4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Statûya herêma Başûr di xetereyê de ye

Amed Dîcle

Piştî 30 salan cara yekem ku rewşa statûya li Başûr ewqas dikeve xetereyê. PDK, bi taybet malbata Barzanî weke qeyûman dest danîne ser destkeftiyên kurd ên ku bi berdêlên giran hatine girtin

Statûya herêma başûrê Kurdistanê cara yekem e ku ewqas di xetereyê de ye. Ji aloziya niha re çareseriyek neyê dîtin. Di nava çend mehan de herêma Başûr dikarê bê parlamento û hikûmet were hiştin. Başe sedem çi ye? Rewş çima wiha bû? Û çi senaryo têne nîqaşkirin?

Weke ku xwendevanên me dizanin li herêma Başûrê Kurdistanê ji çar salan carekê hilbijartinên parlamentoyê pêk tên. Piştî parlamento hat hilbijartin hikûmet tê avakirin û serokê Herêmê tê destnîşankirin. Herî dawî di 30’yê îlona 2018’an hilbijartin pêk hatin. Diviyabû îlona 2022’yan hilbijartin çêbibin lê nebûn. Li gorî zagona federal a Iraqê hikûmeta herêmê ku niha Mesrûr Barzanî jêre serokatiyê dike betal e. Piştî nîqaş û gengeşiyan hat diyarkirin ku dê di 10’ê hezîranê hilbijartin pêk werin. Desteya Bilind a Hilbijartinê ya Iraqê ev biryar ragihand. Her wiha heman saziyê desteya hilbijartinê ya herêmê betal kir. Yanê; li herêma Kurdistanê êdî desteyek hilbijartinê nîne. Eger hilbijartin çêbibe ew ê pêvajo ji aliyê desteya hilbijartinê ya federal ku navenda wê li Bexdayê ye bê meşandin. Ev tişt cara yekem e pêk tê.

Piştî ku dîroka hilbijartinê hat eşkerekirin Dadgeha Bilind a Iraqê du biryarên girîng dan. Biryara yekê kota hatin betalkirin. Weke tê zanîn parlamentoya herêmê ji 111 kursiyan pêk dihat. 5 ji bo tirkmenan, 5 bi xristiyanan û 1 jî ji bo ermenan bi giştî 11 kota hebûn. Niha ev çûn û 100 kursî man. Ev 11 kota di lîsteya PDK’ê de dihatin bi cihkirin û dema hilbijartinê PDK bi 11 kursiyan li pêşiya partiyên din dest pê dikir. Ango; PDK bi 11, partiyên din bi sifirê dest pê dikirin. Ev biryar ji bo PDK’ê derbeyek mezin bû. Biryara duyem a dadgehê; 400 hezar dengên ku di hilbijartinên borî de hatine dayin bêxwedî ne. Tê gotin ku 400 hezar kurdên Rojava, Rojhilat û Bakur ên li herêmê ne, PDK’ê ji wan re nasname derxistiye û deng dane. Niha Bexda dibeje ku ev 400 hezar kes nikarin deng bi kar bînin. PDK vî tiştî jî qebûl nake.

Çima? PDK di hilbijartina borî de 45 kursî bi dest xist. 11 kota bûn 34 jî qezenc kirin. Lê PDK’ê bi giştî 680 hezar deng bi dest xist. Eger ji vana 400 hezar deng bi kar neynin dimîne 280 hezar. PDK bi 280 hezar dengî encax 12-15 kursiyan qezenc dike. Û li gorî vê rewşê dibe partiya sêyem û desthilatdariya xwe winda dike. Ji ber vê yekê PDK naxwaze hilbijartin çêbibin û çêbibe jî naxwaze beşdar bibe.

Di rewşa heyî de PDK bixwaze jî êdî nikare beşdar bibe. Ji ber ku lîsteyên partiyên beşdar dibin aşkera bûn. Li gorî qanûn formula ku PDK êdî tevlî hilbijartina 10’ê hezîranê bibe nema. Hin hêzên herêmî û navneteweyî niha li formulek ku PDK beşdar bibe digerin. Lê hemû partî, saziya hilbijartinê ya federal û YNK dibêjin pêwîste hilbijartin di roja xwe de ango 10’ê hezîranê pêk bê.

Di vê navberê de serokê herêmê Nêçîrvan Barzanî jî dixwaze ev biryar pêk were. Ji xwe yê ku ev biryar îmze kirî Neçîrvan Barzanî bi xwe ye. Di nava vê aloziyê de Neçîrvan Barzanî cuda, Mesûd Barzanî û kurê wî Mesrûr jî cuda tevdigerin. Tê gotin ku Barzaniyan di nav xwe de kar dabeş kirine. Lê wer xuyaye ne wisa ye. Ji ber ku Mesrûr, Neçîrvan bêbandor kiribû, Neçîrvan jî niha vê yekê weke firsendekê dibîne ku Mesrûr li derveyê hikûmetê bihêle.

