17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Sûcên TSK’ê di raporên dewletê bi xwe de jî hene’

Seroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn diyar kir ku wan weke parastvanên mafan şahidiya gelek sûcên TSK’ê kirine û wiha got: “Me ev sûc tevek kirin rapor. Di raporên dewletê bi xwe amade kirin de jî ev sûc hene.”

Piştî axaftinên Parlamenterê Partiya Gel a Komarê (CHP) yê Amedê Sezgîn Tanrikulu yên di bernameyeke televîzyonê de derheqê TSK’ê de, sûcên TSK’ê di salên 1990’an de kirin dîsa bûn rojev.  Tanrikulu di bernameyê de got; “Ma yên Darbeya 12’ê Îlonê kirî ne TSK bû? Ma ne ev artêş bû ya ku di 15’ê tîrmehê de hewldana darbeyê kirî, gund şewitandî… Bi dehan cînayetên kiryarnediyar. Dozên ku ez dişopînim hene. Ma ne TSK bû ya ku 15 gundî ji helîkopterê avêtî? Ya ku bi biryara DMME’yê êdî neguher bûy…” Pişî bernameyê jî li dijî Tanrikulu kampanyaya lînçê hate destpêkirin û bi îdiaya sûcê “Gel ji bo kîn û nefretê sor kiriye û biçûk xistiye” lêpirsîn hate destpêkirin.

Seroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û ji damezirînerên Buroya Alîkariya Hiqûqî ya li Dijî Tacîza Zayendî û Tecawiza di bin Çavan de Eren Keskîn, nîqaşên derheqê TSK’ê de û bûyerên qala wan tên kirin vegot.

Ji hêla DMME’yê ve hate tesdîqkirin

Keskîn, anî ziman ku tevahiya gotinên Tanrikulu yên di bernameyê de ji bo TSK’ê gotin rast in û wiha got: “Di dîroka Tirkiyeyê de gelek bûyerên bi vî rengî qewimîn. Gotinên Tanrikulu ji hêla Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ve jî hatine tesdîqkirin û Tirkiye mehkûmî dayîna tazmînatê hatiye kirin. Di serî de partiya wî, meqamên herî jor ên dewletê gef li Tanrikulu xwarin. Lê peymanên navneteweyî ku Tirkiyeyê jî îmze kirine, mafê azadiya xweîfadekirinê dide.”

Sûc di raporên dewletê de ne

Bi domdarî Keskîn diyar kir ku dewletê bi xwe di raporên xwe de cih daye van sûcan û ev tişt anî ziman: “Kesên îro Tanrikulu lînç dikin bila li raporên dewleta xwe binêrin. Weke mînak, rapora Susurlukê. Dewlet ev rapor bi mifetîşeke xwe da amadekirin. Di vê raporê de ev rastiyên ku em niha ji ber wan tên lînckirin hene. Erdogan, soz dabû Berfo Kirbayir û Komîsyona Mafên Mirovan a Meclisê têkildarî windakirina Cemîl Kirbayir lêpirsîn da destpêkirin. Di dawiyê de jî dewletê raporeke wiha parve kir; ‘Cemîl Kirbayir hatiye binçavkirin, di dema binçavkirinê de ji hêla hêzên dewletê ve bi îşkenceyê hatiye kuştin û cenazeyê wî hatiye veşartin.’”

Guherokiya aqilê dewletê

Di berdewamê de Keskîn destnîşan kir ku dewlet niha nêzikatiyeke înkarger raber dike û wiha got: “Demek tê aqilê dewletê dibêje em rêbazekî nerm bi kar bînin, van sûcan lêkolîn bikim ku ev yek di dîroka AKP’ê de jî hene. Dema AKP bûy îktîdar got; ‘serdema torosên spî xelas bû û êdî dê windakirî nebin.’ Lê di halê hazir de veguheriye wê zîhniyeta dixwest wê bigire.”

