3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Seyîd: Cîhan azadiya Ocalan dixwaze

Hevserokê Înîsiyatîfa parêzeran Muhamedemîn Seyîd Ehmed diyar kir ku îro li 150 navendan ji bo Rêber Ocalan çalakî tên lidarxistin û got: “Îro hemû gelên cîhanê azadiya Rêber Ocalan dixwaze.”

Hevserokê Înîsiyatifê Muhammedemîn Seyît Ehmed, têkildarî avakirina înîsiyatifê, xebatên înîsiyatifê û têkoşîna parêzeran a ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi berfirehî nirxandin kir. Seyîd Ehmed, diyar kir ku ew di bin baneyê Înîsiyatifê de 6 yekîtî hatine avakirin û wiha got: “Înîsiyatif ji Yekîtiya Cîzîr, Dêrazor, Reqqa, Kobanê, Minbiç û Yekîtiya Efrînê pêk tê. Niha em armanc dikin ku li Tebqa jî yekîtiyek din ava bikin. Bi yekîtiya Tebqa dê bibin 7 yekîtî. Wekî pergala Federasyonê dixebite. Yekîtiya Tevahiya Parêzerên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Dema yekîtiya giştî hat avakirin wekî hevserok ez û Xetîce El Îbrahîm hatin pêşniyarkirin û bijartin.”

Ji bo parastina Ocalan xebatê dikin

Muhammedemîn Seyîd Ehmed anî ziman ku niha ji bo parastina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan xebatê dikin û wiha axivî: “Herî dawî Rêber Ocalan bi rêya telefonê di 25’ê Adara 2021’an de bi birayê xwe Mehmed Ocalan re axivî. Bi wî şiklî agahiya me jê çêbû. Wekî din heta niha bi tu awayî agahiya me ji Rêber Ocalan tune ye. Li gorî pîvan û hiqûqa navdewletî agahîjênegirtina Rêber Ocalan Sûcê herî giran e. Ji bo em agahî bistînin daxuyaniyên me berdewam kirin. Têkilî, dan û stendina bi kes û rêxistinên derve û parazvanên mafên mirovan û hiqûqnasan re berdewam kir. Ji parêzerên Nalson Mandelan heta parazvanên mafnas ên navdewletî têkiliyên me bi wan re çêbûn. Sala par me şandeyek ava kir. Vê şandeya me bi gelek sazî û dezgehên hiqûqê û mafên mirovan ên navdewletî re hevdîtin kir.”

Yekîtiya parêzeran sînor derbas kirin

Seyîd Ehmed, bilêv kir ku ji ew Desteya Parêzerên Ocalan derbasî Înîsiyatifa Parêzerên Sûrî ya Parastina Rêber Abdullah Ocalan bûn. Muhmademîn Seyîd Ehmed, destnîşan kir ku niha Înîsiyatifa Sûrî jî heye û wiha berdewam kir: “Înîsiyatifa Sûrî di 9’ê Cotmeha 2019’an de hat avakirin. Em bi hevre xebatên parastinê dikin. Kar û xebatên me yên ji bo azadiya Rêber Ocalan heta 20’ê gulana 2023’an berdewam kir. Me di 20’ê Gulana 2023’an de li Reqa Civînek lidar xist. Di wê civînê de  me navê xwe guhert. Berê navê me Desteya Parastina Rêber Abdullah Ocalan bû. Di civînê me me nav kir “Înîsiyatifa Parêzerên Sûriyeyê ya Parastina Rêber Abdullah Ocalan”. Bi vê yekê me sînorê xwe fireh  kir û me xwe ji asta Rojava derxist. Berê em tenê parêzerên Rojava bûn. Niha gelek parêzerên Sûriye jî tev li xebat û çalakiyên me dibin.  Bi taybet parêzerên ku ji fikr û felsefeya Rêber Ocalan bawer dikin û ji fikrên wî bandor dibin dikevin nava Înîsiyatifa Yekîtiya Parêzeran. Piştî civîgnê em ji Desteya Parastinê derketin û em bûn Yekîtiya Parezeran a tevahiya Sûriyeyê. Piştî wê civînê kar û xebatên me yên ji bo parastin û azadiya Rêber Ocalan ket astek zêdetir, mezintir û gurtir. Têkiliyên me rojane berdewam dikin. Em her tim nameyan ji saziyên mafên mirovan ên navdewletî re dişinin. Niha 11 nameyên me hene. Em ê van nameyan ji saziyên navdewletî re bişînin.”