Bi kurt û kurmancî PDK dibîne ku beşdarî hilbijartinan bibe ew ê bi ser nekeve. Winda dike û bi rêya rewa û qanûnî neçare derveyê desthilatdariyê bimîne. Bêguman PDK tiştek wiha qebûl nake. PDK bixwaze jî Tirkiye vê yekê qebul nake!. Ji ber vê sedemê PDK li formulek bêyî hilbijartin digere ku desthilatdariya xwe bidomîne. Ev jî ne mûmkûn e. Ji xwe dadgeha federal gelek erkên herêmê betal kiriye. Ev yek jî her ku diçe PDK’ê tengav dike.

Di rewşa heyî de 3 senaryo hene ku li ser têne nîqaşkirin; Yek; PDK hilbijartinê boykot bike û beşdar nebe. Ev tê wê maneyê ku PDK ew ê li derveyî hikûmet û parlementoyê bimîne. Neçare parlemento û hikûmeta nû nas bike. Hikûmeta nû jî ew ê bi serokatiya YNK’ê were avakirin. PDK vê yekê qebûl nake. Yanê senaryoya yekem nameşe. PDK û Tirkiye tiştek wiha nakin. Duyem; Ji ber ku êdî PDK nikarin beşdarî hilbijartinên 10’ê hezîranê bibe, dikare partiyek din destek bike. Ev jî ji wan xeter e, dîsa derveyî desthilatdariyê dimînin. PDK formulek derveyî desthilatdariyê naxwaze û qebûl nake. Senaryoya sêyem ev e; PDK nehêle ku li herêmên xwe sandoq werin danîn û hilbijartin pêk were. Li gorî liv û tevgerên wan xuyaye ku PDK vî tiştî dixwaze. Ya rastî xetereya mezin jî ev e. Di rewşek wiha de ew ê li herêmên derveyî PDK hilbijartin pêk werin. Bafel Talabanî got, ‘Li Hewlêrê li mala xwe be jî em ê sindoqan deynin.’ Yanê li Hewlêr 10 deng jî werin bi karanîn derbasdar in. Eger PDK bêje em beşdar nabin, li herêmên xwe sindoqan danaynin û encamên hilbijartinê nasnakin wê demê Dadgeha Federal a Iraqê dikare PDK’ê derveyê qanûn îlan bike. Di rewşek wiha de ji xwe wezîfeya Neçîrvan Barzanî, Mesrûr Barzanî û Parlamentoya Herêmê bi dawî dibe. Dadgeha Bilind dikare statûya herêmê jî betal bike. Wê demê rêveberiya navendî ya Iraqê dikare dest deyne ser hemû erkên herêmê. Di rewşek wiha de PDK yan wê xwe bispêre Tirkiyeyê yan jî teslîmî Iraqê dibe. Lê li aliyê din ji ber ku di serî de YNK û partiyên din beşdarî hilbijartinê dibin herêmên ku ew lê bi hêzên dikarin werin nas kirin. Ango Herêma Federe ya Kurdistanê tenê dikare bi Silêmanî û Helebçê re were sînordarkirin.

Ji ber vê yekê rewşa heyî gelek xetere ye. Mesûd Barzanî di sala 2017’an de referanduma serxwebunê pêk anî û di encamê de nîviyê axa herêmê teslîm kir. Bi vê siyaseta xwe ya niha jî dixwaze ji nîvê mayî nîvê din jî bide windakirin.

Di serî de Amerîka, welatên Ewropa û hêzên herêmî dixwazin hilbijartin çêbibin û PDK jî beşdar bibe. Saziya hilbijartinê ya Iraqê di meha tîrmehê de tê guhertin ji ber vê yekê divê beriya wê hilbijartin çêbibin. Neçîrvan Barzanî ji bo vê aloziyê van roja diçe Îranê. Eger daxwazên PDK’ê pêk were (ku zehmet e) hilbijartin werin taloqkirin jî wê krîzek din dest pê bike. Her wiha di rojên pêş de Tirkiye bi alîkariya PDK li dijî PKK’ê dixwaze dest bi êrîşek nû bike. Ev yek PDK’ê tengavtir dike. Piştî 30 salan cara yekem ku rewşa statûya li Başûr ewqas dikeve xetereyê. PDK, bi taybet malbata Barzanî weke qeyûuman dest danîne ser destkeftiyên gelê kurd ku bi berdêlên giran hatine girtin. Gelê kurd ji bo ku bibin xwedî statû bi hezaran şehîd dan. Lê îro ji ber siyaseta şaş, berjewendiyên malbatî û yên ji bo Tirkiyeyê ev statû bi têkçûnê re rû bi rû ye.