8 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Tirkiye ji bo êrîşê Rojava bike bingehê ava dike’ 

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), diyar kir ku Tirkiye ji bo ku êrîşê rojava bike bi bûyerên mîna Stenbolê provokasyonan çêdike û bingeha van êrîşan ava dike.

Meclisa giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), têkildarî teqîna li Stenbolê û tawanbarkirina hêzên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji vê êrîşê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA), PYD’ê êrîşa li Stenbolê şermezar kir û wiha got: “Ji bo malbatên qûrbaniyan sersaxiyê û ji birîndaran re jî şîfaya xêrê dixwazin. Em vê êrîşê weke sûcê li dijî mirovahiyê dibînin.”

Di berdewamiyê de PYD’ê, destnîşan kir ku Tirkiye her roj li pêş çavên dinyayê li herêma wan sivîlên bêçek, zarok, jin û temenmezin dikuje û ev tişt hatin parvekirin: “Dixwaze bi zanebûn berpirsyariya vê çalakiya hovane bixe stûyê hêzên me û berê tiliyên sûcdariyê bide herêmên me da ku bi vî rengî êrîşên xwe yên li ser gelên herêmê rewa bike. Her wiha dixwaze bingeha êrîşên nû yên li ser herêmên me amade bike. Tişta ku çapemeniya dewleta tirk belav dike, lîstikeke ku ji aliyê MÎT’a tirk ve hatiye çêkirin û armanca wê jî xirabkirina wêneyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk e (HSD) ku bihêztirîn rêxistina terorîst a tundrew li cîhanê têk bir. MÎT’a tirk dixwaze raya giştî ya cîhanê qaneh bike ku êrîşeke nû ya dagirkeriyê rewa ye. Ev hewldan, hewldanên nû nînin ji ber ku dewleta tirk li dijî gelan û hêzên demokratîk ên li Tirkiyeyê xebatên sûc kiriye.”

Li dijî propagandaya MÎT’ê hişyar bin 

Di dawiya daxuyaniyê de ev tişt hat gotin: “Em bang li civata navneteweyî dikin ku nekeve vê xefika qirêj a dewleta tirk. Ji ber ku hikûmeta şerê taybet a ku niha Tirkiyeyê birêve dibe hewl dide sûcê xwe yê bikaranîna çekên kîmyewî ya li dijî şervanên azadiyê û gelê kurd veşêre. Banga me ji bo gelên Tirkiyeyê jî ew e ku li dijî propagandaya MÎT’ê hişyar bin û ji derewên wan bawer nekin. Wek gel divê em li dijî faşîzma hikûmeta Bahçelî û Erdogan bibin yek. Ji ber ku dixwazin em dijminatiya hev bikin. Ji bo van hemûyan jî divê em bi hev re li dijî şerê taybet û psîkolojîk ê dewleta tirk rawestin.”