2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Tahmaz: Navnîşana çareseriyê Ocalan e

Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) li Stenbolê konferansa “Li dijî siyaseta tecrîdê, têkoşîna aştî û azadiyê”pêk anî. Di konferansê de Serokê Vakfa Aştiyê Hakan Tahmaz axivî û got: “Eger dê pirsgirêka kurd bê çareserkirin, rêya çareseriyê Îmralî ye û navnîşana çareseriyê Abdullah Ocalan e.”

Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD), li Oteleleke ku li semta Taksimê ya Stenbolê ye konferansa “Li dijî tecrîdê, têkoşîna aştî û azadiyê” pêk anî. Gelek parazvanên mafên mirovan, hiqûqnas, siyasetmedar û rewşenbir beşdarî konferansê bûn. Dîsa Delegasyona Hiqûqnasan a Navneteweyî ya li Dijî Tecrîdê jî amade bû. Hevseroka Giştî ya OHD’ê Ekin Yeter, Hevberdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan, Serokê Vakfa Aştiyê ya Tirkiyeyê Hakan Tahmaz û gelek kesên din axivîn.

Yeter: Rejîma tecrîdê kûr bû

Ewil Hevseroka Giştî ya OHD’ê Ekini Yeter, axivî û wiha got: “Em girtiyên di girevê de û malbatên di Nobeda Edaletê de silav dikin. Ji ber rejîma tecrîdê, li dijî zagonên navneteweyî pêş dikeve, û ji bo daxwaza demokratîk a raya giştî pêk nayê, kiryarên heyî tev dibin îşkence. Tevrîd vedigere îşkenceyê. Piştî sala 2013’an bi taybetî piştî hevdîtin û diyalog bi dawî bû, kaos û qeyran pêş ket. Bi hişmendiya netewdewletê ya faşîst, nirxên neteweya kurd ên dîrokî, çandî û aborî hev hatiye talankirin û wêrankirin. Heqiqet hatiye windakirin. Ziman hatiye tunekirin, mafên wekheviyê ji dest hatiye girtin. Ji bo çareseriyê hemû rê hatine girtin. Dewlet ji bo komkujî û kujerên nediyar bên ronîkirin bi rastiya xwe re nehatiye rûqalî hev. Cudakariya beweriyan hatiye zêdekirin. Ji bo destkeftiyên kurdan ji destê wan bên girtin, dagirkerî û êrîş pêş ketiye. Bi çekên kimyewî sûcên şer hatin kirin. Bi tayinkirina qeyûman maf û destkeftî hatin xezpkirin. Bi hezaran rojnameger, siyasetmedar, nivîskar, akademisyen bêsûc hatin darizandin û cezakirin. Sûcê şer ên çekên kimyewî hatin kirin. Heqîqeta gelê kurd îro di tecrîdê de ye. Ji ber ku îro qeyran û kaos bi tecrîdê ve girêdayî ye. Zimanê kurdî di tecrîdê de ye. Ekolojî di tecrîdê de ye. Pankartên li ser tecrîd hatiye nivîsandin di tecrîdê de ye. Di şexsê tecrîda li Îmraliyê de heqîqeta gelekî di tecrîdê de ye.”

