3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Soylû ferman da û qeyûman jî laptopên şaredariyan radestî emniyetê kirin

Li ser fermana Wezareta Karên Navxweyî computerên laptop ên li şaredariyên di bin rêveberiya qeyûman de hatin berhevkirin û radestî emniyetê hatin kirin.

Midûriyeta Giştî ya Teknolojiyên Agahiyê ku di bin banê Wezareta Karên Navxweyî de serî li Desteya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) dabû û xwestibû ku ku agahiyên hilbijartinê bo wan bê dayîn. Li ser nerazîbûna raya giştî ev daxwaz ji aliyê YSK’ê ve hat redkirin.

Wezareta Karên Navxweyî li ser redkirina vê daxwazê ji bo agahiyan kom bike fermana nivîskî dabû walîtiyan, qeymeqamiyan, cendirme û polîsan. Lê belê ev ferman û ragihandina agahiyan jî ji aliyê YSK’ê ve hat qedexekirin.

Li aliyekî hê jî nîqaşên li ser daxwazên Wezaretê didome li aliyekî jî hat zanîn ku Suleyman Soylû fermanek nû ji şaredariyên di bin rêveberiya qeyûman de ne re şandiye. Li gorî agahiyên hatin bidestixistin; computerên laptop ên aydî personelan şaredariyên li Amedê di bin rêveberiya qeyûman de ne hatine berhevkirin û radestî cendirme û emniyetê hatine kirin. Hat diyarkirin ku ev mijara naborî li ser fermana Soylû pêk hatiye. Hat ragihandin ku computer bi awayek demkî hatine berhevkirin û dê rojek piştî hilbijartinên 14’ê Gulanê (roja duşemê) dîsa radestî personelan bê kirin. Hat zanîn ku li her şaredariyê di navbera 5 û 15 computeran de radestî emniyet û cendirmeyan hatine kirin.

Li gel van computerên hatine berhevkirin her wiha gelek kaxezên A4 li şaredariyan jî radestî cendirme û emniyetê bi awayek bêgirtek hatiye kirin.