14 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Tirs  û deq

Jinên kurd ew bi vî halî didîtin û ji hev dipirsîn “lê lê hûn çima wiha mîna mirîșka tirsek qincilokê xwe dikin.” Bi meraq li jina kurd dimeyizîn dipirsîn em jî li xwe deq çêkin gelo?

Xwedî statûbûna zimanê tirkî, têra dewlemedbûna zimanê tirkî nekiriye, nake. Gelek caran ku mirov li ser kûr dibe dibîne ku hevokeke ku qaşo bi tirkî ye ji șeș peyvan pêk tê hemû bi koka xwe ne tirkî ne.

Lê ev ziman xwedî șans û pergale zimanê welat û dewleteke fermî ye , bi hezaran dibistan û zanîngehan de zimanê perwerdeyê ye. Loma nav  heye, xwe li xwe digre û bi sed salan e bi hezaran zimanzan û lêkolîner li ser dixebitin diparêzin û bi vî lewnî  zimanê tirkî nehiștine, nahêlin bimire.  (Ên ku statu dane vî zimanî șîretek li xwe û li zimanê tirkî kirine: Em hay ji xwe hebin, zêde lawaz nebin. Li bal bindestê me malê diziyê pir e. (Binhêrin bibînin û biqefilînin!.) Hey jê bidizin! Ji gelek zimanan yek peyv girtine, mînak fransî, îngilizî, farisî, erebî û hwd… Gotine ma hema em ê ji serdestan bidizin?.

Em çi bikin,  çi nekin?

Xwediyê statuyê riya talan û șêlanê baș nas dikir, bi sedsalan ji gelê kurd pir dizî kiribûn, ax û av, çand û huner jî. Ziman di bin navê qedexeyê de hate asîmilekirin. Her çiyê ji ber asîmîleyê maye ew jî didizîn. Çav berdane zimanê me yê weke șîrê diya me helal û zelal. Ji hev re gotin: Zimanekî pir xweșik û dewlemend heye ku me tu statû nedayê ku (bêje )yên xwe mihafeze bike  û bi parêze em ji xwere bere bere jê bidizin xwe xurt bikin! Weke bi hezaran sitranên ku me jê dizîn ji xwe re kirin mîrate. Peyveke pir estetîk heye hema em wê tenê jî bidizin wê gelek bi kêrî me were. “Tirs”  peyva tirs li zimanê xwe zêde kirin e.  Ji xwe re bi dilê xwe bi kar tînin. “Tırstım!. Tırstın mı? Tırsıyorum!.Tırsma, “Tırsma emi canım”

Wey xwedê we ji ruh û canê we bike diziya we di gewriya we de bimîn e. Hûn pê bifetisin, hûn ji tirsa bimirin. We çiqas stranê kurdî dizîn her kurd dizanin!. Ji diziya ziman, em werin diziya çandê, mînak “Deq,” deqa ku nizanim çend sed sal in xeml û rewșa jinên kurd e, ne zêde dûr heta sî çil sal berê civaka wana tirane û tinazê xwe pê dikir, niha yek ji wan bê deq nemaye. Her wiha xizêm xizêma kurdan bû niha ew jî li bêfila xwe fesilandine. Dîsa mînak xirxal. Xirxala çîpa jina kurda niha li çîpa xwe fesilandine li gorî dilê xwe cuda cuda çêdikin û li çîpa xwe difesilînin!

Demekê siyasetmedarê tirkan ku bi hevjîna xwe re dihatin welatê me ji bo reyan ji kurda bistînin jinên wan ên etegê mînî, bi wan re dihatin, li dest û pêçiyên jinên kurdan dinêrîn, li çîpa bi xirxal, li bêfila bi xizêm, li zendê tijî moriyên sor, gevez, hêșîn, li eniya bi deq!… Li porê hûr hûr hatî honayî, ne du gulî, bîst-sî kezî!.. Ew bedewiya otantîk xweșik û ji wan cuda ew dibiecandin îca ji kerba lêva xwe hil dikirin yanî qaşo min neeciband pozê xwe diqurçimandin xwe dicivandin hev.

Jinên kurd ew bi vî halî didîtin û ji hev dipirsîn “lê lê hûn çima wiha mîna mirîșka tirsek qincilokê xwe dikin.” Bi meraq li jina kurd dimeyizîn dipirsîn em jî li xwe deq çêkin gelo? Jinên kurd digotin çêkin ma? Dîsa dikeniyan tu bersiveke rast nedidan destê jinên kurd. Jinên kurd rasterast digot, mirov dibêje qey tu ditirsî çi bû ji te jinka tirk? Jina tirk li wê derê wê kêliyê de  ew bêj’a estetîk ji xwere didizî “Evet, evet tirstim”. Dibû pîrqîna jinên kurd çima tu ditirsî? Ma tiștekî tirsê he ye? Bi tiliya xwe ya ortê deqa bin lêva jêr nîșan dikir û digot, çêkirina vê deqê ne zor e, naêșe. Ez çêbikim, ez ê jî biêșim. Careke din dibû pirqîna jinên kurd pê dikeniyan û yekê ji wan wiha digot, na na tu naêșe, gotineke we ye nijadperest e, ma hûn nabêjin tirkek bedelî dinê ye! Yê bi diziyê nemire, bi deqê namire!