3 Temmuz, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Sîtiya Qub

Xort dibêje; Ez ji Ûrmiyê hatime ji xwe re dixebitîm, di nava sûkê de dikandarek zêrker heye, li ser derê xwe nivîsandibû zêr û emanetê we hebin bînin cem min.

Sîtiya li Tebrîzê ji malbatek axa û mîrekan bûye. Ji ber feraset û zanebûna wê di dîwana bavê xwe de di nav kar û rêveberiyê de bûye. Di dîwana xwe de cil û bergên zilaman li xwe dike, kum û kolos li serî ye. Dema derdiket derve bi cil û bergên jinan ve digeriya. Bi vî awayî kesî nas nedikir di nav gel de digotin lawê mîr e.
Rojekê cil û bergên xwe yê dîwanê ji xwe dike di nava gel de digere. Li derê avahiyekê hin kes li ber kom bûne, xortek rûniştiye û digirî. Sîtiya Xanim diçe bal xort jê dipirse; Birayê delal tu çima digirî derdê te çi ye.
Xort dibêje; Ez ji Ûrmiyê hatime ji xwe re xebitîm, di nava sûkê de dikandarek zêrker heye, li ser derê xwe nivîsandibû zêr û emanetê we hebin bînin bal min. Min ji meh bi meh çiqas pere û zêrê xebata xwe da bal wî. Ez çûm balê ku emanetên min bide ez herim mala xwe. Dema çûm balê, got here perê te li bal min tune. Keda min a bi salan ji destê min çû.”
Sîtiya Xanim dibêje; Xortê delal ka rabe em herin tu dikanê şanî min bide.” Xort nizane ku Sîtiya Xanim zilam nas dike çûn nêzî dikanê. Sîtiya Xanim ji xort re dibêje; Xortê hêja tu sibe di filan saetê de were dikanê. Xanimek li bal dikanê rûniştiye , Dema ku ji te pirsî te xêre, bibêje hatime ji bona perê xwe.
Deh qat zêde bibêje ew pere dide te û bisekine. Xort dersa xwe ji ber dike, Sîtiya vedigere mal cariyek wê bi navê Xezal hebûye zana û çalak bûye. Sîtiya ji Xezalê re dibêje; Tu sibê di filan saetê de were dikana zêrker biqîre û bibêje xanima min mizgîniya min li te zilamê te piştî heft salan vegeriya hat malê. Ez ê mizgîniyekê bidim te. Sîtiya serê sibê xwe dixemilîne bi çente û kondire dikeve dikana zêrker. Zêrker dît xanimek çepik û çeleng ket hundir zêrker dipirse keremke xanim ji ku tên daxwaza we çi ye. Xanim; Ez ji mala mîra me hevjînê min heft sal in winda bûye ger ku neyê ez dikarim bizewicim. Lê? Zêrker hîn zêran dixe çenteyê Sîtiya.
Di dilê xwe de dibêje ez ê bi vê xanimê re bizewicim. Ew xortê xwediyê peran dikeve hundir. Zêrker dibêje; Keremê we xêr e. Xort dibêje; Ez benî hin zêr û perê min li bal te bûn; hatime ji bona wan. Zêrker dibêje; Çiqas bû, xort deh qat zêde dibêje. Zêrker zêr û peran dixe tûrê xort dibêje; Keremke. Di wê taftafê de cariya Sîtiya dikeve hundir û dibêje; Xanim mizgîniya min li te zilamê te, axayê min vegeriya hate malê.
Dikandar mat bû heyran ev çi bû. Sîtiya, xezala cariye û xortê xwediyê peran govend girtin û reqisîn. Kilama me ya ‘Serhedê (Halha Meyrem,ha Meyrem)’ gotin. Dikandar rabû wî jî destmalê girt û reqisî û stran got. Sîtiya got; Heyran hevjînê min hatiye ez govendê digirim, xort perê xwe girtiye, Xezalê mizgîniya xwe distîne dilîzin ka te xêr e, tu çima direqisî. Dikandar dibêje; Xanim ez jî ji dek û dolab û weynê we re dilîzim, sed caran aferî ji lîstik, tiyatro û zanebûna te re. Min digot ez cambaz im lê min li ber te dest danî .