Tahmaz: Navnîşana çareseriya pirsgirêka kurd Ocalan e

Serokê Vakfa Aştiyê Hakan Tahmaz axivî û got: “Eger dê pirsgirêka kurd bê çareserkirin, rêya çareseriyê Îmralî ye û navnîşana çareseriyê Abdullah Ocalan e. Buroya Hiqûqê ya  Sedsalê tecrîda 25 salan a li Îmraliyê pêk tê, her tim di rojeva gel de digire. Divê pergala ku çareseriya pirsgirêka kurd ji dil û can digire dest pêş bikeve. Niha meclisek ku pirsgirêkê ji dil çareser bike tune ye. Rêya ku Abdullah Ocalan ji bo çareseriyê peşkeş kiriye heye. Divê em qebûl bikin ku eger pirsgirêka kurd bê çareserkirin, navnîşan Abdullah Ocalan e. Abdullah Ocalan ji 99’an heta niha her tim ji bo çareseriyê rê nîşan da. Em ji çerebeyên cîhanê dizanin ku çareserî bi şer pêş nakeve. Çareserî bi lihevhatina aliyên şer pêk tê. Divê aliyên şer bên gel hev û li hev bikin. Tevgera Siyasî ya Kurd Abdullah Ocalan wekî muxatab dibîne. Eger hûn ji dil bin, divê hûn bi muxatab re rûnên û vê meseleyê çareser bikin.

Rûniştina duyemîn a konferansê bi sernavê ‘Li Tirkiyeyê wekî teknîka Rêveberiyê Rawestandina Hiqûqê’ pêk hat. Sekretera Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê Parêzer Oya Ersoy pêşkêş kir. Parêzerên OHD’ê Şevîn Kaya bi sernavên “Nepêkanîna biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn û AÎHM’ê”, rojnamevan Alî Duran Topuz bi sernavê “Li Tirkiyeyê Qeyrana Darazê” û Baroya Amedê pêşkêşî kirin. Serokê Baroya Amedê Nahît Eren bi sernavê “Ji Girtiyên Siyasî re Rejîma Înfazê ya ku Girantir Dibe” pêşkêşî kir.

Beriya axaftinan peyama Siyasetmedara Kurd Ayla Akat Ata ya li Girtîgeha Jinan a Sîncanê girtî ye hat xwendin.

Ata: Paradîgmaya Ocalan a zindîkirinê heye

Peyama Ayla Akat Ata wiha ye: “Sînorên ku li erdnîgariya cîhanê di dawiya du şerên hevpar ên mezin ên sedsala 20’êmîn de hatin xêzkirin, ji ber vê yekê jî di warê çand û baweriyan de, dabeşkirin û nîvçomayîn bi xwe re anî. Konferansa we ya ku bi baweriya min di dema xwe de û di cih de hat lidarxistin, rojeva gelê kurd û îradeya parastina hebûna xwe li dijî polîtîkayên înkar, îmha û asîmîlasyonê yên sedsalê zêdetir e ku netew-dewletên herêmê, di nava gelê kurd de nîşan dide. Di vê têkoşînê de rastiya Ocalan bi lêgerîna xwe ya zindîkirina pergala demokratîk, ekolojîk, azadiya jinan a ku daye pêş heye. Giravek e, çiya ye, deşt e. Aliyek sirgûn e, aliyê din girtîgeh e. Ciwana ku bi zanebûnê hatiye xemilandin, jina ku bi hişmendiyê heye. Amed û Enqere ye, Silêmanî û Bexda, Mehabad û Tehran, Qamîşlo û Şam e. Em dixwazin ku hûn zanibin hewl û lênihêrîna ku we daye ji bo me pir bi qîmet e. Em pîroz dikin û silav û rêz û hurmeta xwe digihînin bi hêviya ku bibe sedema bihêzkirina demokrasî û aştiyê.”

Eren: Kurdan her daîm aştî xwestiye

Serokê Baroya Amedê Nahît Eren bi sernavê “Ji Girtiyên Siyasî re rejîma înfazê ya girantir dibe” pêşkêşî kir.

Eren bi bîr xist ku Kurd di her serdema desthilatdariyê de û di her serdemê de rastî komkujî, sirgûnan hatin û ketin girtîgehan û got, “Tevî vê yekê jî Kurdan ji her desthilatdariyê daxwaza aştiyê kirin. “Kurd hê jî azadî û mafên mirovan diparêzin. Eren, anî ziman ku hemû rêziknameyên qanûnî li gorî kurdan tên avakirin û got, Li gorî helwest û daxwazên kurdan tên avakirin. Xebatên qanûnî jî bi vî awayî tên organîzekirin.”

