18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Tirkiyeyê li Kobanê nexweşxaneyekê jî kir hedef

Dewleta Tirk di êrîşa xwe ya li dijî Girê Miştenûrê yê Kobanê de nexweşxaneyekê jî kir hedef.

Dewleta Tirk ji şevê din ve bi balafiran êrîşî bajar û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike. Di saetên serê sibehê de Tirkiyeyê careke din Kobanê kir û li dijî deverên cuda yên bajar 6 êrîş pêk anîn. Li gorî agahiyên ji herêmê hatin wergirtin di encama bombardûmana Tirkiyeyê de Nexweşxaneya Koronayê ya li ser Girê Miştenûrê bi temamî hatiye rûxandin.