17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Sibê rojnameger Orûç û Arslan dê derkevin pêşberî dadgehê

Nûçegîhanê ajansa Mezopotamyayê Firat Can Arslan û rojnamevan Mehmet Şah Orûç ji ber xebatên xwe yên rojnamegeriyê tên darizandin dê sibê derkevin pêşberî dadgehê. Rojnameger Mehmet Şah Oruç ku di 25’ê nîsanê de li Bedlisê hat binçavkirin û li Amedê hat girtin, dê sibê cara duyemin li 2’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Bedlisê bê darizandin. Rojnameger Şah Orûç bi angaşta “Endamtiya rêxistinê” tê darizandin. Dozger ji ber nûçeyên ku Şah çêkirine, di navbera 7 sal û 6 meh heta 15 salan ceza ji Şah re dixwaze.

Nûçegîhanê ajansa Mezopotamyayê Firat Can Arslan jî ji ber li ser hesabê xwe nûçeyek parve kiribû hat binçavkirin û girtin. Firat can dê sibê li 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê derkeve pêşberî dadger. Dozger der barê Arslan de angaşt dike ku peyvirdarê cemaweriyê hedef nîşan daye û ji bo wê jî ji 1 salekê heta 3 salan cezayê hepsê dixwaze. Aslan, ji ber nûçeya der barê tayîna dozger û hevjîna wî ya dadger ên ku 15 rojnamevanên di 8’ê hêzîrana 2022’an de hatin binçavkirin û di 11’ê Tîrmehê de derketin pêşberî dadgehê parve kir, hatibû binçavkirin û girtin. Can dê sibê derkeve pêşberî dadger.

Parêzerê rojnamegeran Resul Temur, sûcdariya der barê miwekilên xwe de nirxand.

‘Dewlet ji nûçegihanan bêzar e’

Prz. Resûl Temûr anî ziman ku rojnameger ew kesên ku hemû geşedan û neheqiyên li dijî civakê pêş dikevin bi dîmen, wêne û nûçeyan bi raya giştî re parve dikin û tînin ziman in û wiha got: “Dema neheqiya hatiye kirin bi destek û piştgiriya dewletê pêk hatibe û rojnameger vê yekê bi raya giştî re parve dikin, ev yek zora dewletê diçe. Dewlet ji vê yekê bêzar dibe. Li şûna rê li pêş neheqiyê bigire, kesên neheqiyê tîne ziman digire û ceza dike. Sansur û cezayên li dijî rojnamegeran nîşan dide ku dê neheqî û zexta li ser civakê bidome. Ji ber vê yekê divê hemû nûnerên rêxistinên civakî û sivîl, hemû beşên civakê li dijî vê neheqiya li rojnamegeran tê kirin dengê xwe bilind bikin.”

Parêzer Temûr bal kişand ser darizandina miwekilê xwe Firat Can Arslan jî û wiha got: “Can bi angaşta kesên li dijî terorê têdikoşin hedef nîşan daye. Dozger bi vê yekê hiqûqê dike mijara niqaşê. Dozger dema erka xwe pêk tîne dosya lêpirsînê dike mijara niqaşê. Dosya Fırat Can Arslan wêneyê daraz û dadê radixe ber çavan. Di hemû doz û angaştnameyan de nav û nasnameya dozger û dadgeran heye. Lê dema rojnamegerek vê yekê dike nûçe vê carê wê sûc dibînin. Armanca vê yekê cezakirina rojnamegeran e. Bi vê yekê rojnamegeriyê dike hedef. Dîsa muwekilê min Mehmet Şah Oruç jî ji ber hevpeyvîn û nûçeyên xwe hatiye girtin. Piştî Oruç hat binçavkirin û girtin agahiyên der barê wî de kom dikin. Mehmet Şah Oruç bi gelek siyasetmedarên kurd re têkildarî siyaseta kurd hevpeyvîn kirine. Lê îro van nûçeyan dikin mijara sûcdariyê. Divê hemû beşên civakê li pîşeya rojnamegeriyê û rojnamegerên girtî xwedî derkevin û wan bi tenê nehêlin.”