Eren bi bîr xist ku biryara binpêkirina Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) ya der barê xala “Li ser navê rêxistinê bêyî endamtiya rêxistinê sûc kirine” bi bîr xist û got, “Baroya Amedê 20 sal berê li dijî vê yekê îtîraz kir û em îro jî vê yekê dikin. Lê mixabin Dadgeha Destûra Bingehîn piştî 20 salan biryara xwe da. Li tu derê cîhanê sûcdarkirineke bi vî rengî nîne. Eren, anî ziman ku madeya mijara gotinê ji aliyê Meclîsê ve bi “pakêta darazê ya nû” girantir bûye.

Eren, anî ziman ku pergala “hiqûqî” ya bi sedsalan a li ser kurdan dewam dike û wiha got: “Di salên ewil ên damezrandina Komarê de Dadgehên Îstîklalê hebûn. Înfaz tên kirin, cezayê îdamê tê dayîn, paşê dibêjin xelet kirine û digirin. Ev sîstem her tim li vî welatî hebû. Ew wekî rêziknameyek qanûnî ya nû xuya dike, lê bi rastî jî heman e. Hemû sîstem li dijî Kurdan e, ev sîstem nîşan dide ku daxwazên Kurdan çawa tên krîmînalîzekirin.”

Topuz: Qeyran bi zanebûn hatiye çêkirin

Rojnamevan Alî Duran Topuz bi sernavê “Li Tirkiyeyê qeyrana darazê” pêşkêşiyek kir. Topuz qeyrana darazê ya di navbera Dadgeha Destûra Bingehîn û Dadgeha Cezayê Giran de weke lîstikeke şanoyê nîşan da û got, “Cûdahiya di navbera saziyan de ji holê ranabe. Ji ber ku yek ji saziyan ne di wê lîstikê de ye.” Topuz, anî ziman ku qeyranek bi zanebûn hatiye çêkirin e û wiha got: “Ev qeyran bi zanebûn hatiye çêkirin. Ji ber vê yekê, wateya vê qeyranê çi ye? Îro bi tinekirina hemû destkeftiyên komarê rejimekê ava dikin. Em dibînin ku di dema damezrandina Komarê de daraza bi heman awayî hatiye bikaranîn. Bi taybetî pêvajoya darazê ya ku di sala 1921’an de bi Koçgirî dest pê kir û bi eêrsimê bi dawî bû, mînaka vê bû. Her çend îro kêm parlementer behsa vê pêvajoyê dikin jî, heta salên 1990’î em li akademiyê nikarin rexneyan bibînin. Lê ev di rastiyê de encama wateya darazê ye û desthilat vê yekê bi zanebûn dike.”

Di rûniştina sêyemîn û dawî ya konferansê de mijara “Aştî, Çareseriya Demokratîk û Diyalektîka Azadiyê” Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn pêşkêş kir.

Uçar: Tecrîd pirsgirêka sereke ye

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar destnîşan kir ku tecrîd yek ji pirsgirêkên herî bingehîn e. Çîgdem Kiliçgun Uçar, diyar kir ku tecrîd wê tenê weke pirsgirêkeke hiqûqî neyê dîtin û got, divê bê diyarkirin ku Kurd li Tirkiyeyê nûnertiya çi dikin û ev tê çi wateyê. Çîgdem Kiliçgun Uçar anî ziman ku kongre hem li Kurdistanê hem jî bi beşdariya xurt a Kurdan pêk hat, girîngî da kongreyê û got, “Sed sal di ser re derbas bûn. Em li Erziromê beşdarî merasîma cenazeyê bûn. Li Erziromê ku kongreya wê demê ya ku Kurdan piştgirî dayê, cenazeyên Kurdan di sindoqan de radestî malbatên wan kirin. Ev têra xwe nîşan dide ku Kurd di pêvajoya dîrokî gihaştine ku. Em bi polîtîkayên înkar, asîmîlasyon û îmhayê yên mekanîzmayeke ku avakerê wê em in re rûbirû ne.”

