3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

​​​​​​​Têkiliyên Tirkiye-Misirê rojeva rojnameyên erebî bû

Rojnameyên erebî vê sibehê der barê  têkiliyên Tirkiye û Misirê gotarek weşand û tê de sedemên xwepelûkirina Tirkiye ya ji bo vegerandina têkliyên bi welatên ereb re şîrove kir

Rojnameya El Ereb têkildarî têkiliyên Tirkiye-Misirê wiha nivîsand: “Serdana wezîrê karên derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu ya ji Qahîreyê re ne tenê nîşaneya berjewendiyên aborî yên yekser ên Enqereyê ne, lê belê nîşaneya westana siyasî ya dewleta Tirk e. Ev yek piştî ku serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan di stratejiya xwe ya ji bo rojhilat û rojava de bi bin ket, pêk tê.

Çavdêran da zanîn ku tu tişt têkiliyên bi Misirê re venagerîne, lê Erdogan piştî di aboriyê de têk çû, Tirkiye di siyasetê de jî têk bir. Serokê Tirkiyeyê êdî bi dewletan re li aramiyekê digere.

Ger lihevkirina bi Îmarat û Erebistana Siûdî re ji ber aboriyê ye, vegera têkiliyên bi Misirê re jî tenê ji têgihîştina Erdogan e ku welatê wî lîstika reva ber bi pêş ve, nikare tehemûl bike. Ew yek jî di daxuyaniyên li ser vegera têkiliyên Sûriyeyê û beriya wê bi Îsraîlê re nîşan dide.

Serdana Çavuşoglu ji Misirê re taloqkirî ye û li benda peydakirina hewayên guncaw ku temam bibe û ji gava mezin a ragihandina fermî ya li ser ji nû ve vegerandina têkiliyên dîplomatîk di navbera her du welatan de nêz bibe.

Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê duh got dê Çavuşoglu di hevdîtina li gel wezîrê karên derve yê Misirê Samih Şukrî de têkiliyên hevbeş nîqaş bike û nêrînên xwe li ser dozên herêmî û navneteweyî bînin ziman.”