3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Taywan: Çînê xwe ji êrîşê re amade dike

Wezîrê Derve yê Taywanê Joseph Wu îro da xuyakirin ku Çînê manewreyên xwe yên leşkerî li derdora girava Taywanê berdewam dike. Joseph Wu der barê van manewreyên Çînê yên hewayî û deryayî axifî û wiha got: “Ev manewreyên Çînê amadekariya dagirkirina Taywanê ne û ev yek dê guhertinan di rewşa herêma hind û atlantîkê de bîne.”

Joseph Wu di daxuyaniya çapemiyê de wiha got: “ Çînê manewreyên leşkerî ên berfireh dike, fûzeyan davêje, êrîşên sîberê dike û zextên aborî wekî şerekî derûnî li dijî Taywanê dike.”

Wu  der barê piştgiriya welatên Rojava de jî wiha got: “Piştgiriya welatên Rojava ji bo Taywanê nameyeke aşkere ye ji bo hemû cîhanê û tê wateya ku dê demokrasî tucaran xwe teslîmî zextên desthilatiya zordar neke.”

Hêjayî gotinê ye ku serdana Seroka Meclisa Nûneran a DYA’yê Nancy Pelosi rastî nerazîbûneke tund a Çînê hatibû û piştî vê serdanê Çînê hin têçkliyên xwe yên bi DYA’yê re rawestandibûn û li nêzî girava Taywanê dest bi manewreyên leşkerî kiribû.

Her wiha mirov dikare bêje ku rewşa niha Taywanê tê de derbas dibe gelekî dişibe rewşa Ukraynayê ya beriya êrîşên Rûsyayê. Amerîka û welatên Ewropayê çawa ku li dijî êrîşên Rûsyayê soza alîkarî û piştgiriyê bi Ukraynayê re dabûn, niha wan sozên xwe li dijî Çînê bi Taywanê re dubare dikin.