21 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Têkoşîna Ocalan a ji bo aştî û çareseriyê

Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di Newroza 2013’an de deklerasyona çareseriya demokratik aşkere kir. Piştre ji bo çareseriya meseleya kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê  manîfestoya çareseriyê amade kir. Ev manîfesto di 28’ê Sibata 2015’an de bi tevlêbûna heyeta HDP, AKP û nûnerê dewletê di mutabakata Dolmabahçeyê de hat aşkerekirin. Ocalan di vê manîfestoyê de 10 xalên çareseriyê pêşkêş kir. Ocalan ji bo li şûna şerê çekdarî, siyaseta demokratîk û aştiyê pêş bikeve xwest siyaseta demokratîk, çareseriya demokratîk, hemwelatiyên azad, têkiliya civak û dewlete ya siyaseta demokratîk, çareseriya pirsgirêkên jin, ekolojî û çandê, çareseriya pirsgirêkên aborî û civakî, nasîna nasnameyê, komara demokratîk û ji bo van tevan jî destûra bingehîn a demokratîk pêş bikeve. Lê piştî 5’ê Nisanê Serokkomarê AKP’î Tayyip Erdogan protokal nas nekir û peyman xera kir. Dema mirov li hewldanên Ocalan ên ji bo çareseriyê û diyalogê dinere, dibine ku ji salên 1992’an de dest pe dike.

Ji salên 1992’an heta niha têkoşîna ji bo çareseriya demokratîk

Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji bo aştiyek demokratîk û çareserkirina kêşeya kurd ji sala 1992’an heta niha di nava hewldanan de ye. Ocalan, cara yekemîn piştî şerê sala 1992’an agirbesta yek alî îlan kir. Piştre Ocalan, di 11’ê kanûna 1995’an de ji bo rê li pêşî siyaseta demokratîk û aştiyeke bi rûmet veke, dîsa agirbesta yek alî îlan kir. Di 6’ê gulana 1996’an de li gel hewldanên çareseriyê, li dijî wî sûîqest pêş xistin. Lê sûîqast bi ser neket. Piştî vê sûîqestê lêgerîna çareseriyê berdewam kir, lê disa bê encam ma. Ocalan, tevî hemû astengî û hewldanên şer dîsa lêgerîna aştiyê berdewam kir. Di 1’ê îlona 1998’an de agirbesta yek alî îlan kir. Hê jî agirbestê berdewam dikir, dewletên navneteweyî bi tevkarî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di 9’ê Cotmeha 1998’an de ji Sûriyeyê derxistin û di 15’e Sibata 1999’an de radestî Tirkiyeyê kirin. Ocalan 23 salin li girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F di hucreyê de girtî ye. Lê li gel tecrîda giran û şertên dijwar lêgerîna çareseriya demokratîk û aştiyê berdewam dike.

Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, li Îmraliyê di 2’yê Tebaxa 1999’an de banga xwe dewam kir. Di 1’ê Îlona heman salê de agirbesta yek alî îlan kir. Di 20’ê çileya 2000’î de Projeya Aştiyê, di 4’ê mijdara 2000’î de Plana Lezgîn a ji bo aştî û demokrasiyê û di 19’ê hezîrana 2001’ê de jî ji bo aştiyeke mayînde têkoşîna xwe berdewam kir. Di 22’ê mijdara 2002’an de Danezana Çareseriya Lezgîn belav kir.

Ji Erdogan û Baykal re peyam şand

Ocalan, dîsa ji serokomar, serokê meclisê, serokwezîr, serfermandar û hemû serokên partiyên siyasî re name şand û xwest ku pirsgirêka kurd bi rêya aştî û demokratîk çareser bikin. Ocalan di nava 5 salan de li ser hewldanên aştî û çareseriyê xebitî. Lê dîsa zextên li ser kurdan berdewam kirin. Ocalan di 9’ê tebaxa 2006’an de bi rêya parêzeran ji serokwezîrê wê demê Recep Tayyîp Erdogan û serokê CHP’ê yê wê demê Denîz Baykal re peyam şand û got; ‘Çareseriya pirsgirêkê bi diyalogê pêkan e.”

Ocalan, di 7’ê îlona 2006’an de bi rêya parêzeran got; “Ez kesî navexwînim serîrakirinê. Fermanê nadim tukesî. Em dixwazin ev xwîn raweste û Tirkiye demokratik bibe.”