Ji Serokê NY’ê û CPT re name dişînin

Muhammedemîn Seyîd Ehmed, destnîşan kir ku ji Serokê NY’ê heta CPT name dişînin û wiha pêde çû: “Em ji CPT ya li dijî îşkenceyê û Saziya Mafên Mirovan a Ewroha re name dişînin. Sala par di 10’ê Cotmeha 2023’an de pêngavek ji bo azadiya Rêber Ocalan dest pê kir. Vê pêngavê li 74 navendan dest pê kir.  Dema vê pêngavê dest pêkir, Rêber Ocalan 74 salî bû. Ji ber vê yekê li 74 navendan dest pê kir. Hemû kesên gava yekem avêtin û kevirên bingehîn ên vê pêngavê avêtin, hemû mafnas, hiqûqnas, zanyar, feylozof, siyasetmedar, parêzerên serbixwe ne. Şordarên mafên mirovan in. Cirûska vê pêngavê bi pêşengî û keda wan geş bû. Ji wê demê ve pêlên vê pêngavê bilind û geş dibin. Fireh û gur dibe. Niha li zêdeyî 150 navendî belav bûye. Dewletek û bajarekî ku rojane ji bo azadiya Ocalan çalakî lê pêk neyên tune ye.”

Mînaka vê pêngavê tune

Seyîd Ehmed, bilêv kir ku ev pêngava giranbuha, pîroz û watedar ku di asta cîhanê de pêş dikeve, di dîrokê de mînakek bi vî rengû tene ye û wiha pêde çû: “Sedema vê yekê jî fikr, felsefe û ramana Rêber Ocalan e. Ya herî girîng dirûşmeya vê pêngavê ye. Dirûşma pêngavê “Azadiya fizikî ya Rêber Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka kurd a polîtîk” e. Azadiya Rêber Ocalan û çareseriya pirsgirêka kurd bi hev ve hatin girêdan. Herdu çareserî bi hevve girêdayî ne û ji hev nayên qutkirin. Ev pêngava cîhanî ranaweste. Rawestin jêre nîne. Heta  ku ev dirûşm negêje armanca xwe dê her bidome. Divê encama vê dirûşmeyê çareserî be. Gav paşve nayê avêtin. Dê rojane liv û tevger berdewam bike û her gur û geş bibe. Çi reng û cureyên çalakiyan heye dê bên kirin. Çawa ku ev pêngav hat avakirin, em jî wekî gelê Rojava ketin nava liv û tevgerê. Ragihandin ku hemû gelê Rojava xwedî înisiyatifek gelêrî ye.”

