7 Eylül, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Tirkiye dê 416 leşkerên bi pere bişîne başûr

Nav û wêneyên 416 endamên hêzên paramîlîter ku wê Tirkiye wan li başûrê Kurdistanê bicih bike, hatin belavkirin.

Nav û wêneyên 416 endamên hêzên paramîlîter yên ku Tirkiye wan bi hevkariya PDK’ê di rojên pêş de li başûrê Kurdistanê bicih bike, hatin belavkirin. Êrişên Tirkiyeyê yên li ser axa başûrê Kurdistanê berdewam dikin. Rêbaza nû ya Tirkiyeyê jî anîna hêzên paramîlîter a li başûrê Kurdistanê ye.

Li gorî nûçeya Rojnewsê ku spartiye Malpera Spee Media ya li başûrê Kurdistanê weşanê dike, nav û wêneyên hêzên paramîlîter ku tê payîn ji aliyê Tirkiyeyê ve bi alîkariya PDK’ê li başûrê Kurdistanê dijî PKK’ê bide şerkirin, belav kir. Li gorî nûçeyê; hêzên paramîlîter li Efrînê hatine perwerdekirin û biryar e bi cil û bergên leşkerî yên Artêşa Tirk ve, bîne başûrê Kurdistanê.

Malperê ji 800 hêzên paramîlîter, nav û wêneyên 416 kesan ku biryar e di rojên bê de li başûrê Kurdistanê bên bicihkirin, belav kir.

Li gorî malperê, çeteyên behsa wan tên kirin piraniya xwe di şerê dagirkirina Efrîn û piştre yê Serêkanî û Girê Spî de jî cihê xwe girtine. Li gorî nûçeyê hîn jî komek din ya çeteyan li Efrînê tên perwerdekirin û amadekirin.

Hêjayî gotinê ye beriya niha jî berdevkê YNK’ê Seedî Ehmed Pîre ragihandibû zêdetirî 300 terorîstên DAIŞ’ê hatine herêma Berwarî Bala.