17 Eylül, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

SOHR: 5 milîsên alîgirên Îranê hatin kuştin

SOHR’ê ragihand ku roja Yekşemê li rojhilatê Sûriyeyê di êrişeke li nêzî sînorê Iraqê de 5 endamên milîsên alîgirên Îranê hatin kuştin.

Çavdêrxaneya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) bi daxuyaniyekê ragihand ku li nêzî sînorê Sûriye-Iraqê balafireke bêmirov wesayîteke leşkerî hedef girt û di encamê de 5 çekdarên alîgirên Îranê hatin kuştin.

Di daxuyaniyê hat diyarkirin ku birîndar jî hene, rewşa hin ji wan giran e, lê belê hejmara birîndaran nehat diyarkirin. Hîna ti kesê ev êriş negirtiye ser xwe.

Li gorî SOHR’ê di meha Hezîranê de li heman herêmê di encama êrîşeke hewayî de herî kêm 2 Iraqî jî di nav de 3 çekdarên alîgirên Îranê hatibûn kuştin.