Gelê Rojava bi fermî tev li Pêngava Cîhanî bû

Seyîd Ehmed anî siman ku hemû gelê Rojava bi yek dengî di 14’ê Cotmehê de bi daxuyaniyekê tev li pêngavê bûn û ev agahî da: “Tevahî nûnerên gel ên Rojava li Stada gokê ya Qamîşlo kom bûn îlan kirin ku gelê Rojava bi awayekî fermî tev li Pênava Cîhanî bûye. Gelê Rojava tev piştî 14’ê Cotmeha 2023’an û şûnde ji bo azadiya Rêber Ocalan derbasî pênavek mezintir bûn. Liv û tevgera xwe ya ji bo azadiyê mezintir û firehtir kirin. Niha li ser asta herdu înîsiyatifan xebat tên kirin. Înîsiyatifa Sûriye ya Azadiya Rêber Ocalan û Înîsiyatifa Parêzeran a Parastina Rêber Abdullah Ocalan, me herduyan bi hevre 2 panelên zagonî û mafnasî pêk anî. Me herdu înîsiyatifan par li Reqa Zankoya Şer konferansek li ser mafnasiyê pêk anî. Nêzî 300 kesên mafparêz û serbixwe ji tevahiya Sûriye beşdar bûn. Ev konferans bi diruşma “Binpêkirina zagonên navdewletî dibe pirsgirêka Rêber Ocalan û mafê dadmendiyê konferans pêk hat. Di vê konferansê de hat xwestin ku parastin, ewlehî û tenduristiya Rêber Ocalan bê parastin. Ev konferans gelek serkeftî bû. Îro li gorî encama wê em xebatê dikin. Beriya niha dîsa konferansek li Reqqayê pêk hat. Kesên mafnas û serbixwe beşdarî konferansê bûn. Bi dûşma “Bi felsefeya gelê Şoreşger em ê zindana Îraliyê hilweşînin” pêk hat. Ew jî gelek serkeftî bû. Niha çalakiyen rojane hene. Li pêş afîsa Neteweyên Yekbûyî ya Qamişlo dan û stendin heye. Îro bi milyonan ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Ocalan li ser piyan in. Ev gelek bi qîmet û bi wate ye. Sala par li Parîsê konferansa ciwanan pêk hat. Ji 400 ciwanî tenê 10 ciwan kurd bûn. Ev tê wateya ku pirsgirêka Rêber Ocalan ne tenê ya Rojhilata navîn e. Ev êdî pirsgirêkek cîhanî ye.  Vîna gelan a cîhanî pêş ketiye. Ev vina gelan a cîhanî dê hemû polîtîkayên navdewletî pûç û tune bike.”

Çalakiyên gerîlla di asta cîhani de deng da 

Ehmed, destnîşan kir ku divê ji bîr nekin berxwedan û çalakiyên gerîlayên li herêma Medya di asta cîhanê de deng da û got: “Hat dîtin ku yê mafan diparêze, gerîla ne. Yên ku mafan diparêze fikr û feleyefa Rêber Ocalan e. Ên ku zagonên navneteweyî diparêze, gerîla ne. Hemû hêzên navdewleti li ser berjewendiyên xwe tev digerin. Zagonên navneteweyî binpê dikin. Gerîla di şexsê Şengal û Rojava de hemû gelên cîhanê ji DAIŞ’ê parast. Terora li Rojava pêş ket, bi destê Tirkiyeyê pêş ket. Lê jin û ciwanên kurd li Rojava, li Dêra Zorê bi tevlêbûna ereb, turkmen û hemû pêkhateyan di 23’ê Adarê de bi Operasyona Bahozê dawî li terorê anî.”

Dixwazin Osmaniya nû ava bikin

Seyîd Ehmed bal kişand ser helwesta Erdogan û wiha got: “Erdogan dixwaze dîsa Împaratoriya Osmanî ji nûve ava bike. Çawa ku Efrîn, Serêkaniyê Ezaz, Bab dagir kir, bi vê yekê dixwaze Osmaniya nû ava bike. Ji bo vê yekê bi tevrîdê dixwazin vîna Rêber Ocalan bişkînin. Lê çi dikin bikin jî nikarin dê vîna Rêber Ocalan bişkînin û dê nikarin vîna gelan bişkînin. Îro li dijî vê yekê gelê Rojava bipêşengiya HSD’ê li ber xwe didin. Tirkiye ji ber ku van sûcên navdewletî dike, divê Tirkiye li gorî zagonên navdewletî bê darizandin. Em bawer dikin ku dewleta tirk dê rojekê bê darizandin.”

