15 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Tîpa S navenda îşkence û tecrîdê ye’

Nobeda Edaletê ku malbatên girtiyan ji bo girtiyên nexweş û girtiyên cezayê wan qediyayî bên berdan li Baroya Amedê dane destpêkirin,  82 roj in didome.  Ji xeynî malbatên girtiyên nexweş malbatên girtiyên din jî piştgirî didin çalakiya malbatan.  Her roj nûnerên rêxistinên civakî û malbatên girtiyan diçin piştgiriyê didin Nobeda Edaletê. Ji malbatên girtiyan Zahîde Batu  jî ji Niseybinê hat Amedê û piştgirî da malbatan. Lawê Zahîde Batû  anî Hogir Batû 29 salî ye û di sala 2016’an de di pêvajoya rêveberiya xweser de li Nisêbînê hat girtin. Piştî bi rojan îşkence li Hogir Batu hat kirin, li dadgehê hat girtin û şandin girtîgehê. Heyeta dadgehê cezayê heta hetayê li Hogir Batu biriye. Batû  niha li Girtîgeha Îdirê girtî ye.

Parêzerê Hogir Batû Adîle Salman li ser rewşa Hogir axivî û diyar kir ku piştî Hogir hat girtin di sala 2017’an de cezayê heta hetayê li Hogir birîn û wiha got: “Di nava 6 salan de Batû sirgûnê Girtîgeha Riha, Merdîn, Amêd û Îdirê kirin.  Batû di 23’yê kanûna 2021’an de ji Girtîgeha Ewlehiya Bilind Hejmar 1 a Amedê sirgûnî Girtîgeha Tîpa S ya Îdirê kirin.”

‘Dest û piyên wî girêdan û îşkence lê kirin’

Parêzer Salman da zanîn ku dema Batû sirgûnî Îdirê kirin îşkence lê kirin û wiha axivî: “Dema Batû birin Girtîgeha Îdirê xwestin tazî bikin. Lê Batû ev yek red kir. Rayedarên girtîgehê bi zorê cilên wî jê kirin û di cihaza X-Reyê re derbas kirin. Batû ji ber lêgerîna tazî ket greva birçîbûnê û xwest têkildarî mijarê daxwaznameyê bide. Lê di roja 4’emîn a grevê de gardiyanan ji Batû xwest ku wekî leşkeran li hemberî wan raweste. Batû jî ev xwesteka gardiyan red kir. Ji ber vê sekna Batû 15 gardiyanan li qawişê îşkence li Batû kirin. Gardiyanan amûrekî hişk li serê Hogir dan. Ew avêtin odeya bi  singer. Li odeyê zêdeyî 2 seatan îşkence lê kirin. Dest û piyên wî li pişt wî girêdan û îşkence lê kirin.”

‘Destûr nedan Batû biçe nexweşxaneyê’

Parêzer Salman, bal kişand ser helwesta rayedarên girtîgehê û wiha lê zêde kir: “Piştî îşkenceyê Batû xwast biçe bijişk raporê bistîne. Lê rayedaran ew nebirin nexweşxaneyê. Dema ew ji bodeya îşkenceyê birin qawîşa wî, dîtin ku ji ser hişê xwe çû. Piştî Batû ji ser hişê xwe çû birin nexweşxaneyê. Dema Hogir birin nexweşxanê got ‘Îşkence li min kirine’ Dema îşkence li Batû kirin, 3 kesên sîvil li odeyê bûn. Dozgerê girtîgehê jî şahidê vê îşkenceyê ye.’ Ji bo van kesên îşkence kirine lêpirsîn hat vekirin. Di dîmenên kamerayan de jî derket holê ku lêgerîna tazî  û îşkence li Batû hatiye kirin. Ev jî nîşan dike ku li girtîgehan helwestek dijmirovahiyê heye. Ji ber vê helwestê Hogir Batû di 24’ê kanûnê de dest bi grevê kir û hêj çalakiyê didomîne.”

Parêzer Adîle Salman, anî ziman ku doza îşkenceyê ya Hogir hê jî didome û wiha lê zêde kir: “Îşkenceya ku li Hogir hat kirin bi dîmen û kamerayan hat îpsatkirin. Em jî wek Komeleya Hiqûqnasên Azad (OHD) vê dosyayê dişopînin. Komîsyona lêpirsîne ya Meclîsê serîledana ma dinirxîne.”

700 kîlometre rê diçin lê tenê 15 daqîqeyan hev dibînin

Prz. Salman diyar kir ku malbata Hogir li Nisêybînê dijî û wiha berdewam kir: “Ji bo malbat hevdîtê pêk bîne, 14 seatan di rê de diçin. Malbata Batû ji bo hevdîtinê 700 kîlometre rê diçin. Lê nahêlin 2 kes bi hev re hevdîtinê bikin. Tenê dikarin 15 deqîqeyan Hogir dibinin. Hevdîtina ku pêk tê jî di bin çavên gardiyanan de pêk tê. Gardiyan bi liv û tevgerên xwe bandorek derûnî li malbatan dikin. Nahêlin malbat 15 deqîqeyan derbas bikin. Malbat û girtî ji vê rewşê bi gazinc in. Girtîgeh alavên malbatan nagirin hundir. Dixwazin bi rêya kargo bişînin ji girtiyan re.”

‘Nexweşiya li girtîgehê zêde bûye’

Parêzer Salman bal kişand ser rewşa Hogir Batû û wiha axivî: “Batû di girtîgehê de gelek zehmetiyan  dijî. Piyê wî yê çepê pûç û felç e. Nexweşiya refleks afo heye. Piştî dîtina min ya herî dawî Batû diyar kir ku di madê wî de jî nexweşîn peyda bûye.”

‘Em dozê dişopînin’

Salman herî dawî bal kişand ser xebatên Komeleya Hiqûqnasan a Ji bo Azadiyê (OHD) ê û got: “Em şopînerên nexweşên girtînene. Li dijî kiryarên dijmirovî  em bi saziyên eleqadar re di tekiliyê de ne. Gelek mafên jiyanê tên binpêkirin. Girtiyên nexweş nabin nexweşxaneyan û derman nakin. Înfaza wan bi kêyfî dişewitînin. Tirkiye tecrîdê êdî tenê bi kiryarên mîmarî, fîzîkî pêş naxin. Her wiha bi polîtîkayekî taybet û girtîgehên tîpên S tecrîdê girantir dikin. Di Tirkiyeyê de 3 girtîhên bi Tîpa S hene. Bi van girtîgehan îşkence û tecrîda taybet belav dikin. Tipa S edî navenda îşkence û tecrîtê ye.”