Xeta hevpar a desthilatî û muxalefetê

Keskîn, bi lêv kir ku di destpêka “xeta sor” a dewletê de pirsgirêka kurd heye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di vê mijarê de tu ferqa muxalefetê jî ji îktîdarê nîne. Di roja me de îktîdar û muxalefet di heman noqteyê de bûne yek û milîtarîzmê diparêzin. Min tu caran bawer nekiriye ku CHP ji bo pirsgirêka kurd çareseriyekê peyda bike. Ji ber ku partiyeke dewletê ye û xeta sor a bîrdoziya fermî heta dawiyê diparêze. Binêrin; Kiliçdaroglû beriya hilbijartinê ji bo dengê kurdan wergire qala ‘hevhelalkirinê’ kir û got ku dê ji bo hemû sûcên dewletê hevhelalkirin çêbibe. Lê xwedî li parlamenterê xwe derneket. Ev tiştekî gelek tirsnak e.”

‘Şahida gelek sûca me’

Seroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn got ku weke parastvaneke mafên mirovan şahidiya gelek sûcên TSK’ê kiriye û wiha pê de çû: “Me ev sûc kirin rapor. Min bi çavên xwe dît ku gerîlayeke jin hate tazîkirin û li erdê hate kaşkirin. Her wiha gerîla Ekîn Wan jî hate tazîkirin û li erdê hate pêşandan. Weke parastvanên mafên mirovan em şahidên pir nêz in bê ka piştî kuştina Vedat Aydin vê dewletê çawa hewl da sûcên xwe veşêre. Em baş dizanin bê ka Mûsa Anter çawa ber bi mirinê ve birin û ew pêvajo çawa hate amadekirin. Kê ev sûc hemû kirin? Weke mînak windakiriyên Kerboranê. Malbat bi salan lê geriyan û derket holê ku ev kes di bin çavan de hatine qetilkirin û piştre avêtine bîrên asîtê. Cîgirê femandarê wê demê Mehmet Tîre, çawişê pispor Bîlal Batirir ew bûyer yek bi yek vegotin. Me jî gorên komî dan vekirin û ji wan gorên komî hestiyên windakiriyên Kerboranê derketin. Baş e lê çi bû? Mehmet Tîre yên ku ew di bîrên asîtê de şewitandî li Gumuşluk a Bodrumê kirin şaredar. Dewlet ji me dixwaze ku em qala sûcên JÎTEM’ê nekin.”

Doza Mûsa Çîtîl

Eren Keskîn, da zanîn ku dema li Buroya Alîkariya Hiqûqî ya li Dijî Tacîza Zayendî û Tecawiza di bin Çavan de dixebitî jî dewletê gelek sûc kirine û wiha derbirî: “Lê ne kesên ev sûc kirin, yên ev sûc derxistin holê hatin darizandin. Doza Mûsa Çîtîl yek ji mînakên vê ye. Mûsa Çîtîl dema li Mêrdînê gelek serlêdanên tacîzên di bin çavan de hatin. Piştre jî derheqê Mûsa Çîtîl û 450 leşkerên di bin fermana wî de doz hate vekirin. Heta li rojnameyên nûçeya wê çêkirin jî doz hatin vekirin. Piştre ev doz ji Mêrdînê veguhestin Edliyeya Kirikkaleyê û tevan jî beraet kirin. Mûsa Çîtîl piştre di bûyerên Sûrê de dîsa weke fermandar derket pêşiya me. Lê me dizanî ku ew û leşkerên wî ji gelek dosyayên îşkenceyê sûcdar in.”

‘Em bi polîtîkaya tirsê tên birêvebirin’

Keskîn, axaftina xwe wiha qedand: “Aqilê dewletê yê salên 90’î hêj jî îktîdar e. Lewma dixwazin di nava civakê de tirsê belav bikin. Weke mînak Mehmet Agar û Tansu Çîller li cem kê cih digirin? Divê mirov li vê binêre. Dixwazin jê re bibêjin dewleta kûr dixwazin jî tiştekî din jê re bibêjin. Lê heta hûn bi dewletê re lihev nekin nikarin bibin îktîdar. Em bi polîtîkayeke tirsê ve tên birêvebirin. Her roj gef li min tên xwarin. Anku dema ji malê derdikevin nizanim dê çi were serê min. Em nikarin li gorî peymanên navneteweî û hiqûqa navxweyî bijîn. Heke meqama herî jor a dewletê gefê li we bixwe, ma dê kî bikare qala ewlehiyê bike. Tişta li Tahîr Elçî hatiye kirin mînaka vê ye.”