Rêber Ocalan hatiye revandin

Muhammedemîn Seyîd Ehmet, destnîşan kir ku Rêber Ocalan ji aliyê hêzên navdewletî ve hatiye revandin û wiha dirêj kir: “Em wekî parêzer, li gorî pîvan û nerînên me Rêber Ocalan hatiye revandin. Revandina mirovan sûcê herî giran e. Li gorî zagonên navneteweyî dewleta tirk û hevkarên wê, darizandinek wekî şano pêş xistin. Darizandin ne li gorî pîvanên navneteweyî ye. Kesên Rêber Ocalan darizandin, neyar in. Lorî zagonên navdewletî jî û li gorî pîvan û zagonên hundirîn jî cezakirina Rêber Ocalan sûcekî herî giran e. Em weki parêzer şopdarên vê dozê ne. Komploya navdewletî sûcekî herî giran e. Em şopdarê van sûcan in. Komplo sûcekî giran e. Revandin jî sûcekî din û darizandin jî sûcê sêyemîn e. Îşkenca li Rêber Ocalan hate kirin jî sûcekî din e. Ji 15’ê Sibata 1999’an heta niha li dijî zagonên navdewletî ne û îşkence ye. Îşkence sûcê mirovahiyê ye. Mafê axaftin, mafê ramanê û mafê ragihandinê mafê herî pîroz e. Ji 25’ê Adara 2021’an heta niha agahî ji Rêber Ocalan nayê girtin. Ev sûcê herî giran e. 36 meh in wekî parêzer em tu agahiyan ji Rêber Ocalan nagirin. Ev li gorî zagonên navdewletî sûcê herî giran e.”

Qirkirina gelan pêk tînin

Muhamedemîn Seyîd Ehmed, herî dawî destnîşan kir ku di şexsê Rêber Ocalan de qirkirina gelan tê kirin û wiha got: “Îro li ser gelê kurd qirkirina siyasî û çandî pêk tê. Qirkirina aborî û tenduristî pêk tê. Ev sûcê li dijî mirovahiyê ye. Li dijî gelê kurd nijadperestî, îşkence pêk tê. Di şexsê Rêber Ocalan de li ser gelê kurd û hemû gelê cîhanê sûc tê kirin. Emê van sûcan heta dawî bişopînin. Heta em van dozan bi encam bikin em ê bişopînin. Niha karekî me ket astek jor.

Di asta cîhanê de azadiya Rêber Ocalan dixwazin

Piştî pêngavê heta niha gelek çalakî pêş ketin. Ciwanên şoreşger, jinên ciwan, Kongra Star, parêzer, înîfisayitfa gel, Înîsiyatifa Sûrî û hemû saziyên xizmetê ji bo azadiya Rêber Ocalan di nava çalakiyan de ne. Niha pêngava îmzeyan heye. Dê di adarê de bi dawî bibe. Di çarçoveya îmzeyan de 1025 parêzerên Sûrî îmze kirin û dê pişînin ji Saziya Lêborînê. Par dîsa li Rojava û dervê rojava gelek îmze ji hêzên navdewletî re hatin şandin. Meşa li Bakurê Kurdistanê û meşa li Ewropayê yên dirêj û di asta cîhanê de her roj çalakî tên lidarxistin. Îro hemû cîhan azadiya Rêber Ocalan dixwazin.”

Mumahmedemîn Seyîd Ehed kî ye?

Parêzer Muhammedemîn Seyîd Ehmed, 37 sal in parêzeriyê dike. Damezirîner û Endamê Yekîtiya Parêzeran a Kantona Cizîrê ye. Ji 2014’an heta niha cihê xwe di nava yekîtiyê de digire. Ji bo azadiya Rêberê PKK’ê di aliyê hiqûqî de xebatê dike. Hevserokê Înîsiyatifa Parêzerê Sûriyeyê ya Parastina Rêber Ocalan dike. Gava fermî ya ewil di 14’ê Sibata 2021’an de li pêş avahiya Encumena Dadmendiya Civakî bi daxuyaniyekê avakirina înîsiyatif ji raya giştî re ragihandin. Di daxuyaniyê de anîn ziman ku wekî gava yekem, hemû parêzerên Rojava parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan in.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê