28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Tecrîdkirina Ocalan tecrîdkirina girtiyan e’

Girtî Ethem Gokturk ku li Girtîgeha Hejmar 2 ya Tîpa T a Yozgatê tê ragirtin diyar kir ku dê çalakiya wan bi biryardarî bidome.

Girtiyên siyasî yên li Kurdistan û Tirkiyeyê di 27’ê Mijdarê de di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk” dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya dorveger kiribûn. Çalakî di roja 35’an de didome. Girtiyê bi navê Ethem Gokturk ku li Girtîgeha Hejmar 2 ya Tîpa T a Yozgatê tê ragirtin, di hevdîtina ser telefonê ya bi malbata xwe re de têkildarî çalakiyê axivî.

Gokturk, daxwazên girtiyan bi bîr xist û got ku dê çalakiya wan bibiryardarî bidome. Gokturk, wiha domand: “Heta ku tecrîda li ser birêz Ocalan tê rakirin dê çalakiya me bidome. Li vir du qawîşên girtiyên siyasî hene. Niha du hevalên me di greva birçîbûnê de ne. Tecrîdkirina birêz Ocalan, di esasê xwe de tecrîdkirina me girtiyan û tevahiya gel e. Banga me ji bo tevahiya raya giştî ew e ku bibin dengê me.”