Ocalan: Nexşerêya çareseriye pêşkêş kir

Di 2’yê mijdara 2007’an de Ocalan bi rêya parêzeran got; “Ez careke din destê aştiyê dirêj dikim. Pirsgirêka min çareseriya demokratîk û aştiya bi rûmet e.” Di 5’ê tebaxa 2008’an de bi rêya parêzeran got: “Pirsgirêka min çareseriya demokratîk û aştiya bi rûmet e. Ji bo aştî û çareseriya demokratîk çi bikeve ser milê min, ez amade me. Min berê jî ji serokwezîr û serokomar Gul re name şand. Ez hêvî dikim ku em vê pirsgirêkê çareser bikin.”

Di sala 2009’an de banga aştiyê kir. Ocalan di 8’ê kanûna 2010’an de dîsa banga aştî û çareseriya demokratîk kir û xwest ku parlamentoya Tirkiyeyê jî biryara aştiyê bide û heqîqetê lêkolîn bikin û ronî bikin. Xwest meseleya Turgut Ozal û Eşref Bîtlîs bên ronîkirin. Ocalan nexşerêya çareseriyê pêşkêşî meclisê kir.

Di 5’ê Sibata 2011’an de jî serokwezîr Erdogan, bi dayikên Aştiyê re hevdîtin kir. Ocalan wê demê ji serokwezîr xwest ku ji bo hêsirên çavan raweste hêzên çekdar bikişîne cihekî ewle û şer rawestine.

Ocalan, di 27’ê tîrmeha 2011’an de got: “Min ji bo her du aliyan pêşniyar kir. Min karê wan sivik kir. Min rêya çareseriyê nişanî wan da. Ez dikarim hêj çi bikim?

Piştî heyeta ku ji wekîlên BDP’ê Ayla Akat Ata û hevserokê KCD’ê Ahmet Turk pêk dihat di 2013’a de çûn Îmraliyê, di 3 adara 2013 de peyama çareseriya demokratîk da û got: “Êdî dema çekan bi dawî dibe. Divê pirsgrêkên li Rojhilata Navîn bi diyalog, muzakere û aştiya demokratîk çareser bibin. Heyet 22 caran bi Ocalan re hevdîtin kir û Ocalan di hemû hevdîtinên xwe de ji bo çareseriya demokratîk û aştiyeke bi rûmet peyam şand.

Hewce be ez ê 40 salên din têbikoşim

Ocalan di di 7’ê hezîrana 2013’an de xwest pêvajoya diyalogê bi zagonan bê mîsogerkirin. Di 9’ê adara 2014’an de bang li AKP’ê kir û got: “Bi vî şiklî dixwazin min bixapînin. Ez 40 salan tekoşiyam. Hewce be ezê 40 salên din jî têbikoşim.”

Ocalan ji bo çareseriyê mutabakata ku ji 10 xalan pêk dihat pêşkêşî hikûmetê kir. Endamên heyetê, hikûmet û dewletê di 28’ê sibata 2015’an de li Dolmabahçeyê Mutabakat îmze kirin. Di 22’yê adara 2015’an de serokomar Erdogan li dijî peymana Mutabakata Dolmabahçeyê daxuyanî da û got: “Ez li dîjî heyeta çavdêriyê me’ û pêvajo xera kir.  Ocalan piştî vê gotina Erdogan herî dawî di 5’ê nîsanê de hevdîtin kir û careke din heyet neçûn Îmraliyê.

Di hevdîtina ewil de hişyar  kiribû

Serokê AKP’ê û Serokkomar Tayyip Erdogan di 5’ê Nîsanê de rê li pêş hevdîtina bi Ocalan re girt. Piştî wê di 24’ê tîrmeha sala 2015’an de şer îlan kir. Qedexeyên derketina kolanan îlan kirin. Di şer de bi hezaran kesan jiyana xwe ji dest dan. Bi bang û topan bajar xera kirin. Şer niha bi operasyonên li dijî Herêma Federal a Kurdistanê û bi êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Şengal û Mexmûrê didome. Ocalan her tim digot ku AKP ji dil nêz nabe û heke ev pêvajo têk biçe dê bi xwe re karesatan bîne.

Ocalan di hevditinên bi heyetê re bal kişand ser girîngiya hevdîtina di vê pêvajoyê de û gotibû: “Gavekî dîrokî ye. Di sala 1993’yan de me hewl da bi Turgut Ozal re çareseriyeke demokratîk pêş bixin. Lê temamiya van hewldanan têk çûn. Em niha dest bi civîneke dîrokî dikin. Ji serdema Ozal heta niha di nava hewldanan de me. Heke ev pêvajo têk biçe, dê bi xwe re şerekî dijwar, serhildan û aloziyê bîne. Hewceye heval, dost û gelê me dev ji qalibên têkoşînê yên berê berdin û tevlihev nekin.

‘Ez ji destpêkê heta niha komara demokratîk diparêzim’

Ocalan, pêvajoya heyî weke “Pêvajoya Avakirina Rizgariya Demokratîk û Jiyana Azad” pênase kir û nirxandina xwe wiha gotibû: “Min ev biwêj, bi awayekî rasthatî ne hilbijart. Di dema xwe de min gotibû lê fêm nekirin. Heke wê demê fêm bikirana, Ergenekon çênedibû. AKP van tiştan tîne ziman lê bi kûrahî li mijarê nanihêre. Hûn jî dizanin bê ka ez kesekî çiqas biînad im. Ez, ji roja destpêkê heta niha komara demokratîk diparêzim. Lê wan ji min fêm nekir. Ji xwe re digotin; ‘me Apo tune kir.’ Xeletiyên stratejîk kirin. Xwe, dan aliyê Ergenekonê. Hêvîdarim vê carê wisa nebe. Bi taybet jî divê hûn bi AKP’ê baş bidin fêmkirin ku kesek nikare bi min bilîze. Bi AKP’iyan re biaxivin û jê re bibêjin. Heke di serdema Ecevît de lihevkirinên baş bihatina kirin, niha ne AKP û ne jî Ergenokan dê hebûya.”

Balkal pêvajoya qirêj dewrî AKP’ê kir

Di berdewamê de jî Ocalan da zanîn ku bi pêşîlêgirtina darbeyan re dest bi vê pêvajoyê kiriye û wiha didomîne: “Baykal (Serokê Giştî yê CHP’ê yê berê Denîz Baykal) ev pêvajoya qirêj dewrî AKP’ê kir. Baykal, xeletiyekî dîrokî kir. Tayyîp Beg (Serokê Giştî yê AKP’ê û Serokomar Tayyîp Erdogan) kesekî fêlbaz derket û Denîz Baykal bi kar anî. Daxwaza Ergenekonê ya ji me ew bû ku ji sala 2002’yan ve şerî dijwar nekin. Darbeyek heye lê nizanim bê ka çiqas kûr e. Heke bikariyan MÎT’ê têk bibin, dê hemû kelehên Tirkiyeyê biketina. Ger Hakan Fîdan bihata girtin dê piştre jî dor bihata Serokwezîr. Bi zindîkirina vê pêvajoyê re rê li ber darbeyê hate girtin ku min ev yek weke berpirsyarî di dît. Min ferq kir ku dê bikarim pêşî li darbeyê bigirim lewma jî min pêvajo da destpêkirin. Li Tirkiyeyê ji sê aliyan ve xebatên paralel ên dewletê hene. Dest bi sabotekirina van têkiliyan kirin. Ev lobî, ne lobiyên ji rêzê ne. DYA jî destwerdanên stratejîk û taktîkî dike. Jêderka her sê aliyan jî Anatoliya ye.”

Ocalan di hevdîtinê de got: “CHP û MHP yek ji parçeyên dewletên paralel in û AKP’ê jî para xwe ji vê girtiye. Pêvajoya ku me daye destpêkirin, di hedefa wan de ye. Hewl didin Musteşarê MÎT’ê bigirin. E.U. û M.B., MÎT hedef girt. Hêzeke pir mezin li pişt wan e. Navenda kontrgerîlayê jî Florîda ye. Abdullah Çatli du caran çû wir. Suîqesta li dijî Papa û cînayeta Palme çêbûn. Cînayeta Sakîneyê karê van koman e. Gladiyoya nû baş nayê fêmkirin. Her tiştekî bi navê çareseriyê hate sabotekirin. Bûyera Sakîneyê, dudiliyeke mezin di min de çê kir. Baş zelal nîne. Sakîneyê li Ewropayê nûnertiya aştiyê dikir. Komkujî hêj jî nehatiye zelalkirin. Ha em kuştin ha Sakîne. Bûyereke pir tarî ye.”

