4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Şeva Yelda / Şeva Çile pîroz be

21 ê kanûnê (li gora salname ya nû) Şeva Yelda ango Şeva Çile an jî Şevçille (Şewî Yelda, Şeva Yelda yê, Şeva Çêlle) li Kurdistanê (bi taybet li Rojhilat ê Kurdistan û Xorasanê) û li gelek dewletên din ên Rojhilata Navîn tê pîrozkirin. Li rex Newrozê Şeva Yeldayê yek ji şahiyên sereke yên çanda Kurdistanê ye. Wateya wê weke “jinûve jidayîkbûna rojê” tê pênasekirin.

Gotina “Yelda” di koka xwe de tê gotin ku gotinek suryaniyan e û tê wateya “zayîn” ango “jidayikbûnê”. Ji ber ku mesîhiyên suryanî yên li Kurdistanê dijîn, bawer dikirin ku Îsa Mesîh di 21‘ê kanûnê de ji dayik bûye.

Dema mirov hinek li koka vê rojê binere wê bibîne ku wek Newrozê ew jî koka xwe dide xwezayê û gerandina rojê. Di demên borî de – bi hezaran an deh-hezaran sal berê dema mirov cara yekem “zivistan“ nas kirin û dîtin ku êdî hewa sar dibe û roj kin dibin, mirovên wê demê bawer dikirin ku roj ew ê bimire. Ew roja ku him ji bo wan pîroz û him jî wan germ dikir, debara jiyana wan digerandin û wan berê xwe didanê. Li piştî vê şeva herî dirêj a di salê de roj dîsa hilat û ronahî/roj dirêjtir bû êdî. Dîtin ku piştî vê rojê her roja ku diçe roj dirêjtir û şev kurtir dibin. Û dîsa roj derbas bûn û şev kurtir dibûn, roj û ronahî dirêjtir dibûn. Bi vê re kevnoşopiya Şeva Yelda yê – Şeva Çile dest pê dike. Çawa pîroz dikirin mirovên wê demê, di êvarê de / di şev de li hev kom dibûn û agir pê dixistin ji bo ku xwe ji ruh û cinên xirab xwe biparêzin. Di vir de em dîsa girîngiya agir di çanda kurd de dibînin. Ji êvarê heya tîrêjê tava yekem li dora agir kom dibûn. Dema tîrêjê rojê derdiketin, wan dest bi şahiyê dikirin, govend digerandin û “serkeftina rojê” ango “jinûve ji dayîkbûna rojê” pîroz dikirin û kêfxweş dibûn.

Ev çand û kevneşopî mixabin bi gelek zext, zor, şer, komkujî û asîmlasyonê li gelek heremên Kurdistanê paşve xistin û hate jibîrkirin. Ji bilî hin heremên rojhilatê Kurdistanê û Xorasanê. Çawa ku hin kevneşopiyên me tenê di nava baweriya zerdeştî û êzîdatiyê de hatiye parastin, ev kevnepoşî jî li nava hin hereman hatiye parastin.

Lê em dibînin ku di salên dawî de dîsa xwedîderketinek mezin heye li vê kevneşopiya ku koka wê digihîje ola mîtrayîzmê. Bi taybetî di bin pêşengtiya sazî û ensîtûtên zimanê kurdî, kovarên wêje ya kurdî û her wiha saziyên lokolîna çanda kurd.

Gelo di dema nû de ev şahî û kevneşopî çawa tê pîrozkirin? Dîsa mirov li hev kom dibin, xwarinan çê dikin û bi hev re dixwin, stranan dibêjin, helbestan dixwînin û her wiha govendê digirin. Li hinek hereman jî dengbêj stranan û çîrokan dibêjin.

Dixwazim niha balê bikşînim ser xalek gelek girîng. Mirov dikare şahiya mesîhiyan a Noelê bigihîne koka vê kevneşopiyê. Ji bo vê xalê dixwazim du mînakan bidim:

“Wisa tê gotin ku koka gotinên “November” meha mijdarê û “December” meha kanûnê ji çand û ol û zimanê kurdî tê. Koka van gotinan jî ev in: Nehem-nehemîn, noyem-noyembîn= Novem (November). Dehem-dehemîn, deyem-deyembîn= Decem (December). Di meha “December” de jî Noel tê pîrozkirin. Dema ev navên mehan ji kurdan girtin, sala kurdan bi Newrozê dest pê dikir ango di meha adarê de bûn. Ango dema mirov ji meha adarê heya meha kanûnê bijmêre, ew ê bigihîje meha 12’an a salnameya nû – salnameya mesîhî.

Mesîhiyên li Kurdistanê dijîn dema Noelê pîroz dikin vê Şeva Çille jî pîroz dikin. Her wiha şiklê pîrozkirina vê rojê di nava cîhana mesîhiyan de bala xwe bidinê wek pîrozkirinên kurdan ên Şeva Yeldayê ye. Yek ji taybetmendiya şahiya Noelê ew e ku zarok helbestan dixwînin û stranan dibêjin. Xwarinên giran tê çêkirin û bi hev re xwarin tê xwarin. Dema em binerin em ê bibînin ku kurd jî bi heman awayî şahiya Yeldayê ango şahiya Şevçilleyê pîroz kirine.”

Zimanzanên me bêgûman dikarin gelek mînakên din jî bidin û bijmêrin – lê ez bawerim dema mirov tenê li remz û awayê pîrozkirinê binere, mirov dikare bigihîne kurd û Kurdistanê. Li heremên kurdan – wan sifreyên xwe bi hinar, gwîz, mewîj, bastêq, kêsme û mişmişê hişkkirî dixemilandin.

Weke ku tê zanîn li gora salnameya kevn a kurdî ji van mehan re dibêjin “Çileya Pêşîn” û “Çileya Paşîn”. Bi pênaseyek din – ev jî kevneşopiyek ku xwe dispêre xwezayê û gerîna rojê. Pêxistina Agir mirov dikare bibêje di vê rojê de dest pê dike û heya Newrozê didome.

Bi van hestan û bi vê bîr û baweriyê ez silav dikim ku êdî kurd vê rojê pîroz dikin û li vê kevneşopiya ku koka xwe dispêre ola mîtra vegeriyane. Bi hevokek ji herema Xorasanê ez Şeva Yeldayê – Şeva Çilleyê pîroz dikim:

“Li vê şeva dirêj û reş

Mala we germ,

Dilê we geş”

Çavkanî:

Wikipedia (Kurdî, farsî, elmanî, tirkî)

Ensîtûtên Kurdî (Stokholm, Stenbol)

Nivîskar (Qendîl Şeyxbizini, Şaswar Mame, Berat Qewîendam – xorasan)