30 Haziran, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Tîfaqa Ked û Azadiyê çima dereng dimîne

Berxwedan, têkoşîn û stratejiya Tevgera Azadiyê faşîzma AKP-MHP’ê cardin têk bir. Darbeyê mirinê li faşîzmê da. Firsetek dîrokê danî pêşiya siyaseta demokratik, tifaqên wê û muhalefeta tirk. Divê êdî kêmasî dubare nebin.

Di hilbijartinên 31’ê adarê de faşîzma AKP-MHP’ê derbek giran xwar. Li dijî bloka faşîzmê hêzên demokrasiyê û muxalefetê biser ketin. Endezyarê vê pêvajoyê jî bêguman Tevgera Azadiyê bû. Faşîzma tirk di bin navê AKP-MHP’ê de hewl dide tevkujiya gelê kurd temam bike û li dijî vê jî Tevgera Azadiyê hewil dide faşîzma tirk têk bibe û pêşiya azadiya gelê kurd û gelên herêmê veke.

Piştî gelê kurd li rojavayê Kurdistanê û bakurê Suriyeyê şoreşek gerdûnî pêk anî, faşîzma tirk ev yek wekî nîşaneya mirina xwe dît. Bi hemû hêza xwe li sê perçeyên Kurdistanê dest bi êrîşan kir. Li hemberî vê yekê Tevgera Azadiyê jî berî her tiştî stratejiya têkbirina faşîzma tirk meşand. Ji wê demê heta ligel hemû êrîşna jî Tevgera Azadiyê faşîzma tirk di 2015, 2019 û 2024’an de di sê hilbijartinan de têk bir.

Mixabin ligel vê serkeftina Tevgera Azadiyê jî stratejiya danî pêşiya siyaseta demokratîk û muhalefeta tirk ev firsendên dîrokê hatin heba kirin. Li dijî faşîzmê eniyek demokrasiyê baş nehat avakirin. Faşîzma AKP-MHP’ê ji vê yekê sûd wergirt û li ser dijminiya gelê kurd hewlda faşîzma sazûmanî bike. Ligel hemû kêmasiyên siyaseta demokratîk û muhalefeta tirk jî stratejiya Tevgera Azadiyê, berxwedan û têkoşîna wê biser ket.

Faşîzmê dizanî ji kuderê derbê dixwe. Ji bo wê berî her tiştî êrîşî stratejiya Tevgera Azadiyê kir. Ev jî di pratîkê de wekî êrîşên li ser polîtîka û stratejiya tîfaqan bû. Avakirina fikriyata HDP’ê û dûre jî Tîfaqa Ked û Azadiyê pêngavên gelek girîng bûn. Tişta bi faşîzma AKP-MHP’ê dida windakirin ev stratejî bû. Ji bo bi destê Hîzbûlkontra, KDP û tevahiya hêza dewletê û çapemeniya havûzê tifaqên Tevgera Azadiyê reş kir.

Mixabin ê propagandaya reş û qirêj li ser beşek civakê bandor kir. Heta hinek derdorên welatparêz jî di bin bandora vê propagandayê de man û di gotinê de helwestek dijberî stratejiya tifaqan girtin. Lê di hilbijartinên 31’ê Adarê de gelek zelal derket holê ku Tevgera Azadiyê psîkolojiya civakê baştir didahurîne û daxwazên gelan baştir dizane. Tişta bi faşîzma tirk dide windakirin stratejiya tifaqê ye.

Îro berxwedan, têkoşîn û stratejiya Tevgera Azadiyê faşîzma AKP-MHP’ê cardin têk bir. Darbeyê mirinê li faşîzmê da. Cardin firsetek dîrokê danî pêşiya siyaseta demokratik, tifaqên wê û muhalefeta tirk. Divê vê carê kêmasiyên berê neyên dubarekirin. Cardin firsend neyê dayîn ku faşîzm xwe komî ser hev bike.

Riya vê yekê jî ew e ku DEM Partî bêyî dem winda bibe, bikeve nav liv û tevgerê. Li hemberî hewldana faşîzmê ya xwe sazûmankirinê, eniya avakirin û mezinkirina eniya demokrasiyê bide destpêkirin. DEM Partî pêşiya bê pêkhateyên xwe, piştre bi Tifaqa Ked û Azadiyê (TKA) û piştre jî bi hemû derdorên demokratîk ên wekî tevgerên jin û ciwanan, gel, çand û derdorên cuda, hêzên ked û demokrasiyê re bên cem hev. Li ser vê bingehê pêvajoya avakirina demokrasiyê bide destpêkirin.

Di nav DEM Partî û TKA’yê de pêvajoyek nîqaşê ya bi vê armancê heye. Lê di ser hilbijartinê re pêncî roj derbas bû. Hêj ev nîqaş nebûye malê derdorên berfireh û civakê. Ev yek derfet dide ku faşîzma AKP-MHP’ê di bin navê, “normalîzebûnê” de dem bi dest bixe. Ji bo vê CHP’ê jî bikar tîne. Faşîzm dixwaze hêza di hilbijartinê windakirî, bi gefan û tundiyê cardin bi dest bixe. Rojevê gefên faşîzmê diyar dike û hêzên di 31’ê adarê de bi ser ketin jî li dû vê rojevê diçin.

Lê tişta rast ew e ku berî her tiştî DEM Partî, TKA û hêzên demokrasiyê rojevê diyar bikin. Ji bo vê jî berî her tiştî pêwîst e ku demildest TKA’yê bikeve pêvajoya jinûve avabûnê, mezinbûn û firehbûnê. Li ser vê bingehê jî tifaqa xwe mezin bike û bi tevgerên jin, ciwan, gel, bawerî û kedê xebatên avakirina eniya demokrasiyê bide destpêkirin. Her wiha CHP’ê jî neçarî demokrasiyê bike û destûr nede ku bibe bingeha xwe komkirina faşîzma AKP-MHP’ê.

Derfetên meşandina têkoşîn û berxwedanê ji her demê zêdetir e. Roj roja DEM Partî, TKA û hêzên demokrasiyê ye. Firsend û derfet amade ne. Bi pêşengiyek baş, faşîzma AKP-MHP’ê dikare di demek kin de ji rûpelên dîrokê bê paqijkirin.