17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Silo: Bi van êrîşan dixwazin gel koçber bikin

Sosin Gulo

Hevseroka Komîteya Şaredariya Kantona Qamişlo Bêrivan Silo, têkildarî êrîşên dewleta tirk a li dijî Rojava anî ziman ku dema Îsraîl êrîşî Xezayê kir, Erdogan li dijî êrîşan bertekên xwe anî ziman û got: “Xeza bê av e, xeza bê ceyran û bê nan e. Lê ew nabîne ku wî çi anîye serê gelê Rojava.  Zarokên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî bê av û nan mane. Bê ceyran mane. Lê çima kes li dijî van êrîşên dewleta tirk dengê xwe nake. Em dibînin ku Erdogan bi xwe sûcên şer dike. Erdogan jî dizane ku ew sûc dike.”

Dewleta tirk di 23’ê kanûnê de êrîşî îstasyonên petrol, av, ceyran û nexweşxaneyên li Bakur û Rojhilatê  Sûriyeyê kir. Di êrîşên Tirkiyeyê de zêdeyî 1 milyon û niv însan ji av, ceyran û xizmeta binesaziyê bêpar man. Di encamê de zirarên madî yên mezin çêbûn. Dewletê 8 welatî qetil kirin û bi dehan jî birîndar kirin. Endama Yekitiya Jinên Êzidî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Hevseroka Komîteya Şaredariya Kantona Qamişloyê Bêrîvan Silo têkildarî armanc û endama êrîşên dewleta tirk ên li dijî Rojava ji rojnameya me Xwebûnê re axivî. Bêrîvan Silo di serî de sersaxî ji tevahiya malbatan re xwest û wiha got: “Dewleta tirk ji destpêka êrîşên xwe yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi taybet li dijî Rojavayê Kurdistanê her tim xwestiye herêmên Rêveberiya Xweser û binesaziya herêmî bike hedef. Ji bo ji gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re bêje ‘êdî tu tişt li vir tune ku hûn lê bijîn. Em dikarin destê xwe bavêjin her cihî. Em ê jiyanê li we heram û reş bikin’ êrîşan dikin. Dewleta tirk her tim cihê xizmetê, cihê ceyranê, cihê petrolê, cihê avê û nexweşxaneyan ku gel lê tên dermankirin dikin hedef. Li vir şerekî newekhev tê meşandin. Ji ber Rojava gel sivîl e. Li malên xwe dijî, di sazî û dezgehên xizmeta civakî de xebatê dikin. Dewleta tirk ji bo çavkaniya xizmetê qut bike raste rast êrîşî van cihan dike. Em van êrîşan şermezar dikin. Armanca wan ew e ku herêmê vala bike û gel koçber bikin.”

‘Dewlet êrîşî gel dike’

Bêrîvan Silo anî ziman ku dema li qadên azadiyê û qadên parastina medya gerîllayên Kurdistanê bi hêzek mezin bersîvê didin leşkerên tirk û leşkerên dewleta tirk tên kuştin û wiha axivî: “Dewleta tirk dema darbeyên giran dixwe, vê carê berê xwe didin qada Rojava. Li vir bi van êrîşan dixwazin bidin xuyakirin ku PKK hêza xwe ji rojava digirin. Lê li Rojava Rêveberiyek Xweser heye. Gel bi xwe kar û xebatên xwe dimeşîne. Gel 12 salan li dijî her tiştî li ber xwe daye. Gel li dijî DAIŞ’ê, li dijî El Nusra li dijî hemû çeteyan li ber xwe daye. Lê dewleta tirk jî êrîşî gelê  Rojava dike. Êrîşî aramiya gel dike.  Tirkiye dixwaze bide xuyakirin ku gerîllayên PKK’ê li Rojava ne. Lê em dibêjin gel bi xwe li vir e. Yên gelê Rojava bi rêve dibe Rêveberiya Xweser e. PKK ji vir naçe li Başûr şer nake.”

