3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Tifaqa ked û azadiyê

Bi pêşengiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Azadiya Civakî (TÖP), Partiya Tevgera Kedê (EHP), Federasyona Meclîsên Sosyalîst (SMF), Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP) û Partiya Kedê (EMEP) her 6 partî li avahiya Serokatiya TÎP’ê ya Stenbolê ya li Kadikoyê li hev civiyan.

 Hevserokên giştî yên HDP’ê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar û cîgirê hevserokatiya giştî ya HDP’ê Tûncer Bakirhan, serokê giştî yê EMEP’ê Ercûment Akdenîz û alîkara serokatiya giştî Selma Gurkan, serokê giştî yê TÎP’ê Erkan Baş, berdevka TÎP’ê Sera Kadigîl û alîkarê serokatiya giştî  Dogan Ergun, berdevkê SMF’ê Bariş Kayaoglû û endamên Desteya Rêvebir a Navendî Mahîr Gûrz, Erdal Ataş, berdevka TOP’ê Perîhan Koca, berdevkên Desteya Berdevkan Pelîn Kahilogullari û Tamer Dogan û berdevka EHP’ê Ozge Akman û  endamê Komîteya Navendî Hakan Ozturk tev li civînê bûn.

 Piştî civînê daxuyaniyek nivîskî hat weşandin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di civînê de li ser navê tifaqê û nexşerêya wê nirxandin hatine kirin.

 Wê li îlonê bê aşkerakirin

 Di berdewama daxuyaniyê de hat ragihandin ku piştî xebatên bi mehan, xebatên tifaqê gihîştine asta qedandinê û wiha hat gotin: “Ji bo li Tirkiyeyê li bajar, kolan û qadan, li fabrîke û kargehan, dibistan û zanîngehan û li hemû qadan têkoşîn bê bilindkirin û ji bo daxwazên kedkar, karker, jin, ciwan, cotkar û hilberîneran û têkoşîna wan bibe yek me xebatên tifaqê dabûn destpêkirin. Ev xebat li ber qedandinê ne. Li hemberî krîza aborî, civakî û siyasî ku her roj kûrtir dibe, me biryar da ku di meha îlonê de em nexşerêya rêgezên têkoşînê yên tifaqê û çarçoveya wê ya hilbijartinan bi raya giştî re parve bikin. Rêgezên têkoşînê, çarçoveya bernameya siyasî, nexşerêya tifaqê ku rêgezên têkoşînê, çarçoveya bernameya siyasî, pêvajoya beriya hilbijartinê û piştî hilbijartinê dihewîne bi raya giştî re parve bikin.”

 Bangawazî hat kirin

 Di dawiya daxuyaniyê de bang li hemû beşên civakî hat kirin û wiha hat gotin: “Hemû kedkar, tevger, welatî û sazî û dezgehên ji bo demokrasî, maf, hiqûq, azadî û wekheviyê têdikoşin divê bi berpirsiyarî tev bigerin ku ji bo avakirina welatekî demokratîk û azad. Em ê bi hev re li dijî desthilatdariya yek zilamî, pergala sermaye û zilmê bi ser bikevin.”

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê