6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Tirkiye li Eyn Îsayê êrişî wesayîtekê kir

Gef û êrişên dewleta tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam dikin. Balefirên bêmirov ên dewleta tirk li nêzî bajaroka Til Semin a Eyn Îsayê êrîşî wesayîtekê kirin. Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, derbarê êrîşê de daxuyaniyek da û ragihand ku 4 endamên hêzên wan jiyana xwe ji dest dane.

Li gorî daxuyaniya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, endamên wan ên jiyana xwe ji dest dane navê wan wiha ne; Beşar Mihemed Elî Bozan, Cîhan Mihemed Mistefa, Sara Mihemed Hisên û Selma Elî Mistefa.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, di daxuyaniyê de bertek nîşanî bêdengiya hêzên navneteyî ya li dijî êrişên Tirkiyeyê da û got ku êrîşa pêk hatiye wê erka wan a parastina gel me asteng neke û di oxirê de wê tiştên giranbiha feda bikin.

Li gorî agahiyên ji herêmê tên wergirtin dewlet tirk gundê Dibis ê rojavayê navçeya Eyn Îsayê û rêya M4 tobparan dike.