28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Sûriye careke din tev li Komkara Erebî bû

Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Iraqê ragihand ku îro di civîna wezîrên karên derve ya welatên erebî de ku li Qahîreyê pêk hat, li ser vegerandina Sûriyeyê ya di nava Komkara Erebî de lihevkirin çêbû.

Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Iraqê Ehmed Sehaf bi daxuyaniyekê ragihand, îro di civîna wezîrên karên derve de ku li paytexta Misir Qahîreyê pêk hat, li ser vegera Suriyeyê ya di nav Komkara Erebî de lihevkirin çêbû.

Ehmed Sehaf diyar kir ku Komkara Erebî wê ji niha û şûn de qonax bi qonax kar ji bo çareserkirina qeyranên li Suriyeyê bike.

Li aliyê din Tora El Erebiyê ya Siûdiyê jî ragihand ku di civîna li Qahîreyê de li ser “vegera bişert” a Sûriyeyê li Komkara Erebî lihevkirin çêbûye.

Heman çavkaniyê diyar kir ku encamnameya ku ji civînê derkeve, tê de hatiye gotin ku ji îro (7`ê Gulanê) de şandeyên Sûriyeyê dikarin tev li civînên komkarê bibin.