17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Tişta ku diviya CPT’yê bikira nekir’

Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî bertek nîşanî CPT’yê da ku neçû serdana Îmraliyê û wiha got: “Têkoşîna mafên mirovan, di nava sînorên burokrasiyê xêzkirin de nayê dayîn. Êdî guman ji rewabûna CPT’yê çêbûne.”

Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) di navbera 13-22’yê sibatê de hate serdana Tirkiyeyê û beriya biçe Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê vegeriya. Neçûna CPT’yê ya serdana Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku di nava şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin, rê li ber bertekan vekir. Hevserokê Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Sezaî Temellî têkildarî mijarê axivî.

‘CPT tişta diviya bike nekir’

Temellî, got ku CPT a ku li Tirkiyeyê çû serdana girtîgehên cuda, tişta ku diviya bikira nekir û wiha domand: “Dema dihat Tirkiyeyê diviyabû ji ewil biçûya serdana Girava Îmraliyê. Lê mixabin wisa nekir. Ji bo serdana birêz Abdullah Ocalan ku zêdetirî 35 meh in di tecrîdê de ye, çi hewldan nekir. Ev rewşeke xeternake û rê li ber gumanan vedike. Yek ji tişta herî zêde tê mereqkirin jî rewşa tenduristiya birêz Ocalan e. Me gelek caran rewşa birêz Ocalan ji Wezareta Tenduristiyê pirsî lê li me venegeriyan. CPT li dijî binpêkirina mafan hatiye avakirin lê li dijî van binpêkirina bihestiyarî tevnagere. Bi tunehesibandina rewşa li Îmraliyê re bi awayekî vê binpêkirinê erê dike. Tişta tê kirin, bêhiqûqtî, binpêkirina maf û nenaskirina qanûnan e. Lê tevî vê tu gav nayên avêtin.”

‘Mirov êdî tu wateyê nade CPT’yê’

Temellî, axaftina xwe wiha qedand: “Li tevahiya cîhanê ‘mafê hêviyê’ heye. Êdî mijara azadiya fîzîkî ya Ocalan tê nîqaşkirin. Mirov fêm nake bê ka CPT’yê bi vê helwesta xwe û di hevdîtinên xwe yên bi Tirkiyeyêr e de çi kir û çi armanc dike. Li girtîgehên Tirkiyeyê jî binpêkirinên giran hene ku sedema wê tecrîda li Îmraliyê ye. Lewma paşguhkirina CPT’yê ya vê rewşê tiştekî watedar nîne. Ji ber ku dema em li Tirkiyeyê qala pirsgsirêka kurd û çareseriya wê dikin, tekane navnîşana derdikeve pêşiya me Îmrali ye. Lewma bi binpêkirina mafên birêz Ocalan pêşketinek çênabe. Êdî guman li ser rewabûna CPT’yê çêbûne. Têkoşîna mafên mirovan, tenê di nava sînorên burokrasiyê xêz kirin de nabe. Heke hûn tenê li gorî menuya dewletê nivîsandî tevbigerin, dê ev yek ji hêla hiqûq û mirovahiyê encamekî bi xwe re neyîne. Dema we rewşa li Îmraliyê paşguh kir, wê demê êdî li ser we guman ava dibin.”