Çîgdem Kiliçgun Uçar, destnîşan kir ku Qanûna Bingehîn a sala 1921’an ji bo Kurdan qanûneke bi qîmet bû û destnîşan kir ku ev qanûna bingehîn ku wê demê otonomî daye Kurdan û îro behskirina wê dibe sedema cezayên sûcê ye.

Çîgdem Kiliçgûn Uçar anî ziman ku bi Qanûna Bingehîn a sala 1924’an qanûneke bingehîn li ser înkarê hatiye tetbîqkirin û diyar kir ku li Tirkiyeyê ji bilî Tirk û Suniyan yên din tên înkarkirin. Çîgdem Kiliçgûn Uçar got, “Em dikarin bibêjin ku sîstemeke qeyûman ya sed salî ye û ev jî netew dewlet e. Gelo bi rastî pirsgirêka Kurd li Tirkiyeyê çareser dibe? Tevgera Azadiya Kurd diyar dike ku rastiya Kurd bi xwe li vê erdnîgariyê tê jiyîn û ev yek ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê girîng e.

Çigdem Kiliçgûn Uçar, bal kişand ser girîngiya pêvajoya diyalogê ya sala 2013’an û got, “Bi nameya Birêz Ocalan re me dît ku îradeya aştiyê ji sînorê Kurdistanê derket. Pêvajoyeke ku ne tenê Kurd, hemû gel û bawerî di nava saziyên demokratîk de cih girtine. Birêz Ocalan diyar dike ku çareseriya pirsgirêka Kurd ji bo demokratîkbûna welat û çareserkirina qeyranan girîng e. Yekane xwediyê vê projeyê Birêz Ocalan e.

Çîgdem Kiliçgun Uçar, bal kişand ser têkoşîna aştiyê ya ku gelê Kurd ji berê ve daye meşandin û got, “Em dikarin tecrîda îro li Îmraliyê tê kirin weke bêhiqûqiyek tenê li dijî gelê Kurd nîşan bidin? Na, helbet rewşek e ku bandorê li hemû gelên Tirkiyeyê dike. Ji ber vê yekê jî heke pêvajoya aştiyê pêk were, divê di navbera dewlet û civakê de be, ne di navbera dewlet û rêxistinê de.

Gel aştiyê dixwaze

Çîgdem Kiliçgun Uçar bal kişand ser girîngiya Meşa Mezin a Azadiyê ku li Kurdistanê di navbera 1-15’ê Sibatê de li du xetan hate lidarxistin û got, “Me meşek li dar xist û parlementer, DBP û saziyên Kurdistanê tevlî bûn. Bi rastî gelek wêneyên ku bi vê meşê re derdikevin holê hene. Divê weke şansek bê dîtin ku tevî tecrîdê rola Birêz Ocalan di pirsgirêka Kurd de bi nirx e û gelê Kurdistanê tevî hemû qirkirin û polîtîkayên tundiyê yên ku hatine jiyîn di aştiyê de israr dike.”

Gianni Tagnoni: Sûcên mirovahiyê heye

Piştre parêzerê Îtalî Gîannî Tagnonî bi sernavê “Di çareserkirina pirsgirêkên dîrokî-siyasî de rol û bandora têkoşîna hiqûq û edaletê” pêşkêşiyek kir. Tagnonî got, “Tirkiye polîtîkaya xwe ya bêcezakirinê ya li dijî Qirkirina Ermeniyan dimeşîne, wê bêbandor bihêle. Fransa di doza qirkirinê de destûr da polîtîkayên Tirkiyeyê yên bêcezakirinê. Komkujiya li Parîsê ya li dijî Kurdan jî rewşa Tirkiyeyê nîşan dide. Sûcên li dijî mirovahiyê tên înkarkirin.”