3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Tang sewqî herêma pevçûnê hat kirin!

Deverên nêzî gundê Bilbês ê Elkê ji duh ve bi balafirên şer û helîkopteran tê bombekirin. Hat zanîn ku artêşa tirk tankan sewqî herêmê dike

Çoltara gundê Bilbêsê ya Elkêya Şirnexê di 29’ê tîrmehê de ji ketin û derketinê re hatibû qedexekirin. Biryara qedexeyê di 4’ê tebaxê de bi dawî bû lê dorpêça li ser gund hêj didome. Li aliyekî dorpêç didome û li aliyê din jî welatiyê bi navê Îzettîn Cîn ku di serdegirtina malan a di 1’ê tebaxê de hatibû binçavkirin, di 3’yê tebaxê de hat girtin.

Dorpêça li ser gund di roja 13’an de dewam dike. Destûr nayê dayîn ku welatî biçin nav erd û zeviyên xwe. Hat zanîn ku deverên nêzî gund ji duh ve bi balafirên şer û helîkopteran tên bombekirin. Îro jî di saetên serê sibehê de gelek leşker û polîs sewqî herêmê hatin kirin.

Li aliyekî bombebaran didome û li aliyê din jî hat zanîn ku di navbera leşkerên derketine operasyonê û gerîlayên HPG’ê de pevçûn derketiye. Li herêma pevçûn lê diqwime dengê bombe û çekên giran ranawest e. Hat zanîn ku piştî pevçûn dest bê kiriye tang sewqî herêmê hatiye kirin.

 Gundî bifikar in

Hat zanîn ku leşkerên ku derketine operastonê ji şêniyên gund re gotine ketin û derketina gund ji bo 15 rojan hatiye qedexekirin. Şêniyên gund ên têkildarî tiştên diqewimin ji Ajansa Mezopotamyayê re fikarên xwe anîn ziman, gotin ku ew bifikar in û destûr nayê dayîn ku derkevin derve. Gundiyan xwestin ku şandeyeke ji siyasetmedar û parastvanên mafên mirovan pêk tê biçe herêmê.