Ocalan dibêje ku AKP hewl dide li şûna hegemonyaya CHP’ê ya di navbera salên 1923-40-50’an de, hegemonyaya xwe ava bike û vê nirxandinê dike: “AKP’ê xwest hegemonyayê ava bike lê em li dijî vê hegemonyayê derketin. AKP’ê got qey desthilatdarî ji wan re ji asîman hatiye. Nedizanî bê ka şerê me yê çînan û gel çiqas dijwar e. Min, taktîka Denîz Baykal vala derxist. AKP, hegemonyayê dixwaze û hewl dide şûna CHP’ê bigire. Em, destûrê nadin vê yekê. Nexwe dê derfetên bêsînor ên rantê ji AKP’ê re çêbibin. Ez nabim amûra vê. Tekane şertê min ew e ku AKP nebe hêzeke hegemonîk. Me têra xwe ji ya berê kişand, hewcehî bi bareke din nîne. Hewldanên AKP’ê xelet in. Di nava sal û nîvên dawî de şerekî dijwar dan destpêkirin. Operasyonên binbir ên tesfiyeyê kirin. Koma ku ev yek bi birêz serokwezîr daye bawerkirin, di sala 2011’an de digotin; ‘em ê PKK’ê tune bikin.’ Deh hezar kes (operasyonên KCK’ê) xistin zindanan. Vê hêzê li dijî MÎT’ê darbe kir. Ez jî demildest ketim dewrê û min got ev yek darbe ye. Tu ferqa wê ji Ergenekonê nîne. Bi darbeya li dijî MÎT’ê re serokwezîr fêm kir ku dor li wî tê. Dê serokwezîr bi tawana îxanetê bihata girtin.”

Girtina her KCK’iyekî sedema raperînê ye

Ocalan, di hevdîtinan de operasyonên KCK’ê ya li dijî siyasetmedarên kurd weke teşwîqa ji bo “serhildan” û “raperînê” nirxand û got: “Lê nêzikatiya min û BDP’ê rê li ber vê armancê girt. Li bendê bûn ku ez serî hildim. Em serî hildin nabe û serî hilnedin jî nabe. Girtina her KCK’iyekî, sedema raperînekê ye. Me serhildan nekir. Deh hezar kes hatin girtin. Ji hêlekî ve ev jî darbeyeke. Dê herî dawî jî hûn bihatina girtin. Lê me hemleyek pêş xist. Herî dawî, koma parlamentoyê mabû. Şêweyê darbeyê guherandin lê hêjta berdewam e. Darbeya nû li Bruksel û DYA’yê tê plankirin. Jinûve pênasekirina têkiliyên kurt-tirkan bi kêrî karê wan nayê. Bawerim ev hewldana me dê bi kêr bê.”

Netewperestiya CHP û MHP’ê mîna  nijadperestiya Hîtler e

Ocalan li ser rewşa kurdan jî rawestiya û got: “Kurd bo xwe li cihekî digerin. Ev sedsal in ku kurd ji dewletê tên dûrxistin. Heta Abdulhamît jî cih dabû kurdan. Mûstafa Kemal jî di demên destpêkê de cih da. Ev, dewleta paralel e. Dibêjiin ku ‘Em bikarin kurd û tirkan bînin beramberî hev, em ê wê demê tawîzan jê bigirin.’ Divê tirk, kurdan bieciqîne û kurd jî li tirkan bixin. MHP û CHP, her yek ji van mezhebeke hişk ên laîk in. CHP a faşîst hêj mîna xwe disekine. Neteweperestiya CHP û MHP’ê mîna nîjadperestiya Hîtler e. Di Qanûna Bingehîn de dewlet, bi vî awayî nayê pênasekirin. Nîjad û ola dewletê nîne. Qanûna bingehîn, rastiyeke hiqûqî ye.”

Divê têkiliya kurd û tirkan li ser bingehê azad û qanûna bingehîn ava bibe

Ocalan, di hevdîtinan de xwestibû ku hemû welatî ji aliyê qanûnan ve wek hev bên girtin û gotibû: “Divê ew pênase wiha be; ‘her kesê ku girêdana xwe ya bi Komarê Tirkiyeyê re bi îradeya xwe ya azad tîne ziman, hemwelatiyê Tirkiyeyê ye.’ Divê hûn aîdiyeta neteweyê û ya dewletê tevlihev nekin. Rêjeya neteweperestên tirk a li Tirkiyeyê, ji sedî 10 jî nîne. Lê têgeha milet, her wiha ereb, kurd û tirkan jî digire nava xwe. Lê millet-î hakîmeyê na. Têgeha milet, hem têgeheke kolektîfe û hem jî têgeheke şexsî ye. Milet, enternasyonalîzma Îslamê îfade dike. Pêxember dibêje; ‘tu mezinahiya ereban ji ya eceman nîne.’ Mebesta min ew e ku têkiliyên di navbera kurd-tirkan de li ser bingeheke azad, di qanûna bingehîn de bi cih bikim. Erê baş e lê em ê di pêşerojê de çi bikin? Dê kurd bi awayekî azad xwe bînin ziman û birêve bibin. Heke em niha qanûnan li ser wan ferz bikin, ev yek dê çavên wan bitirsîne. Lê di pêşerojê de dibe. Mînak, Şertê Xweseriya Rêveberiyên Herêmî ya Yekitiya Ewropayê.”