‘Soza me tolhildan e’

Bêrîvan Silo, da zanîn ku piştî êrîşên dewleta tirk ên li seranserî herêma Rêveberiya Xweser zerarek mezin çêbû û wiha berdewam kir: “Gel li dijî van êrîşan daketin qadan. Bi hezaran gel tev li merasima cenazeyên şehîdan bûn. Gel helwesta xwe ya li dijî êrîşan nişan da. Gel ji dewleta tirk re dibêje ‘Hûn çiqas êrîş bikin em ê jî ew qas li ber xwe bidin. Em ê li dijî êrîşan ew qas rêxistinkirina xwe xurt bikin.’ Gelek sazî û rêxistinên Rojava li dijî van êrîşan daxuyanî dan û bertekên xwe anîn ziman. Nûnerên saziyên civakî diyar kirin ku dê li dijî hemû êrîşên dewleta tirk li ber xwe bidin. Dê li dijî hemû êrîşên hewayî û bejayî soza wan berxwedan be. Dê soza me tolhildan be. Em ê j bo gelê xwe xebatê bikin. Ji bo em van êrîşan rawestînin em ê dengê xwe bigînin her derê.”

Dewlet êrîşî nexweşxaneyan dike’

Silo, bibîr xist ku sazî û rêxistinên Rojava yên daxuyaniyê didin bang li hêzên navdewletî wekî Neteweyên Yekbûyî û NATO dikin û wiha lê zêde kir: “Dixwazin dewleta tirk êrîşên xwe yên li ser gelê Rojava bidin rawestandin. Em dubare dibêjin gelê li Rojava ango Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dijî gelê sivîl e. Kurd, ereb, suryan, êzidî, çerkez û ermenên li ser vê axê dijîn tev sivîl in. Gel bi axa xwe ve girêdayî ye û 12 sal in di nava şoreşê de li ber xwe didin. Heta îro jî malên xwe bajarên xwe û axa xwe terk nekirine. Ji ber vê yekê divê gel li dijî hemû êrîşan bêne parastin. Şoreşa Rojava 12 sal li pey xwe hişt. Bi taybet di salên dawî de dewleta tirk bi awayekî hovane êrîşî ax û bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike. Êrîşî maşîneyên sivîlan û nexweşxaneyan dikin. Lê li dijî van êrîşan dewletên yekbûyî bêden in. Rûsya Amerîka her kes bêdeng dimîne. Kesên di êrîşên dewleta tirk de tên qetilkirin kesên sivîl in. Lê dîsa Neteweyên Yekbûyî li dijî van êrîşan bêdeng e.”

Zarokên Rojava jî bê nan û bê av man’

Bêrîvan Silo, bibîr xist ku dema Îsraîl êrîşî Xezayê kir, Erdogan li dijî êrîşan bertekên xwe anî ziman û got ‘Xeza bê av e, xeza bê ceyran û bê nan e.’ û wiha bertekên xwe anî ziman: “Lê ew nabîne ku wî çi anîye serê gelê Rojava.  Zarokên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî bê av û nan mane. Bê ceyran mane. Lê çima kes li dijî van êrîşên dewleta tirk dengê xwe nake. Em dibînin ku Erdogan bi xwe sûcên şer dike. Erdogan jî dizane ku ew sûc dike. Çima gelê Bakur û Rojhilatê sûriyeyê kurd in û çima xwe bi rêve dibin. Ji ber vê yekê dewleta tirk hêrs dibe û êrîşî gel dike.”

‘Dewletên derve destekê didin Erdogan’

Silo da zanîn ku dewletên derve destekê didin Erdogan û hevalbendên wî û wiha bi dawî kir:  “Bi taybet li dijî Rêveberiya Xweser ku niha herêmê bi rêve dibe destekê didin Tirkiyeyê. Bi taybet piştî erêkirina Peymana Civakî ya gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwe li ser wê bi rêve dibe. Dîsa piştî gelek leşkerên wan li qada Parastina medya hatin kuştin êrîşên xwe zêde kirin. Li dijî van êrîşan tenê daxuyaniyên nivîskî têrê nake. Divê gelê bakur, saziyên bakur û partiyên me yên bakur bi hemû hêz û pêkhateyên xwe li dijî van êrîşan rabin ser piyan. Çalakiyên girseyî pêk bînin. Divê li dijî êrîşên Erdogan ên li ser gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê rawestin. Daxuyaniyên nivîskî didin. Lê ev têrê nake. Tirkiye bi van êrîşan nikare encamê bigire. Dijberî vê yekê hêrsa gel zêdetir dibe û gel bêtir li ber xwe dide.”