2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Stranên herî xweş li çiyayên Kurdistanê got

Amadekariya xwe kiribû û li benda wê rojê bû. Kela kela dilê wê dibû keneke ji demsalên herî xweş û weke şewqa rojê xwe dida ser çavên wê. Dizanibû ku bi gava ku bavêje wê êdî her tişt ne wekî berê be û dizanibû ku ji vê rêyê veger nîne.

Lê disa jî bi biryar bû, dizanibû ku dikeve rêyeke çawa û di dawiya vê rêyê de xweşikbûnê çawa bi germahiya tîrêjên rojê wê hembêz bikin. Roj hatibû bi wê kelecana wekî zarokên cejnê ketibû şîverêyên çiyayên bilind, çiyayên bi mij û çiyayên ku ji egîdan re bûye stargeh… Êdî bibû yek ji kulîlkên çiyê, êdî parçeyeke dilê wê bibû kevok, parçeyek jî bibû teyrê baz. Û êdî nav lê hatibû kirin bibû Mizgîn… Mizgîna leheng, xwedî nav û deng…
Hozan Mizgîn (Gûrbet Aydin) di sala 1962’yan de li Batmanê ji dayik bû. Di salên ku ji dayik dibe, xaka Kurdistanê ji her aliyê ve bi feraseta dagirkeriyê hatibû dorpêçkirin. Li aliyekî zext û zordariya dewletê, li aliyê din feraseta feodal a li ser nasnameya jinan, bi her rê û rêbazên dagirkeriya xwe dimeşand. Mizgîn jî di nav rewşeke bi vî rengî de ji dayik bibû. Hê di zarokatiya wê de kifş bû ku dê bibe xwedî pêşerojeke çawa. Lewre xwedî xeyal û fikrên ji temenê xwe mezintir bû. Lê taybetiyên wê ne bi xeyal û fikrên mezin re sînordar bû. Di heman demê de ew xwedî dengekî balkêş bû. Dema gotin dibûn kilam û ji awazê wê diherikîn, ne mimkun bû ku mirov guhê xwe nede wê û bikeve nav hestên kûr. Jixwe di temenê zarokatiya xwe de herî zêde jî bi dengê xwe yê xweş û kilamên ku digot dihat nasîn.

Di wan salên ku carna ji malbatan, carna jî ji hevalên xwe re sitran distrî, gotinek ji devê wê kêm nedibû. Hertim digot “ez ê stranên xwe yên herî xweş li çiyayên Kurdistanê bi rêwiyên azadiyê re bibêjim.”

Di bingeha vê gotinê de heqîqetek û xeyaleke giranbûha hebû. Zarok bû lê li dijî zilmê rêya çareseriyê di berxwedanê de didît û ji ber vê yekê jî çiyayên Kurdistanê ji bo wê qadên pîroz bûn.

Xebatên xwe yên çand û hunerî heya ku darbeya leşkerî ya 12’ê Îlonê pêk bê didomîn. Lê piştî ku Kenan Evren darbeyê pêk tîne, pêvajoyeke dijwar destpê dike. Bi sedan ciwan û şoreşgerên ku ji azadiya gelê kurd di nav têkoşînê de bûn an tên qetilkirin an jî tên girtin. Mizgîn jî yek ji wan navan bû ku di lîsteya dewleta tirk de bû. Di der barê wê de biryara girtinê tê dayîn. Lê Mizgîn radestî dijmin nabe û berê xwe dide Bekaya Lubnanê…
Piştî ku li Bekayê perwerde dibe, ew û rêhevalê wê Hozan Sefkan bi armanca xebatên çand û hunerî li Ewropayê tên peywirdarkirin. Li ser vê biryarê herdu hunermend berê xwe didin Ewropayê.

Belê bi derbasbûna Ewropayê re ji welatat û gelê xwe dûr ketibû lê divê têkoşîn bidomiya. Jixwe di kesayeta Mizgînê de jî têkoşîn bi hemû taybetiyên xwe didomiya. Bi hesreta welat, heval û hogirên xwe li Ewropayê bi armanca çand û hunera kurd pêş bixe, di xebatan de cih digire.

Li wir ew û Hozan Sefkan di damezrandina Koma Huner û Koma Berxwedan de cih digrin û di pêşketina hunera kurd de roleke mezin dilîzin. Di wan salan de kilamên wê yên wekî “Lo Hevalo, Çemê Hêzil û Hewar Gundîno” tomar dike. Ev kilamên wê li Kurdistanê di serdemên ku qasetên kurdî qedexebûn de li Kurdistanê belav dibin. Bi taybet jî ji ber jinên têkoşer bûn li ser şopa navên wekî Eyşa Şan û Meryem Xanê diçû, herî zêde kilamên wan distirî.
Lê ev serboriya Ewropayê jî têra Mizgînê nedikir. Hertim di dil û mêjiyê wê de valahiyeke kûr hebû. Vê valahiyê bi şev û roj xwe dida hiskirin. Baş dizanibû ku ev valahî ji çi pêk tê. Valahî, xeyalên wê yên çiyayên Kurdistanê bû.