Rêberê PKK’ê di hevdîtinê de balê dikişîne ser vekişînê û qala girîngiya Meclisê dike. Ocalan, wiha domand: “Her vekişîn ne wekî hev in. Dê ev, vekişîneke yekalî nebe. Vekişîn, dê bi biryara parlamentoyê bibe. Ev kar, bi gotina serokwezîr a ‘bila vekişin, em dest nadin wan’ re nabe. Divê TBMM erê bike û bi komîsyona vekişînê çêbibe. Ji ewil dê komîsyon bên avakirin. Dê Komîsyona Heqîqetê jê were avakirin. Ev komîsyon dê di bin venihêrîna Mirovên Aqilmend de be. Vekişîn dê wê demê dest pê bike. Dê xelk li gundên xwe vegerin. Nexwe em ê dest bi vekişînê nekin. Ez tev li nêrîna ‘heke em xwe vekişînin dê gerîla tune bibe’ nabim. Em ê li qadên ku me xwe jê vekişandiye, gerîla hîn mezintir bikin. Sûriye heye, Îran heye. Niha li Sûriyeyê pêncî hezar, li Qendîlê deh hezar û li Îranê jî çil hezar hene.”

Em ê hemû azad bibin

“Ne hefsa malê û ne jî efû, dê hewcehî bi van tiştan nemîne. Hemû kes, em tevek dê azad bibin. Vê yekê bizanin ku, dê ev pêngave komployê vala derxîne. Ez vê komployê derbas dikim. Heke ez bi ser kevim, dê ne girtiyekî KCK’î û ne jî girtiyeke din bimîne. Heke ev nebe jî, dê bi beşdariya 50 hezar kesan şerê gel dest pê bike. Yên mirin dê bimrin, ez xwe tev li nakim. Lê divê her kes baş bizane ku em ne dê wekî berê bijîn û ne jî wekî berê şer bikin. Ez bi xwe bawerim. Vê yekê baş bizanin; ne dewlet û ne jî ez, em nikarin jê vegerin. Aştiyeke dîrokî û jiyaneke demokratîk… Hêvîdarim AKP me xelet fêm neke. Nexwe dê rê li ber felaketê veke. Tevî vê yekê jî heke AKP dîktatoriyê li ser me ferz bike, wê demê em ê qebûl nekin.”

AKP’ê pêvajo xera kir û şer da destpêkirin

Piştî mutabakata Dolmabahçe, Erdogan got ‘Ez masê nas nakim û pêvajo qebûl nekir. Her çend Wezareta Dadê de bi dem got ‘Astengî li pêş hevditinan tune jî Parêzerên Ocalan ji sala 2011’an heta 2019’an nekarîbûn biçin Îmraliyê û rêya Îmraliyê li parêzeran hat girtin. Piştî çalakiya Hevseroka KCD Leyla Guven û çalakiyên li girtîgehan, parêzer ji Gulana 2019’an heta tebaxa 2020’an tenê 5 caran çûn Îmraliyê û hevdîtin kirin. Lê li gel hemû hewldan û serlêdanên parêzer û malbatan, dozgeriya komarê û rayedarên girtîgehê bi agahiya îqtîdara AKP-MHP’ê, hemû serlêdan bê bersîv hiştin. Dîsa li gel tecrîda giran, meclîsa Tirkiyeyê, Wezareta Dadê û CPT li hemberî vê rewşê bêdeng ma.

Piştî hevdîtin hatin qutkirin û hikûmetê banga Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li ber çavan negirt; li dijî bajarên Kurdistanê şer hat îlankirin. Li dijî Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî şer hat îlankirin. Li dijî Şengal, Mexmûr, Garê, Metîna, Zap û Avaşînê şer pêş ket. Di şer de bi sedan mirov hatin kuştin û bi hezaran mirov ji cih û warên xwe koçber bûn.

Piştî hevdîtin qut bûn û bangên Ocalan li ber çavan nehatin girtin, li Tirkiyeyê hewldana 15’ê Tîrmehê pêş ket. OHAL hat îlankirin. Bi hezaran karmend bi KHK’ê ji kar hatin avêtin. Bi sedan saziyên rêxistinên demokratîk û çapemeniyê hatin girtin. Bi hezaran siyasetmedar, rojnameger û nûnerên mafên pirovan hatin girtin. Bi sedan girtiyên siyasî li girtîgehan jiyana xwe ji dest dan. Bi sedan welatiyan ji ber qeyrana aborî întîhar kirin.