, binav kiribû.

Lê bi dehên caran artêşa tirk êrîşan dibe ser axa Iraqê û li gelek caran sivîl dibin qurbaniyên wan êrîşan lê ne rayedarên Iraqê, ne yên başûrê Kurdistanê û ne jî yên DYA’yê tu daxuyaniyekê yan jî nerazîbûnekê li dijî van êrîşan nadin.

Kesek ji wan behsa binpêkirina serweriya axa Iraqê nake.

Di êrîşa dawî li ser Mexmûr û Şengalê de dîmeneke balkêş a piştî êrîşan hate belavkirin. Balafirên şer êrîşî qadekê Şengalê ku ji bo pîrozbahiyên Cejna Çile dihate amadekirin, kiriye. Di wî dîmenî de ala Iraqê xuya dike, ala Iraqê zîtol zîtolî bûye û bi darekê ve hatiye daliqandin.

Tiştekî din jî li vir bê guman tê bîra her kesî; gelo dewleta tirk karên DAIŞ’ê ên ku nîvco mane temam dike ku bênavber êrîşî Şengal û gelê êzdî dike?

Heke piçekî xîret û ruhê neteweyî bi rayedarên Iraqê re hebûya dê ji bo wê ala xwe ya zîtolkirî nerazîbûnek nîşanî dewleta tirk dabûna. Lê wiha xuyaye ku ne axa Iraqê û ne jî al û nirxên Iraqê di bîra kesekî ji wan rayedaran de tune ye.

Hêjayî gotinê ye ku serokwezîrê Iraqê Mustefa Kazimî jî her ku diçe wê herêmê li pey serdana wî komkujî û êrîş li dijî kurdan pêk tê.