Êdî di warê temen û ferasetê de gihiştibû têgihiştineke girîng. Êdî baş dizanibû ku ew roja ku wê kelecaneke di cejnan dilê wê de pêk bîne hatibû. Rojekê amadekariya xwe dike, heval û hogirên xwe cara dawîn dibîne, ji wan re çend kilamên dawîn dibêje û berê xwe dide navnîşana xeyalên xwe, dikeve şîverêyên çiyayên serbilind û bi mij.
Bi her gavên ku davêt re, kelecana wê mezin dibû. Bi her gavên ku davêt piçek din nêzî tîrêjên rojê, nêzî dildarên azadiyê dibû. Êdî navê Gûrbet Aydin li paş xwe hiştibû û bi nasnameya xwe ya şoreşger navê Mizgînê li xwe kiribû da ku mizginiya azadiyê bide gelê xwe.

Tevlîbûna wê ya refên azadiyê ji bo Mizgînê dihat wateya pêvajoyeke nû. Ev pêvajo dê gelek dijwar derbas bibûya. Lê ewqas jî tije û bi wate bû. Li aliyekî şervan bû, li aliyekî hunermend bû û li aliyekî jî li dijberî feraseta serdest a zilam jineke kurd bû. Bi sê nasnameyan bibû yek ji xwedawenda çiyayê Kurdistanê.

Xeyala wê ya ku di temenê zarokatiyê de êdî pêk hatibû. Bi rêhevalên herî dilmgerm û rûken re bû. Lê barê wî jî girantir bibû. Bi nasnameya xwe ya hunermend, di heman demê de li dijberî feraseta dagirker a li ser nasnameya jinan, têkoşîna jinên kurd jî temsîl dikir. Her wiha li aliyekî şervantî, li aliyekî hunermendî û li aliyekî şoreşgerî kirin ne tiştekî hêsan bû. Lê Mizgîn bi wêrektiyeke mezin ev her sê barê giran dabû ser milên xwe.
Hozan Mizgîn bi salan li dijî dagirkirina li ser nasnemeya kurd, çand û hunera kurd û dagirkirina li ser nasnameya jinan, di nav têkoşîneke bêhempa de cih digire. Sekna wê ya şoreşger di her kêliyên jiyana wê de bi hemû taybetiyên wê xwe dide der.

Di sala 1992’yan de li ser peywireke nû berê xwe dide navçeya Tetwana Bedlîsê. Bi armanca xebatên rêxistinî bimeşîne, li Tetwanê dikeva nav hewldanan. Di demeke kin de xebatên wê encam didin û di warê rêxistinbûyînê de gelê Tetwanê dibe xwedî feraseteke welatparêz. Mizgîn di vê yekê de bi kesayet û hevaltiya xwe ya dilnizm bandoreke mezin li kesan û derdorê dike. Lê ev çelengtiya wê ya têkoşer, dibe sedem ku li navçeyê navê wê zûtir bê bihîstin. Dijmin jî agahdar dibe ku Mizgîn li Tetwanê ye.
Di 11’ê gulana 1992’yan de leşker dora mala ku Mizgîn lê ye dorpêç dike û banga teslîmiyetê lê dikin. Ev banga teslîmbûyînê ji bo Mizgînê banga herî bêqîmet û vala bû. Lewre di kesayeta Mizgînê de teslîmbûyîn tunebû. Lewre gotina “teslîmiyet îxanet e” ya ku ji zindana Amedê bilind bibû, wek kevneşopiya berxwedanê rêya Mizgînê jî ronî kiribû. Ji ber vê jî Mizgîn teslîm nabe û heta henaseya xwe ya dawîn li wir bi dijmin re şer dike û şehîd dibe.
Jina çeleng Mizgîn, xwediya nasnameya şoreşger û hunermend, bi vî rengî derbas kir kêliyên jiyana xwe. Jiyaneke ku her kêliyên wê bi wate, jiyaneke ku her kêliyên wê bi eşqa huner û azadiyê tije. Bi xeyalên xwe yek ji zarokên welatê rojê bû, bi kesayeta xwe yek ji sembola jinên kurd û bi têkoşîna xwe yek ji navên dildarên azadiyê bû. Leheng bû, çeleng bû û wekî ku rêvahalê wê Hozan Serhat jî tîne ziman ew xwediya nav û deng, Şêra kurdan bû.