28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Sofî Emer û hevjîna wî

Sofî Emer di herêmê de mirovekî şareza; civaknas nas û xuyanî bûye. Di nava cînar û gund de şîn û şahiyan de bi hevjîna xwe ve diçe civatan .Hin kes bi vê tevgera wî ya ku ji malbata xwe hez dike, kêf xweş bûne. Lê hin kes jî ji tirsa ku dê hevjîna wan jî heman tiştî bixwaze gotine; Sofî Emer ji me re bûye mînakekî nebaş. Hevjîna sofî Emer kêfxweş e ku zilamê wê jê hez dike.

Rojekê Sofî ji hevjîna xwe re qala mele dike ku meseleya horiyan kiribû. Hevjîna sofî dibêje: Sofî tu ji min an ji horiyan hez dikî. Sofî dibêje: Hevjîn ez tayek porê te bi tevahiya horiyan nadim. Hevjîn bi gotina sofî bawer dike ku Sofî wê bi malê dinê nade.

Rojekê hevjîna Sofî xwe li nexwşiyê datîne. Sofî tê mal ku zarîna hevjîna wî ye. Dibêje hevjîn Xwedê xêr bike çi qewîmiye. Hevjîn dibêje ez nexweş im min di xewna xwe de xizir dît ku ez dimrim. Lê ku Sofî Emer ji te re dua bike dibe ku şifa were. Dema ku hevjîn vê gotinê dibêje, Sofî destê xwe bilind dike û wiha dibêje: Xwedayê mezin bê şirîk û bê heval, ger ku Ezrail were ruhê hevjîna min bistîne, tu ruhê min bixe ber ruhê hevjîna min amîn. Dibe êvar cihê xwe datîne êdî wê razên. Xanî û avahiyê berê ji axê bûn, deriyê axur û goma wan di nava xaniyê wan re derdiket. Dikevin nava cihan nalîna hevjîna Sofî çirayê ditemirîne.

Sofî dua dike ku ew di ber hevjîna xwe ve bimre. Di wê kêlî û taf tafê de Gamêşê wan ji axurê dertê, derbasî xaniyê ku cihê wan tê de ye dibe. Gamêş tê li ser cihê wan re disekine. Bi pêjna gamêş re Sofî Emer çavê xwe vedike dibîne ku Qeratiyek mezin û reş, di ser cihê wan re sekiniye. Sofî dibê xuya ye duaya ruhê min bigire.

Her du destê xwe bilind dike û wiha dibêje: Ya rebî min ji te xwestibû ku ruhê min bikeve ber ruhê hevjîna min. Lê ez poşman im. Ji Gamêş re dibêje ya Hz. Ezrail ez bi qurbana te me va cihê ya nexweş li kêleka min e. Dibîne ku Gamêş naçe, çirayê vêdixe dibîne ku Gamêş ji axur filitiye hatiye ser cihê wan. Hevjîna wî serê xwe radike dipirse: Sofî Emer xêr e Gamêş çima li vir e te çi digot.

Sofî: Hevjîn min ji xweda lava kiribû tu baş bibî ez ê Gamêşê ji te re bixim qurban ser jê bikim. Va ye Gamêş bi xwe hatiye bal me, duaya min qebûl bûye. Hevjîna Sofî dibêje: Ew xewna min û dek û dolabên te bila herin ber hev, ne tu bimre û ne jî Gamêş ser jê bike.